Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Mexmûriyan ji bo rakirina ambargoyê bang li NY’yê kir

Dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê didome. Şêniyên wargehê diyar kirin ku NY erka xwe ya parastina mafên wan pêk nayîne. Şêniyan diyar kir ku di şert û mercên zehmet de ne û xwestin ku NY dengê wan bibihîze û dawî li ambargoya li ser wargehê bînin

Berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose di 17’ê tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê hate kuştin. Piştî bûyerê jî hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Ambargo ev 150 rojin didome. Têkildarî mijarê welatiyên wargehê axivîn û bertek nîşan dan.

Ji welatiyan Fedîle Pîranî anî ziman ku ev 150 roje ambargoyek giran li ser wan heye û wiha domand: “Em koçber in û di bin sîwaneya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne. Lê NY xwedî li mafên me dernakeve. Berê alikarîya erzaq  û ya gazê dihat kirin lê ev 2 sale nayê dayîn.”

‘Bila NY xwedî li mafên me derkeve’

Pîranî destnîşan kir ku ew gelek zehmetiyan dikişînin û wiha pê de çû: “Em gelek zehmetiyan dikişinîn, zarokên me nexweş dikevin. Lê ji ber ku rê girtî ne, em nikarin zarokên xwe jî bibin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneya wargehê derman nemane. Zivistan hatiye lê alîkarî jî me re nehatiye şandin. Bila NY xwedî li mafên me derbikeve.”

‘Jiyaneke mîna mirovan mafê me jî ye’

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mehemed Kara jî bi lêv kir ku hêzên girêdayî hikûmeta herêmê nahêle şêniyên wargehê ji wargehê derkevin û wiha derbirî: “Karker nikarin biçin li bajarên din bixebitin. Her wiha ev nêzî du sale ku NY’yê ambargoya erza daniyê ser kampê. Berê şekir, ard, birinc, yax û demsala zivistanê ji gaz dihat dayîn. Lê êdî nadin. Em nizanin bê ka dê vê zivistanê çawa derbas bikin. Li dibistanan gaz nîne, lewma zarokên me zehmetiyan dikişînin. Em dixwazin NY dengê me bibihîze û em jî jiyanek wekî ya mirovan bijîn.”

Ji welatiyan Fatma Karagoz jî daxuyand ku ev 25 sale penaber û karker e. Karagoz diyar kir ku ew ji ambargoyê acizin û wiha got: “Em dixwazin ku ev ambargo bê rakirin û erzaq û gaza me bê dayîn. Em di demsala zivistanê de ne û em tevî zarokên xwe nexweşin. Lê derman nîne.”

Ma qet nabêjin dê ev zaroke çi bixwin?

Zarokê bi navê Welîd Bîlen jî destnîşan kir ku ew dixwazin di demekî herî kin de ambargo bê rakirin. Bîlan wiha berdewam kir: “Em weke zarok di vê zivistanê de serma digirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) gaz û erzaq naşîne. Gelo qet nabêjin, ‘Dê ev zarok û ev gel çawa bijîn?’ Hêvîdarim ku vê ambargoyê rakin û erzaq bişînin.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar