Gelê kurd gelek caran bi şêwazên cuda ji aliyê dijminên xwe ve bi berdewam rastî jenosîdan hatine. Yên herî diyarker jî di warê tûnekirina ziman û bi awayekî ne raste rast dagirkirina xakê ye. Derbarê vê yekê Pisporê Zimanê Kurdî û Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Hogir Mihemed ji Rojnews’ê re axivî.
‘Kurdistan kirine 5 parçe’
Hogir Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ger, desthilat û gel helwesta xwe nîşan nedin, divê li benda Enfalên din bin û wiha got: “Gelek cur û rêbazên jenosîdan hene ku yek ji wan jenosîda ziman e. Dema ku neteweyek zimanê wê ji holê rabû, dijminên wan hîn hêsantir dikarin yekitiya neteweyî tûnebikin û xaka wan dagir bikin. Niha jî hemû şêwazên jenosîdên li beramberî me tên kirin, sedema wê eve ku em ji xwe bawer nakin û ne yekgirtîne. Kurdistan kirine 5 parçe, lê ji sedan 1’ê kurdan wiha dibêje. Hemû wisa dizanin ku axa wan kirine 4 parçe. Dema ku neteweyek bi zimanê xwe ji bo mafê xwe xebat neke, wê demê ev yek para jenosîdên din ku her şêwazê jenosîdan were kirin.”
‘Gelo ji bo jenosîdên din rû nedin me çi kiriye?’
Dr. Hogir Mihemed her wiha balkişand li ser bê xemî û ji rêzê derbazkirina bîranîna jenosîdên li ser civakê hatîn pêkanîn û wiha anî ziman. “182 hezar kurd di dawiya sedsala 20’an de bi saxî hatin binaxkirin, lê bîranîna vê jenosîdê ji hinek merasîm, semîner û axaftinên çend siyasetmedaran wêdetir derbas nake. Li aliyê din Hîroşîma û Nagasakî ji bo bîranîna qirkirinê her sal zarokên ji her temenî dibin monomentan û hemû bermayan bi panoramayekê nîşan didin da ku bizanin çi bi serê neteweyên wan hatiye. Gelê kurd ji bo ji bîrnebûna jenosîdên li ser hatîn kirin, çi kiriye? Piraniya pîr û kalên ku şahîdê buyeran bûn mirin. Lê gelo ji beriya bimirin, em çûn me çîrokên wan bigirin û bikin fîlmek da ku cihan bibîne? Ji bilî hewldanên şexsî, gelo kes ji me çû wêneyek wan bigire û navê wan qeyd bike? Na ger em wiha nakin, divê li benda Enfalên din bin ku bi ser gelê me de werin.”
‘Neteweya kurd din di bin metirsiyek mezin de ye’
Dr. Hogir Mihemed wiha axaftina xwe domand: “Di sala 1991’an de dewletên serdest, di bin navê berjewendiyên xwe de, hinek derfet ji kurdan de dabînkirin ku bikarîbin sud jê bigirin. Bi milyaran dolar li herêmê xerçkirin, lê niha nirxê gelê kurd li gel dijmin ji dema Sedam ketîtire. Neteweya kurd ji yên din zêdetir dibin metirsiyek mezin de ye. Ew jî firotina zevî, mal û apartmanan ji biyaniyan re ye ku ev yek jî kurdan berbi tûnebûnê ve dibe. Kesên biyanî li ser xaka kurdan dizewicin û gelek zarokan tînin cihanê û li vir dibin milyarder. Armanca ciwanên vî welatî jî hemû ew e ku ji vî welatî birevin. Yên ku dimînin û dizewicin jî, ji ber rewşa xirab a li welat heyî anîna zarokekê mecbûrî dibînin.”
‘Ger em ji bo xwe bêdeng bin, ew jî bêdeng dimînin’
Dr. Hogir li ser bêdengiya dewletên serdest ya li beramberî mijara jenosîdkirina kurdan wiha axivî: “Civaka navneteweyî temaşe dike ku hûn çiqas ji bo zindîhêlana jenosîdan xebat dikin, ger em bi xwe ji bo xwe nexebitin, ew jî bêdeng dimînin. Ji ber ku berjewendiyên wan li gel dewletên ku van sûcan encam dide zêdetir ji berjewendiyên li gel me heyî. Ger me bi awayekî akademîk li ser naskirina jenosîdê bi rêya sînema û zanîngehan xebat bikira û cihan vê mijarê têgihiştiba, gelo wê niha hemû welatên cihanê li dijî qirkirina me helwest nîşan nedaban? Sedema avakirina qada qedexeya firînê li Herêmê piştî şoreşa sala 1991’an, ew bû ku netewên din agahiya wan hebû ku çi karesat bi serê kurdan hatiye. Agahdarbûna desthilatên welatan li ser mijara kurdan ji agahdarbûna neteweyên wan cudaye. Helwestên neteweyan wê bandorek mezintir çêbike, lewra divê xebat ji bo nasandina jenosîdan bi neteweyên din were kirin.”
‘Encama nebûna yekgirtîbûnê jenosîd pêk tên’
Mamostayê Zanîngehê û Pisporê Zimanê Kurdî Dr. Hogir Mihemed di dawiya axaftina xwe de qala hewlên nû yên erebkirina Efrînê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Welatên Kweyt û Qetar niha li Efrînê, di bin navê xêrxwaziyê de apartmanan ava dikin. Bi milyaran pere didin ku bi milyonan ereb li rojavayê Kurdistanê û Efrînê bi cih bikin. Kesek ji me li ser vê yekê deng dernexistiye, ji ber vê yekê agahiya kesê ji rewşa me nîne. Ev yek jî encama nebûna yekgirtiya me ye. Sedemek din jî ewe ku me dikaribû em baxivin, lê me nekir.”