Navenda Nûçeyan |
18’emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê ji ber pandemiya şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) dê di 12’ê hezîranê de li ser onlîne dest pê bike.
Tê payîn ku di mîhrîcanê de dê ji 38 welatan fîlm ji temaşevanan re bên pêşkeşkirin. Mîhrîcana ku dê li ser sîteya Fîlmmor webê were şopandin, dê heta 22’yê hezîranê berdewam bike.