Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mîhrîcana Fîlmmor dest pê dike

Mîhrîcana Fîlmên Jina ya Fîlmmor a 17’emîn, di 7’ê adarê de li Stenbolê dest pê dike. Avakara Kooperatîfa Jinê ya Fîlmmor Melek Ozman wiha got: “Em dixwazin bi mîhrîcanê xwe bigihînin hemû jinên jiyana wan tê tecrîdkirin.”

Mîhrîcana Fîlmên Jina ya Fîlmmor a Navnetewî ya 17’emîn, di 7’ê adarê de li Stenbolê dest pê dike. Piştî Stenbolê, dê mîhrîcan di 9-10’ê adarê de li Gîresûnê, di 6-7’ê nîsanê de li Îzmîrê, di 13-14’ê nîsanê de li Mêrsînê, di 20-21’ê nîsanê de li Antalyayê, di 27-28’ê nîsanê de li Edeneyê û di 4-5’ê gulanê de li Amedê dewam bike. Dê di çarçoveya mîhrîcanê de bi gelek zimanan 74 fîlm bên nîşandan û her wiha wê atolye, panel, gotûbêj û forûm jî bên lidarxistin. Piştî mîhrîcanê dê hin xelat bên dayîn. Endamên Fîlmmorê Ulku Songul û Melek Ozman, behsa naveroka mîhrîcanê kirin.

Endama Fîlmmorê Ulku Songul anî ziman ku dê mîhrîcan nêzî du mehan dewam bike û ji bo mîhrîcanê li Tirkiyeyê gelek kesan serî li wan daye. Songul da zanîn ku dê ji bilî nîşandana fîlman panel, gotûbêj û çalakiyên cuda jî bên lidarxistin. Songul anî ziman ku îsal dê tevî jinên senarîst tev bigerin û got: “Her wiha wê ji derveyî welat jî gelek mêvan bên. Wê di mîhrîcanê de bi navê ‘Fîkîrden Perdeye’ atolyeyek jî bê lidarxistin. Dê di atolyeyê de peydabûna fikra der barê çêkirina fîlman de bê nîqaşkirin. Ji xeynî vê, niha hilbijartinên herêmî hene û em biçin kîjan bajarî em ê tevî jinan forûmên hilbijartinê jî li dar bixin.”

Songul diyar kir ku dê di mîhrîcana îsal de li dijî taciz û mobbîngên di sektora sînemayê de rû didin xelatên “Kameraya Mor, Jina Sînemager a Dibe Cihê Hêviyê” bidin.

‘Wezareta Çandê got mîhrîcaneke nemunasîb’

Melek Ozman jî anî ziman ku 17 sal in ew vî karî dikin û ew ji bo fîlmên jinan tev digerin. Ozman bilêv kir ku li Tirkiyeyê hin mîhrîcan tên qedexekirin û Wezareta Çandê ji bo mîhrîcana wan jî gotiye ‘mîhrîcaneke nemunasîb’ û wiha got: “Helbet, ji ber em ne jinên meqbûl in wisa dibêje. Loma 17 sal in ev mîhrîcan tenê ji bo me ne cihekî temaşekirina fîlma ye. Di heman demê de qada forûm, piştevanî û hêzdariyê ye. Loma pir biqîmet e.”

Bang li jinan kir

Ozman destnîşan kir ku bi mîhrîcanê ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinên jiyana wan tê tecrîdkirin û wiha got: “Zilam fîlmên zilaman çêdikin, lê jin tenê fîlmên jinan çênakin. Der barê hemû qadên jiyanê de fîlman çêdikin.”  Ozman da zanîn ku ji bo mîhrîcana îsal wan ji her deverê cîhanê fîlm berhev kirine û ji bo beşdarbûna mîhrîcanê bang li hemû jinan kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar