Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mezintirîn hola werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê vekirin

Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê amadekariya vekirina mezintirîn hola werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

​​​​​​​Hola Werzîşê ji sifirê nayê çêkirin, avahiya wê di dema serweriya hikûmeta Şamê de hatibû çêkirin, lê li ber hilweşînê bû. Nivîsgeha Avahiyan a Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê jî di dawiya sala 2022′yan de dest bi sererastkirina wê kir.

Hola li taxa Asurî ya Qamişloyê 50 metre dirêj, 30 metre jî fireh e. Li holê cihê voleybol, basketbol, hentbol, pîng-pong tê amadekirin. Li holê cihê rûniştina 200 kesan ji bo temaşekirina lîstikan jî heye.

Li gorî gerînendeyê Nivîsgeha Avahiyan a Werzîşê Muhened El Ehmed dema xebat temam bû, hol wê bibe mezintirîn hola li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê. El Ehmed destnîşan kir ku wê li holê gelek çalakî, turnuvayên werzîşê yên curbecur werin lidarxistin.

El Ehmed da zanîn ku hol wê di Tebaxê de bikeve xizmetê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar