Çalakiya Berxwedanvana 14’ê Tirmehê ne çalakiyeke întiharê ye; awayekî herî mezin ê şerê ku bi misogerî divê were meşandin e. Rojiya Mirinê ya 14’ê Tirmehê û ev awayê şer êdî bi rola xwe rabûye. Biryardariya Berxwedana 14’ê Tirmehê, bingeha serkeftina me ye
Bîranînên mezin hene; divê bimisogerî mirov bersiva wan bide. Ji bo yên ku pêwîst e bersivê bidin bangawazî hene. Gelê me heya bi dawiyê tirsa xwe dijî. Qaşo yên ku li ser navê wê bi rê dikevin hene, lê ji bilî revê bi tiştekî din nahizirin. Tu yê wê lewaziya mezin derbas bikî û bersiva bîranînê bidî! Vaye di vê xalê de zêdetir ji çalakiyê, hinekê jî hêza gotinê dibe xwediyê girîngiyekê. Çeka ku min di wan salan de herî zêde bi kar aniye, bû xîtab û di pey re jî em neçar man bi dahûrandinan kar bi rêve bibin. Tenê dikarîbi vî awayî çeka vê qonaxê bihata bikaranîn. Niha ez hê zêdetir hewl didim kar bi talîmatan, bi perspektîfan bi rêve bibim. Ev, pêşketineke demên dawî ye. Beriya wê me hewl dida bi hezar zor û zehmetiyan, îqnayê pêş bixin.
Çend kesên ne deyndar
Xemgîniya Xêyrî, ji ber ya ku nekaribûye bihata kirin, erkên nekaribûye bihata bicihanîne. Me nedikarî di wan mercan de giraniya xwe bidana ser wan, ji ber ku mercên zindanê tên zanîn. Baş e, hûn ê ji bo rewşa yên mayine çi bêjin, hûn ê ji bo xwe çi bêjin? Me pir bal kişand ser vê mijarê, me pir hûn rexne kirin. Di mercên azad de, dema bi her rengî çekên berxwedanê di dest de ne, çend kesên ne deyndar in hene. Hûn ê hesabê vê bidin. Ev, ji bo me hê ji hesabpirsîna ji dijmin ferztir e.
Xêyrî digot, “ez deyndar diçim”
PKK’yîbûn, bi terza PKK’ê şer kirin ewqas ne hêsan e û em nikarin vê serbilindiyê bexşî ji we gelekan bikin. Ji bo wan şehîdên berxwedanê eger hebe bersiveke herî di cih de ew jî deyndar nemirin e. Xêyrî digot, “ez deyndar diçim”. Yên ku dane ser şopa wî, pêwîst e bêjin, “em ê deyndar nemirin”. Ya rast ev e. Ez deyndar mirina wî wate didimê û fêm dikim jî. Lê ji derveyê vê ji bo tu kesî, hê jî pêştir di rewşeke ku di dest de çekên azadiyê heyî û xwediyê bi her awayî berxwedanê ye lê dîsa jî pir xirab diçe, eger di gora xwe de jî be min diyar kir ez ê wî/ê baş bîr neyînim. Ji bo yê/ya ku di nava kêmasî û nebesiyên mezin de diçe, bi bîr bînim zêde hêz nabînim. Wê demê, ji encamên herî girîng yek, bi hêsanî nemirin zanîn e. Hûn, li ser vî esasî bimisogerî jiyan di çarçoveya serkeftinê de bi rêxistinkirinê cudatir nikarin tu encamên din derbixin.
Girêdayîbûna bîranîên wan
Hûn min dibînin; ji bo ez bi wan bîranînan ve girêdayî bimînim ez qirika xwe diqetînim, dengê min hema bi zora xwe derdikeve. Min bi monologekê heya bi vir anî. Baş e, çi ji we te? Hûn xîret nakin biaxivin jî. Min ji bo we hemûyan derfeta biçekbûnê û bi rêbazên bi her awayî şer kirinê da. Hûn li xwe danaynin ku bi van derfetan têkoşînê bimeşînin. Wê demê pêwîst e hûn hinekê baş xwe darêzînin, mihasebeya xwe rast bikin. Eger em vê nekin ê çi bibe? Hûn nikarin ji bûn figuranên xirab ên lîstokê, ji bûn karekterên neserkeftî, ji lîstina karekterên bê hêz xwe rizgar bikin. Ev, tu car nabe awayekî xwedî derketina li bîranînan. Ev, di heman demê de ji bo dîroka ku pêwîst e bibe dîroka gelekî jî, bibe dîroka partiyekê jî dibe bersiveke herî xirab a tê dayin.
Ne mimkûn e ku ev bê qebûlkirin
Dema ku deyndar çûyin bû mijar, nikare behsa nivîsandina dîrokekê bike. Ne mimkûn e ku ev bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em pir rexne dikin. Bila mafdar dîtina vê li aliyekî bimîne, diviyabû ji aliyê me hemûyan ve bimisogerî pêwîstiyên wê bihatana pêkanîn. Ez jî di destpêkê de ne ewqas kûr û xwediyê tempo bûm. Lê min lê nêrî ku bîranîn xwe ferz dikin. Wê demê eger pozê me bişewite, em ê bibezin, em ê bibin çare. Ji bo em karibin vî şerî bixin çarçoveya gengazbûnê, di bedela serê xwe li dar û heran dayinê jî be em ê hin tiştan jê derxin. Jixwe, hema bêje me hemû îşaretên din ên jiyanê dane sekinandin û em bi ser de çû, ma ji vê cudatir awayekî têkoşînê yê li beranberî bê dîrokbûnê heye.
Hûn ê bi misogerî vê encamê derxin
Berxwedanvanek neçar e bizanibe da ku di hemû mewziyên xwe de bi awayekî rast cihê xwe bi pêş bixe. Ez dixwazim vê bibêjim; nabe ku bîranîna berxwedanvanên 14’ê Tirmehê weke xwekujiyên ji ber îflas û deyndariya zêde zêde were bibîranîn. Nikare bi vê terzê bersiv bê dayin. Hûn ê bi misogerî vê encamê derxin. Berovajî, di nava PKK’de ti karê we tineye, mafê we tineye ku hûn bîranîna van şehîdan bi bîr bînin. Ji bo Partîyê, encama herî girîng a ku ji berxwedana 14’ê Tirmehê were derxistin jî ev e.
Ji bo ku çûyînên bi deyndarî çênebin
Çalakiyên we bi terzeke zêde nêzî întiharê tên lidarxistin. Lê çalakiya berxwedêrên 14’ê Tirmehê ne çalakiyeke întiharê ye; awayekî herî mezin ê şerê ku bi misogerî divê were meşandin e. Rojiya Mirinê ya 14’ê Tirmehê û ev awayê şer êdî bi rola xwe rabûye. Ji bo yên mane, awayekî çalakiyê yê ku bi temamî berovajî ye hewce ye. Ji bo ku çûyînên bi deyndarî çênebin, di xebatê de serkeftin çêbibe, her kes hesabê xwe bitemamî bide, hemû tedbîrên rêxistinî, tedbîrên bi awayê sozdanê û gotinî, tedbîrên çalakiyan tên girtin û êdî çûyîn wisa pêk tê. Encam ev e û PKK’yîbûna ku em jê re pêşengî dikin ev e.
‘Em navê partiya xwe înkar nakin’
Ev hevalên şehîd gotine, “em navê partiya xwe înkar nakin”. Lê me jî got, eger em jî dema partiyeke ku jê re rêz bê gîrtin biafirînin em ê wê demê bersiva bîranîna we bidin û ev hinekê hate biserxistin. Eger di oxira navê partiyê de çalakî mezin lidarxistin çendî girîng be, ew şênber û ber bi çav kirin jî ewqas girîng e. Hewl hat dan wisa bersiv were dan.
‘Ev tevger dê bi şerê gel bi ser bikeve’
Îro rûnîştina vî awayê şer li Kurdistanê bûyereke pir mezin e. Gerîla li Kurdistanê wisa dan rûnîşkandin bi qasî serkeftinê girîng e. Di vê mijarê de nirxandineke Kemal Pir jî hatiye pratîze kirin. Gava ku wî hêza berxwedanê nîşan dida digot, “Ev tevger dê bi şerê gel bi ser bikeve. Di deh salan de jî dibe di bîst salan de jî.” Wisa xuya ye ew axaftina wî ya bi awayê “di bîst salan de rizgarî” wê niha pêk bê. Tiştê di deh salan de pêk hatiye jî ne kêm e. Em dikarin bêjin di deh salan de nêviya gotina wî pêk hat. Em dikarin bêjin gerîlayê li Kurdistanê bi cih bûye, rûnîştiye, bûye gerilayek timî û mezin dibe, temînata herî esasî ya serkeftinê pêk aniye. Mijara jê bi şûn de pirsgirêka mezinkirinê ye, pirsgirêka rêxistinkirinê û bi rêvebirinê ye. Em bi awayekî bê eman hewl didin da ku vê pêk bînin.
Bersiva herî baş
Bersiva herî baş a ku ji bo bîranînên berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê were dayin, rast nêzî têkoşîna çekdarî bûne. Ez nabêjim hûn çiqas layiqê hewldanên me ne, lê ev gel alîkarî û piştgiriyeke pir mezin dide, tevî hemû feqîrbûna xwe, êdî hin welatparêz hene ku nîv bi nîv xizmet dikin. Baş e, hûn bêyî ku van hemûyan li ber çav bigirin çawa dikarin bêjin, em şer dikin? Em lê dinêrin rojê pênc gerîla wisa diçin. Lê divê wisa be ku bêyî ku hêzeke dijmin a pêncsed kesî li herêmekê tine bike, yekeyeke gerîla ya ji pênc hevalan pêk tê, mirinê neyîne bîra xwe jî. Hûn ê vê hinekê bifikirin. Li dîroka gerîla binêrin, eger bê şensiyên pir mezin nebe, yekeyeke gerîla ya ji pênc-deh kesan pêk tê, ji aliyekî dijmin ikevê û ji aliyê din ve derdikeve. Dikare heya bi alayên wî bike hedefa xwe.
Wasiyetên şehîdan
Li pêşberî bîranîna berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê bi awayê safîkirina deynê xwe bersiv dayina we, di heman demê de tê wateya bersiv dana ji bo dîrokeke reş jî. Ji bo rewşa sînor nenas a emperyalîst, faşîst a li dijî mirovahiyê jî bersivek e. Ev, di şerê mirovbûnê de me hinekê serbilind dike. Em dilnizm in, ev, beşeke pir biçûk ya tiştê ku were kirine û şerê şeref û kerameta xwe ji destnedanê ye. Li tiştê ku min kiriye ez dinêrim. Ji bo nebêjin bê namûs, ez evqas xebitîm, nexwe ne ji bo ku bêjin çiqas sosyalîst bûye, çiqas demokrat bûye. Dîsa, ji bo nebêjin çiqas elçax e, min heya bi vê derê evqas ev çalakî hilgirt; me jiyan wisa şîrove kir, wisa domand. Me hewl da em layiq bin, em rast tevli bûn. Wasiyetên şehîdan, ji bo me gelek hene. Me hewl da em bersiva wan wasiyetan bidin. Civakê gelek nirxên xwe feda kir, me hewl da em li wan jî xwedî derkevin.
Bîranîna berxwedana şehîdan
Me bi giştî hewl da ji bo hemû şehîdên berxwedanê, ne tenê ji bo şehîdên PKK’ê û Kurdistanê, di serî de ji bo şehîdên Tirkiye, ji bo bîranîna hemû şehîdên berxwedanê yên hemû welatan, bi deh saleke wisa bersivê bidin. Jê guman nabe ku di van deh salan de bandora bîranîna berxwedana van şehîdên mezin heye û dibe ku diyarker be jî. Me dixwest hê zêdetir bikin, lê ji ber sedemên tên zanîn ya pêk hatiye ev e. Van pêşketinan îdîaya me hê jî mezintir kiriye. Ji vê bi şûn de em ê hewl bidin bi xwespartina van pêşketinan, pêşerojê hê xurtir qezenc bikin. Ya ji vê bi şûn de bi van derfetan hê jî xurtir kirin gengaz e. Encama herî girîng ku divê ji bîranên wan bê derxistin; dubarenekirina lewazî û kêmasiyên di demên borî de ye. Derfeteke wisa jî bi dest ketiye. Eger ev baş were nirxandin, qezenckirina pêşerojê hê jî misoger dibe. Ev îdîa mezin e, wê hewldana wê jî mezin be.
‘Berxwedana 14’ê Tirmehê, bingeha serkeftina me ye’
Em li ser vî esasî dibêjin: bîranîna hemû şehîdên berxwedanê yên tirkiyeyî û kurdistanî bê mirin e. Dîsa, biryardariya Berxwedana 14’ê Tirmehê, bingeha serkeftina me ye. Em li ser vî esasî sozeke wisa didin ku em ê ber bi şoreşgeriyeke wiha bimeşin; êdî serkeftinê bike hedef, ji bilî wê şensê nedin ti tiştê din, di qonaxeke wisa de êdî gelê me jî bi misogerî pêşengiyê ji nêzîkbûna rast bixwaze û bikaribe qebûl bike. Em ji vê bi şûn de li ser vî esasî pê bawer in ku me dest bi qonaxeke nû kiriye.
Li ser vî esasî, bîranîna hemû şehîdên berxwedanê, biryardariya Berxwedana 14’ê Tîrmehê, wê bi ser bikeve. Terza xebatê ya vê serkeftinê, wê berê hemû xebatên me diyar bike û em ê bimisogerî bi ser bikevin. (Bi dawî bû)
Têbinî: Ev nivîs ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 1992’yan hatiye wergirtin. Ji ber reseniyê me mudaxaleyî nivîsê nekiriye.