Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mihê çima tif dike?

Dema mirov ji bakurê Kurdistanê derbasê başûrê Kurdistanê dibe û deriyê sînoran xilas dike, tabelayek mezin dinivîse hûn bixêr hatin Kurdistanê… Dema mirov hinek din derbas dibe û tê nêzî caddeye ku diçe Duhokê, li wir jî dînê bi navê Mihê hemû însanan pêşwazî dike.

Mihê dînek zaxoyî ye. Li ser rêya Duhokê sekiniye û kîjan erebe di wir de derbas dibe tif dike wan. Vî karî ji xwe re kiriye karek rojane. Sibehê dest pê dike heta dibe êvar… Baran bê, berf bê, tofan bê, Mihê dîsa tê ser rê û tif dike însanan. Kela kela germa havînê ku ji germa îmana mirovan dertê, Mihê nade sekinandin. Di vî germê de, Mihê dîsa li ser kar e. Kîjan seyare derbas dibe, Mihê tif dike. Tifa Mihê li gor marqeya erebayan diguher e. Ger seyarek xweşik û yên zengînan bê, Mihê êdî bi hidet tif dike. Ger seyarek kevin an jî yên feqîran bê, bi asayî tif dike. Tifa Mihê li gor tebaqeyan mirovan e.

Mihê tif dike kî? Hema tif dike hemû kesî. Jin û mêr, ciwan û kal, feqîr û zengîn. Hemû kes ji tifa Mihê nesîbê xwe digire. Di wî rêy de, hemû kes derbas dibin. Kurd, tirk, ereb, fars, sunî, şiî, hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn. Olperest, neteweperest, mezhepperst, nîjadperest, zayindeperest… Mihê tif dike hemû kesan.

Bi rastî jî balkêş e. Mihê çima tif dike hemû mirovan? Kîja rewş Mihê aniye vî astî? Mihê çima dîn bûye? Mihê dîn e yan ên di wir de derbas dibin? Mihê dîn e yan ew neteweperestên ku netewên din wek kole ji xwe re dibînin û ji bo vê yekê, netewên din serjê dike? Mihê dîn e yan ew kesên ji bo ol û mezhebên xwe, serê wan kesên ku li dij ol û mezheba wî disekine, serjê dike dîn in? Mihê dîn e yan kapîtalîst û lîberalên ji bo berjewendiyên xwe yên yekkesî Rojhilatê Navîn kirine wek gola xwînê dîn in?

Mirovek çima dîn dibe? Nurolog dibêjin ji ber ku mejî darbe dixwe ji ber vê yekê. Psîkolog dibêjin psîkolojiya wî xêra bûye. Belkî rastiyek van gotinan hebe. Lê yên ku mirovan dîn dike civak û pêşveçûnên civakî ne. Bela sebe kes dîn nabe. Bûyerek diqewime û pişt bûyerê dînbûn çêdibe. Hin dîn hene fikir û nêrînên wan li ser civaka asayî ne. Hin dîn jî hene sekin û jiyana wan li derveyî civakê ye. Civaka asayî jî di navbera her du dînan de maye. Mirov rastiyê bibêje, pergala cîhanê hemû civakê dîn kiriye. Netew dewlet hemû bûne wek timarxaneyan. Dewleta ku herî zêde bûye timarxane jî dewleta tirk e.

Dema ez di wir de derbas bûm û Mihê tif kir seyara me, ev fikir hemû di mejiyê min de derbasbûn. Min jî got Mihê mafdar e û bila tif bike hemû kesî…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar