Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye’

Siyasetmedar û Dayikên Aştiyê der barê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de diyar kirin ku divê demildest tecrîd bê rakirin û gotin mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.

Dostên gelê kurd di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cuda yê cîhanê pêgava ““Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê li gelek deverên din ên cihanî berfireh bû û herî dawî berxwedêrên zindanan di 27’ê Mijdarê roja damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Jinên Îzmîrê der barê pêrngava azadiyê û çalakiya ku girtiyan daye destpêkirin de axivîn.

Dayika Aştiyê Nufuse Ataç greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dane destpêkirin pîroz kir û got tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sê salên xwe tije dike. Nufuseyê wiha vegot: “Hevdîtinên malbat û parêzeran tên astengkirin. Çalakiyên grevên birçîbûnê li girtîgehan dest pê kirin. Ez dixwazim dengê xwe bi wezareta dadê, hiqûqnas, CPT û Ewropayê bidim bihîstin. Bila ji dengê wan re bibin deng. Divê demildest tecrîd bê rakirin. Em edalet û aştiyê dixwazin.”

‘Divê em piştgiriyê bidin greva girtiyan’

Nufuseyê destnîşan kir ku bi tecrîdê dixwazin têkiliya navbera gel û Abdullah Ocalan de bê qutkirin û wiha domand: “Heta tecrîda li ser  Abdullah Ocalan neyê rakirin aştî jî nayê. Mifteya aştiyê Îmraliyê ye. Dema tecrîdê rakin aştî jî tê, demokrasî jî wê bê. Divê dewlet vê bizanibe. Em tecrîdê qebûl nakin. Tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû gel, girtiyan tê meşandin. Divê em piştgiriyê bidin greva girtiyan. Divê em wan tenê nehêlin. Ez bang li hemû kesî dikim. Divê em vê tecrîdê têk bikin.”

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Sebahat Ulusan anî ziman ku ew dixwazin tecrîd bê şikandin û aştiyê dixwazin. Sebahatê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Li vî welatî xwîn jixwe pir rijiyaye. Em dixwazin tecrîd rabe aştî bê. Daxwaza hemû gelan ev e. Bila tecrîd rabe. Şertên girtîgehan pir zehmet in. Hevalên jin pirsgirêkan dijîn. Der barê tecrîdê de tu agahî tune ye. Girtîgeh bi bandor dibin. Li ser gelê kurd tecrîd heye. Ji ber vê divê tecrîd rabe.”

Hevseroka HEDEP’a Menemenê Adîle Yagan jî bal kişand ser tecrîda giran û destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyên Îmraliyê bên vekirin û wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê sedemê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de ketin greva birçîbûnê. Jixwe di nav çar dîwaran de ne. Wan jî bedena xwe danîn holê. Li derve divê em malbatên girtiyan tenê nehêlin. Ji bo piştgiriyê divê em dengê xwe bilind bikin. Divê demildest tecrîd bê şikandin. Gelek girtiyên nexweş hene. Cezayê wan temam dibe lê taloq dikin. Girtî nayên berdan. Ev jî tecrîdek cuda ye. Heyetên Ewropayê, CTP tên hevdîtinan dikin. Lê CPT hevdîtinê aşkera nake. Divê hikûmet bixwazin ku CPT jî vê aşkera bike. Abdullah Ocalan diyar kir ku ‘bila destûrê bidin ez di hefteyekê de şer ji holê radikim.’ Gelê kurd her tim li alî aştiyê bû. Şer nexwest. Ev welat ê me hemûyan e. Mafê her kesî heye.”

Hevseroka HEDEP’a Alîaga Gul Ekîcî jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Divê tecrîd bê rakirin bi Birêz Ocalan re diyalog bê destpêkirin. Li girtîgehan berxwedanek mafdar heye. Em hemû bar li girtiyan bar dikin. Ev jî kêmasiya me ye. Şertên girtîgehan ji xwe giran in. Li Girtîgeha Şakranê niha ava germ tê birîn. Hevalên me li dijî tecrîdê berxwedanek xurt didin. Divê em jî xwedî li berxwedana wan derkevin. Divê em bibin hevkarên berxwedana girtîgehan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar