Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Midûra Ajansa Jin Newsê xelata wêrekiyê girt

Berpirsiyar û Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Jin Newsê Safiya Alagaş, xelata li ser navê rojnamger Marîa Grazî Cutulî ya Afganîstanî ku di êrîşa El Kaîdeyê de hat kuştin, girt. Alagaş di merasimê de got ku dê bi pênûsa jinan nivîsandina rastiyê bidomînin

Xelatên Rojnamegeriyê ku li ser navê nûçegîhana Crrîere Della Sera Marîa Grazîa Cutulî ya Afganistanî ku di êrîşa El Kaîdeyê de hat kuştin, gihiştin xwediyên xwe. Merasîma xelatdayînê li bajarê ku gora Marîa lê ye li bajarê Santa Venerîna yê Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê li salona şaredariyê ya şanoyê hat lidarxistin. Rojnamegeran beriya Merasîmê gora Marîa ziyaret kirin û kulîk danîn ser gora wê. Piştî wê kesên çûn serdana gorê vegeriyan salona merasîmê. Di merasimê de Cîgira Wezîrê Karên Parastina Derve yê Îtalyayê Marîna Seren, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Corrîere Della Sera Antonio Ferrrarî, Nûnera Rêxistina Efûyê ya Îtalyayê Chîara Dî Marîa, Şardarê Santa venerînayê Salvatore Greco û ji malbata Marîayê jî Sabîna Cutulî amade bûn. Di merasîmê de sînevîzyona li ser jiyana Marîayê dan pêşandan û xelat dan. Xelata yekemîn rojnamegera îtalî Mara Belîngrerî yê li ser Rojhilata Navîn lêkolînê dike girt. Marta ya xelat girt wiha got: “Çi dibe bila bibe divê rastî bên nivîsandin.”

Piştre ji Berpirsiyar û Mudura Karên Nivîsê ya Ajansa Jin Newsê Safiya Alagaş xelat girt. Alagaş xelata xwe ji Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Parastina Îtalyayê Marîna Seren girt. Safiye Alagaş piştî xelatê diyar kir ku li Tirkiyeyê di şert û mercên pir xirab de dixebitin û wiha got: “Li gel vê em rojnamegeriyek rasteqîn dikin. Lê ji ber ku em rastiyan dinivîsin rojnamegertî li me tê qedexekirin. Em tên binçavkirin û girtin û li me doz tên vekirin. Di hefteya borî de hempîşeyên me Melîke Aydin û Rûken Demîr hatin girtin.”

‘Em ê bi pênûsa jinan nivîsandinê bidomînin’

Alagaş da zanîn ku paşerojeke bi hêz a rojnamegeriyê ya jinên kurd heye û ev tişt anî ziman: “Rojnamegertiya Gurbetellî Erosoz a ku li Tirkiyeyê yekem gerînendetiya rojnameyekê kir esas digirin. Gurbetellî rêber û mamosteya me ye. Aliyên Gurbetellî û Marîa ku dişibin hev hene. Wêrekiya wan dişibe hev û şopandina wan a rastiyan dişihe hev. Em jî wekî rojnamegerên jin ên kurd li pey heqîqetê ne. Li gel hemû zext û zoriyan em rojnamgertiya xwe berdewam dikin. Wê rastî di tariyê de nemînin û em ê van rastiyan bi pênûsa jinê binivîsin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar