Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da

Midûrê Emniyeta Parîsê Laurent Nunez diyar kir ku pevçûnên di çalakiya protestoyî de yên piştî kuştina 3 welatiyên kurd de pêk hatin, ji ber provokasyonê ye.

Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûnê de êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin kuştin û 3 welatî jî birîndar bûn. Nerazîbûna kurdan û dostên wan a li dijî qetlîamê didome. Duh di serî de li Parîsê û li gelek bajarên Ewropayê gelê kurd û dostên xwe hêrsa xwe ya li dijî qetlîamê nîşan dan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn jî hê didome.

Duh li Parîsê meşeke mezin hat lidarxistin. Ji ber provokasyona kesekî ku ji hêzên paramîlîter a nijadperest ya Tirkiyeyê ve li herêmê derbas bû û nîşaneya “gurêboz” çêkir, alozî derket.

Midûrê Emniyeta Parîsê Laurent Nunez ji BFM TV re axivî û wiha got: “Çalakî bi tevlibûna kesayetên siyasî bi awayekî asayî dewam kir.” Nunez anî ziman ku piştî saet 13:00’an ji ber sedemeke ku diyar e ji ber provokasyonê rû daye, bûyer qewimîn û wiha got: “Tê diyarkirin ku qemyonek derbas bûye û bi vî rengî agahî ji min re hat. Em ê van hemûyan zelal bikin.”

Nunez da zanîn ku hin çalakgeran li bulvareke din bi polîsan re şer kirine û got: “Dîsa bê şik ev provokasyonek bû.” Nunez diyar kir ku 11 kes hatine binçavkirin û yên ketine nava pevçûnê jî komeke biçûk in û destnîşan kir ku organîzatorên çalakiyê hewl dane pêşî li vê bigirin.

Nunez li ser pirsa rojnamevanekî ku kesên beşdarî xwepêşandanan bûne kurdên welatên din in yan na, wiha bersiv da: “Ne cihê min e ku ez van kesan reş bikim.”

Nunez diyar kir ku di bûyeran de 31 polîs bi sivikî birîndar bûne û hewceyî midaxeleya tibî nebûne. Nunez anî ziman ku di dema ew daxuyanî dida agahî wergirtine ku çalakgerek birîndar bûye û bi tenê camên hin kargehan hatine xesar dîtine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar