Mihrîcana Lîstikên Jinan, bi organîzasyona Çand Huner Atolye û bi derheneriya hunerê ya Şanoya Hunerê ya Enqereyê (AST) dest pê dike. Mihrîcana şanoyê ya ku bi temaya jinan cara ewil tê lidarxistin, hem mil dayîna hunerê, hem jî mil dayîna têkoşîna jinan armanc dike.
Mîhrîcana ku dê her roj çîrokeke jinekê bigire dest, di navbera 4 û 11’ê adarê de li Dika Bîlkent a AST û di navbera 17 û 27’ê adarê de jî bi malovaniya Şaredariya Ayvalikê dê li navçeya Ayvalik a Balikesîrê li Dika Nejat Ûygûr a Sînemaya Vûral were pêkanîn. Ji ber şertên pandemiyê wê bi sînor temaşevan bên qebûlkirin. Eywan jî dê li gorî bergiriyên pandemiyê bên amadekirin. ENQERE