Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Perşembe - 12 Aralık 2024

Mihemed Şêxo: Gelên Sûriyeyê bêxwedî hatine hiştin

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê cara duyemîn welatiyên kurd neçar mane koçber bibin û got: "Sûriye, yek ji welatên sereke yên Rojhilata Navîn e. Lê van şerên tên kirin yek jê jî ne ji bo berjewendiya gelan e. Her kes ketiye etra berjewendiyên xwe. Lewma gelên Sûriyeyê bê xwedî hatine hiştin."

Çeteyên dewleta Tirk ên bermahiyên DAIŞ-El Qaîde bi navê Tehrîr El-Şam (HTŞ) di 26’ê Mijdarê de dest bi êrîşê kirin, rejîma Esed hilweşiya. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Efrîniyên ku ji ber dagirkerina Efrînê di sala 2019’an de li herêmên Til Rifat û Şehbayê bi cih bûn careke din koçber bûn. Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo li ser rewşa gel agahî da.

Hevserok Mihemed Şêxo diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane ku careke din koçber bibin û got ku aloziyên li Sûriyeyê ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, hewldana hêzên mezin e ku polîtîkayên xwe bidomînin. Şêxo bal kişand ku tiştên diqewimin nîşaneya nakokiya berjewendiyên li Rojhilata Navîn e û got: “Tişta ku di van demên dawî de rû da, hevkêşeyeke siyasî ya li Sûriyeyê bi giştî ye. Ev nakokiya berjewendiyên hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn e. Li aliyekî Îran û Rûsya, li aliyê din jî DYA û welatên din polîtîkayên xwe dimeşînin. Sûriye, yek ji welatên sereke yên Rojhilata Navîn e. Lê van şerên tên kirin yek jê jî ne ji bo berjewendiya gelan e. Her kes ketiye etra berjewendiyên xwe. Lewma gelên Sûriyeyê bê xwedî hatine hiştin.”

Mihemed Şêxo da zanîn ku hevbendî û tevgerên siyasî yên ji sala 2019’an ve li Sûriyeyê hatine kirin, bi armanca lawazkirina rejîma Sûriyeyê ne û anî ziman ku herî zêde sivîl zirar dîtine. Şêxo bal kişand ku êrîşên çeteyên dewleta tirk sivîlan dikin hedef û wiha domand: “Çeteyên ku Tirkiye destekê dide wan, vê herêma ku gel bi hev re lê dijîn dike hedef. Ev modela yekîtiya gelan û bi fikra neteweya demokratîk, berovajî berjewendiyên van hêzan e. Lewma dixwazin vîna jiyana bi hev re ya gelan bişikînin. Niha em di şert û mercên zivistanê de ne û di van şertan de koç dikin. Di rê de rastî êrişên çeteyan tên. Bi taybetî zarok, jin û extiyar bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû ne. Gelê me yê ku ji Efrînê neçar ma koçî Til Rifat û Şehba bibe, niha careke din rastî koçberiyê tê. Gelê me tu carî hêviya xwe winda nekiriye ku rojekê vegere ser axa xwe.”

Şêxo da zanîn ku hejmara koçberan gihaştiye 100 hezarî û got ku Rêveberiya Xweser ji bo bicîkirina welatiyan hewlên mezin didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo gelê me di nava sermayê de nemîne, em konan vedigirin. Ji bo gelê me tevî zehmetiyan jiyana xwe bi aştiyane pêk bîne, têdikoşin. Di vî şerî de berdêla herî giran gel dide, lê belê gelê me li ber xwe dide. Li gel vê jî divê saziyên mafên mirovan û parêzvanên navneteweyî li hemberî vê wehşetê bêhest nebin. Gel di nava serma, birçîbûn û êrîşên berdewam de ji bo jiyanê têdikoşe, divê raya giştî ya cîhanê dawî li vê hovîtiyê bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar