Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Mihemed Goran: Pênûsa xwe nefiroşin!

Nivîskar û rojnamevanê Hewlêrî Mihemed Goran ku xwediyê çar pirtûkên newaze ye, hestên netewî, çand û wêjeya Kurdî, di fikir û nivîsandinên xwe de reng dike ku weke ew bi xwe dibêje dixwaze bi van berhemên xwe dîroka gelê xwe, kesayetên wêjevan, siyasetmedar û şoreşger yên netewa xwe bi nifşê niha bide nasandin. Nivîskar bang li nivîskaran dike ku pênûsên xwe nefiroşin.

Mihemed Husên Şerîf ku bi nasnavê Mihemed Goran tê naskirin, 25 salin mamosteye û nîştecihê bajarê Hewlêrê ye. Li sala 199’ê dest bi karê nivîskariyê kiriye. Lê pêşiyê bi karê rojnamevaniyê dest pê kiriye û heta niha jî weke rojnamevan xebatên xwe didomîne. Di kovara Dîwan ya li Hewlêrê tê weşandin, rêveberê karê nivîsane. Di gelek rojname û kovaran de xebitiye.

Pirtûkên Mihemed Goran wiha ne; Remzî Nafîh-Zarokê Fedekarê Kurdistanê – sê caran hatiye çapkirin, Xanê Lep Zêrîn û Şerê Şeş Mehan yê Kelha Dimdim, Mîr Mihemed Dergeleyî, Keçên Dibistanê  ku di vê pirtûkê de behsa keçên ku di salên berê de hemû qeyd û bend şikandine, çûne dibistanê û xwendine, dike.

Mihemed Goran ji Rojnews’ê re axivî û got; “Nivîsîna bê armanc nabe. Armanca min jî ji nivîsînan ewe ku demboriya gelê xwe bi nifşê niha û pêşerojê bidim nasandin. Ji ber ku divê nifşê niha bizane ya ku îro heye peywendiya xwe bi xebat û têkoşîna demboriyê ve heye. Divê em bizanîn di demboriyê de kê ji bo gelê xwe têkoşiya ye û niha jî kî xwedî desthilate û desthilatdariyê dike.

Nivîskar Mihemed dibêje her pirtûkeke wî xwedî armanceke cuda ye û got; “Di her sê pirtûkên min yên destpêkê de mebesta min nifşên niha bizanin ku xelkek hemû di demên borî de kar û xebatên mezin ji gelê xwe re kirine û divê rêx li wê xebat û têkoşîna wan bê girtin.”

Rojnamevan û nivîskar Mihemed Goran dibêje bi tu awayî nabe ku nivîskar bazirganiyê bi nivîsînê bikin û got; “Gilî û gazindên min ji wan nivîskarên xanenişîn û dewlemend heye ku ji bo çapkirina pirtûkên xwe pere dixwazin. Min çar pirtûk çapkirine û hemû ji kîsê min bû. Min nehêlaye bandoreke nerênî li ser jiyana min çêbike. Di dawiyê de nivîskar dikare hinek pere bi rêya firotina pirtûkên xwe bidest bixe. Lê nabe çavê nivîskaran tim li ser komkirina pere be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar