Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Mifteya çareserî û aramiyê Ocalan e’

Hevserokên HDP’ê ya Amedê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik diyar kirin ku dewleta tirk bi tecrîdê re şer û aloziyê li gelên herêmê ferz dikin. Hevserokan destnîşan kir ku sedema herî mezin a aloziya Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd e û mifteya çareseriyê jî Ocalan e

Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji 7’ê tebaxa 2019’an ve hevdîtin nayên kirin. Têkildarî mijarê hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik ji ANF’ê re axivîn.

Têkildarî mijarê Zeyat Ceylan anî ziman ku dema li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk dihatin li Tirkiyeyê rêyên demokratîk vebûbûn û wiha axivî: “Tecrîda li Îmraliyê girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Nêzîkatiya deshilatdariyê û dewletê ya li hemberî gelê kurd, bi xwe re tecrîdê tîne. Dema bi birêz Ocalan re hevdîtin çêdibin û dengê birêz Ocalan digihije civakê, raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê bêhn digire.”

Ceylan bi bîr xist ku ev 20 sal in Ocalan li Îmraliyê tê girtin û wiha domand: “Her tim jî qala aştiyê, rêyên çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dike. Axaftinên birêz Ocalan bandoreke mezin li ser civakê dike. Hemû kesî ev rastî di dema pêvajoya aştiyê de dît. Lê mixabin li gel hemû hewldanên birêz Ocalan jî, hikûmet û dewlet naxwaze pirsgirêk çareser bibe. Hikûmet aloziyê dixwaze. Gelê kurd tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nake.”

‘Bi tecrîdê li ser gel şer tê ferzkirin’

Di berdewamê de jî Ceylan da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê bi tecrîdê, li ser gelan şer ferz dike û wiha pê de çû: “Tecrîd wateya şer e. Tifaqa faşît li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şer ferz dike. Ji derveyî şer tiştekî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bide gel tune ye. Tenê di destê wan de şer û înkarkirina kurdan heye. Bi awayekî vekirî dibêjim, tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser civakê ye. Ji bo vê yekê krîza aborî û siyasî her ku diçe kûr dibe. Ji bo aramî û aştî û demokrasiyê divê teqez tecrîda li ser birêz Ocalan rabe. Bi têkoşîna gel û siyasetmedaran dem bi dem dewlet gavan paş de diavêje û hevdîtin çêdibin. Lê ev nayê wateya rakirina tecrîdê.”

‘Gotînên Ocalan bandorekî mezin li raya giştî kir’

Der barê mijarê de hevserok Hulya Alokmen Uyanik jî bi lêv kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe, dê tecrîd û pirsgirêkên girêdayî wê jî neqedin. Uyanik wiha domand: “Pirsgirêka kurd, nifteya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Ev nifte jî birêz Ocalan e. Birêz Ocalan di hevdîtinên dawî de tiştên girîng gotin û bandoreke mezin li raya giştî kir. Rêyên hatine xitimandin vekirin. Lê piştî hilbijartina 31’ê adara 2019’an, sîstemê dît ku hildiweşe. Ji ber vê jî careke din li polîtîkaya şer û înkarê vegeriyan. Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve bi birêz Ocalan re hevdîtin nayên kirin.”

‘Tiliya hêzên navdewletî jî di tecrîdê de heye’

Herî dawî jî Uyanik ev tişt destnîşan kir: “Li Rojhilata Navîn, pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd jî bi birêz Ocalan ve girêdayî ye. Ger pirsgirêka kurd çareser nebe, li Rojhilata Navîn tu gel dê nekare bi rehetî bêhn bigire. Bi hevdîtinên bi birêz Ocalan re civakên Tirkiye û Rojhilata Navîn bêhnê distîne. Rehetî û aramî dikeve nava civakê. Tirkiye bi tena serê xwe nikare tecrîdê kûr bike û destê hêzên navdewletî di tecrîdê de heye. Birêz Ocalan çawa ku bi kompoloyekê anîn Tirkiyeyê, niha jî bi heman awayî tecrîdê dimeşînin. Kurdistan ji her demê bêhtir nêzî statûya xwe ye. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî tecrîdê kûr dikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar