Bersivdayîna herî baş, di serî de ji bo bîranîna şehîdên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê; li hemberî sepandina bê nasnamebûnê, ketîbûnê, bi xebatên ewqas mezin sîlêyê lê bidin ku ji wê xwînxwariyê ya dîrokî ya hezar salan vereşe, heqê wê bide
Yên mezin nefikirin gavên mezin navêjin
Ji bo em mezin bikin, divê em mezin bifikirin. Yên mezin nefikirin gavên mezin navêjin. Gavavêtina mezin, keda mezin e. Mejîteqandin e, dilê xwe, nefes dan û sitandina li pey hev e. Bi qasî ku mezin e, hinekî bi dahiyane, hinekî bi hestên mezin li pey vî karî ketine. Hêjayî dîrokê bûyîn e. Em ê li hemberî yên wiha rawestin. Gelê me jî dê rêzdariyeke mezin nîşan bide. Yên bixwazin rê ji wan re vekirî ye, pêşiya wan vekirî ye, em nebin kelem.
Em bi hêsanî bi dest naxin, şervanekî me jî nirxeke pir zêde rave dike, di encama fermaneke şaş de, di encama helwesteke şaş de winda kirin, em ê êşeke mezin bikişînin û ji bo em fersendê nedin vê, em ê tavahiya hêza xwe seferber bikin. Bi rastî jî şervanên ku herî zor tên bi destxistin, divê yên herî zehmet werin windakirin jî şervan bin. Her wiha çek jî bi zehmetî tên peydakirin, divê windakirina wan jî zehmet be. Lê wek tê dîtin çek bi erzanî tên windakirin. Ne rast e. Ji bo neyên windakirin şervan û çek baş werin nirxandin, pir baş parastin û bi berdewamî zêde kirin, taybetmendiyên fermandarekî/e yê/a serkeftî ya/ê bingehîn e.
Nûneriya giyana hevrêtiyê
Peywendiyên hevrêtiyê çi ne, peywendiyên jiyana me çi ne, ne çi ne, çi dipejirîne, çi napejirîne diyar e. Bê xebata partiyê, xebata gerîla bi pêş nakeve, xirab dibe, dirize. Bi vê mebestê di tevahiya yekeyên gerîla yên bingehîn de, divê nûneriya giyana hevrêtiyê û xebateke partiyê ya baş were kirin. Divê yek yeke ya gerîla ya ku nûneriya giyana partiyê, jiyan û rêbaza partiyê neke nebe. Pêşengtiya partiyê esas e, bingeha serkeftinê ya ku dev jê nayê berdan e.
Misogeriya serkeftinê
Dema ku mirov bi ser demê ve diçe, tê dîtin ku enîbûna gel, dîsa gerîla destpêkê wek artêşeke saxlem dest pê kiriye, dîsa rûniştandina pêşengtiya partiyê jî dibe misogeriya serkeftinê, ji pêşketinê re rê vedike. Em li pey vê ne.
Nêzîkbûnên hest û ehbabçawîşî
Em ê dîsa çavdêrî û venêrîna vê xeta stratejî-taktîk bikin. Bêyî ku bikevin nav tu nêzîkbûneke subjektîf, her tişt, her kes taktîkên rast ku ji bo xeta stratejî ye, yê/a ku li gorî tevdigere nirxeke mezin dayîn, yê/a ku li gorî vê tevnegere tund were rexnekirin, were zanîn ku israr bike tê avêtin. Qet tu kes ne li benda pêkanîna xeteke din be. Bi nêzîkbûnên hest û ehbabçawîşî xet nayê meşandin. Dema ku di vê mijarê de sebebên dîrokî yên Kurdistanê bînin ber çavan teqez pêwîstî bi pêkanîna Rêbertiyeke rast heye. Tew nekevin subjektîvîzmê, bêyî ku ji tempoya pêvajoyê şûnde bikevin, nêzîkbûnên ku nirxên wan bilind in, nêzîkbûnên leşkerî ku nirxên wan bilind in, ev mijar in ku Rêbertî bi tevahî li ber çavan digire. Me ev pêk anî, ev ê ji vir sûnde, zêde, berfireh û bi berdawamî were pêkanîn.
Hemû tevger di destpêkê de siyasî, leşkerî piştre jî li ser vî bingehî netewîbûn, civakîbûn û çandîbûn esas were girtin. Kesayet li ser vî bingehî tên amadekirin. Kes piştguh neke ku hemû hewldan û hemû nêzîkbûnên felsefîk, exlaqî li ser vî bingehî tên destgirtin. Dîsa piştguh neyê kirin ku saziya Rêbertiyê sosyalîzmê li berçavan digire, di asta netewîbûnê de û heta wê derbas dike. Pêwîst e her kes li gorî vê qandî hêza xwe nêzîkatî, girêdanê nîşan bide, li baweriyên xwe, bi nêrînên cîhanî serkeftin çêkirin, ji ber derfet dide ku bizanibe pêk bîne.
Kî xwediyê van axan, van nasnameyan e?
Em ji vê bawer in ku ji niha û şûnde em ê li ser vî bingehî bi ser bikevin. Em dikarin şeş mehên xwe yên destpêkê deh qat bikin. Em xwe ji sazûmankirina hedefên mezin paş de nedin. Mirin her dem heye. Tu kêm jî, zêde jî kar bikî dijmin, bi hovîtî qetil dike, heta dibejê: “Kesê bi navê kurd jî nîn e. Em ê navê wê jî neynin ziman,” dibêje: “Komek eşqiya ye em ê paqij bikin.” ger wisa be, navê me nebe, em girseyeke eşqiya bin, kî xwediyê van axan, van nasnameyan e? Êdî nîşandana van deynê stûyê me ye, ev pêwîstiya mirovekî ku ji şeref, namûs û rûmetê fêm dike ye. Li hemberî vê bêmafiya zêde derketin û em ji wan re bidin diyarkirin ku xwediyê van nêzîkatiyên ketî ew bixwe ne, li ser vî bingehî dayîna bersiva ku heq kirine deynê stûyê me ye.
Pêwîstiya soza ku me daye şehîdan ancax bi serkeftinê bînin cih. Bersivdayîna herî baş, di serî de ji bo bîranîna şehîdên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê; li hemberî sepandina bê nasnamebûnê, ketîbûnê, bi xebatên ewqas mezin sîlêyê lê bidin ku ji wê xwînxwariyê ya dîrokî ya hezar salan vereşe, heqê wê bide. Em ê bi mezinahiyeke wiha bi ser vê pêvajoyê de biçin. Ji ber ku tewanê mirovahiyê dikin, pir neheq in, ji ber ku teqez dev ji nijadkujiyê bernedane, em ê bi awayeke ecêb bi ser de biçin. Ev jî hêrs, rik û daxwaz dide diyarkirin. Rêbaza me ya lêdanê, çavkaniya xwe wisa ji dîrokê digire.
Qet tu kes melisandin, ketîbûnê layîqî xwe nabîne. Mirin her dem heye; lê belê bê mirinî jî, hinekî di lehengiyê re derbas dibe. Em ê vê wiha bizanibin, wiha bi ser de biçin, yekaneya rêbaza riya jiyanê ku wiha ye, her geva xwe em ê bi qirînî bavêjin.
Serkeftin mîsoger e
Baweriya me heye ku em ê xebata xwe li ser vî bingehî bi awayekî serkeftî bi pêş bixin. Em di pêvajoya lêdanê ya herî bi hêz de ne. Dê her dem şehîdên me çêbibin. Dibe ku ev bigihîjin deh hezaran, lê heke em xetê bi biryardariyeke mezin pêk bînin, serkeftin mîsoger e. Teqez, em ê rêbaza serkeftinê bikin rojev. Em ê bêhempa bi ser de biçin. Em ê tiştekî bi navê kêmasî, şaş nehelîn û bi ser de biçin. Em ê bi wê zanabûna ku mirov çeka herî mezin e û bi ser de biçin. Em ê derfetên serkeftinê ji zindanê bigire, bi taybetî ku destkeftiyên herî mezin qada gerîla ye di hemû qadên xebatê de pêk bînin.
Em ê bêjin “rawest e.” Em ê bêjin: “Em neçar in ku bi ser bikevin, îfadeya yekane ya tevahiya jiyanê ev e.”
Di encamê de doza me ya mafdar, weke ku ev bi hêsanî dest nexistiye, em ê fersendê nedin ku bi hesanî jî were windakirin. Astengiyên hundir û derve ez jî tê de kî baş naxebitê kî dibe bila bibe û nade meşandin em ê bêjin “rawest e.” Em ê bêjin: “Em neçar in ku bi ser bikevin, îfadeya yekane ya tevahiya jiyanê ev e.” Ger dixwazin xizmetê bikin, fermo tevlî bibin. Heta ku raboriya te çi dibe bila bibe, ger tu bi duristî tevlî vê meşa mezin, a bi heybet, jiyan bi rûmet bibin, wê demê em ê bêjin cihê we heye. Ango şaşîtiyên ku we di dema raborî de kirine, kemasî çi dibe bila bibe, heke hûn di vê demê de û li ser vî bingehî nêzîkatî raber bikin jixwe hûn dikarin xwe ji kêmasiyan paqij bikin û xwe bidin bexşandin, li ser vî bingehî hûn dikarin deynê xwe tam bidin. Ez dihizirim ku ji derveyî vê bi tu awayî hûn nikarin xwe paqij bikin û nikarin bikevin nav mirovahiya bi heybet, ji derveyî vê nafikirim. Min di destpêkê de jî wiha girte dest, niha jî wiha digirim dest û ji ber ku em mafdar in, ev jî dide aşkerakirin ku em ê bi ser bikevin.
Em dizanin ji sifirê afirandin çi ye
Em niha di nava serkeftineke misoger a nêzîk de ne. Ji niha ve nîv rizgariya welat pêk tê. Em vê ber bi misogerkirinê ve bibin. Em bi dijmin re gihiştine hevsengiyê, em ê vê bînin rewşeke hê zêdetir. Em aşop nabînin, lê em wek tevger di wê feraset û hêzê de ne, dizanin ji sifirê afirandin çi ye, dema heyî çi ye binirxinin û bi pêş bixin. Em di wê baweriyê de ne ku hûn jî vê rewşê dibînin.
Berpirsiyartî di asta herî jor de ye
Dubarê bi vê zanebûnê, bi vê têgihîştinê bi ser erkên xwe de diçin. Berpirsiyartî di asta herî jor de ye. Biryar, daxwaz, vîn û serkeftina we di asta herî jor de ye. Hostatiya we bi pêş ketiye. Heke hûn ê bi van hemûyan ve bimeşin, wê demê ev dijminê ku ew qas neheq e, ew qas li pey tewşbûnê ye, asteng kirin, aciz kirin ne zehmet e.
Em ê dijmin bi hejmar û teknîkê têk nebin. Di serî de mafdariya me dîsa rêbaza şerê me yê xweser, bi wêrektî, fedekariya ku ji me tê xwestin qezenc bikin. Ev hemû li gel me hene. Ger astengiyek hebe jî, ew jî em ê di pêwîstiyê wê bi cih anîne de bibin asteng. Em ê di vê pêvajoyê de fersendê nedin vê. Wê demê, windahî ji hemû pêvajoyan zêdetir be jî, yên ku bizanibin wiha bimeşin ji derveyî serkeftinê dê rê nedin tu şansên din.
Gelê me jî ji vê re amade ye
Her dem dibêjim: ez li hemberî rijandina yek dolopeke xwînê ya ne di cih de me, lê dema ji bo serkeftinê pêwîst kir em ji her awayî fedekarî, têvî wêrektiyê xwîna xwe bidin. Gelê me jî ji vê re amade ye. Ev ê serkeftinê hê jî misogertir bike. Bila ji vê jî qet tu guman neyên kirin.
Em ê rast bimeşin û di encamê de qezenc bikin
Dema em weke gel, partî û artêş bi ser meşa vê pêvajoyê de diçin, wek meşa serkeftinê dinirxînin, em rast dibêjin. Em dibêjin, ya em bingeh digirin, em hem neçar in hem jî hêjayî me ye.
Her tişt li ser vî bingehî, fermana vê meşa serkeftinê dide. Ev cara yekemîn e em vê fermanê bi rêkûpêk digirin. Em hemû di bin vê fermanê de dimeşin, em ê rast bimeşin û di encamê de qezenc bikin.
Li ser vî bingehî, ji bo bîranîn û girêdana şehîdên vê pêvajoyê, bendewariyên gel her wiha pêdîviya girêdana bi hêviyên mirovahiya pêşketî ve, ji bo qezenckirinê em pêşde biçin, ji derveyî qezenckirinê em fersendê nedin qet tu tiştên din.
Ez we ji bo vê meşa girîng hem pîroz dikim, hem bi heviyên serkeftinê, silav û hezkirinên xwe pêşkêş dikim… (didome)
Têbinî: Ev nivîs ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 1983’yan hatiye wergirtin. Ji ber reseniyê me mudaxaleyî nivîsê nekiriye.