Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Mijara sereke ya konferansa DBP’ê dê tecrîd be

DBP beriya kongera xwe amadekariya di 5’ê mijdarê de li Amedê konferanseke mezin li dar bixe dike. Endamê MYK’a partiyê Farûk Tatli destnîşan kir ku yek ji rojeva bingehîn a konferansê tecrîda li Îmraliyê ye.  

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê 6’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar bixe. Partî dê beriya kongreye jî di 5’ê mijdarê de li Eywana Dawetê ya Geterler a li Amedê konferanseke mezin li dar bixe. Tê payîn ku bi hezaran kesên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê beşdarî konferansa ku bi dirûşmeya “Bi civaka rêxistinkirî re em jiyana azad ava bikin” bê lidarxistin. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DBP’ê Farûk Tatli bal kişand ser girîngiya konferansa ku dê li dar bixin û anî ziman ku konferans “kongreya sereke” ye.

Tatli, da zanîn ku di sala 2015’an de rêxistinên xwe kêm kirin û piştî kongreya ku di sibata 2021’an de li dar xistin bi dirûşmeya “Li Kurdistanê xwe bi rêxistinkirin” li 20 bajaran xwe jinûve birêxistinkirin. Tatli, anî ziman ku li bajarên Tirkiyeyê jî buroyên şewrê vekirin û rêxistinkirina xwe mezin kirine. Tatli, diyar kir ku beriya kongreyê di gelek mijaran de nîqaş kirine û di civînên gel de têkildarî serdema pêşiya wan de pêşniyarên li ser nexşerêyê wergirtine. Tatli, bi lêv kir ku di 5’ê mijdarê de jî bi tevlibûneke bergireh dê bi gel re bên bahev û da zanîn ku dê di vê konferansê de nexşerêya xwe aşkera bikin.

Tatli, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Weke tê zanîn partiyên siyasî neçarin ku kongreyên xwe li Enqereyê bikin. Em ê li Enqereyê bêtir kongreyeke temsîlî li dar bixin. Em ê kongre û konferansa xwe ya esas li Amedê bi gel re li dar bixin. Em ê li vir nexşerêya xwe ya serdema nû û jinûve rêxistinkirina xwe nîqaş bikin.”

Tatli, anî ziman ku mijara herî zêde hate nîqaşkirin belavbûna di rêxistibûyîne de ya piştî hilbijartinên giştî yên di meha Gulanê de hatin kirin bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me ya bingehîn li Kurdistanê jinûve rêxistinkirinê pêk bînin û têkoşînê bilind bikin. Dema îro li siyaseta Tirkiyeyê dinerin xetimînek û dubarekirineke cidî heye. Di derketina ji vê xetimînê de rol û misyoneke cidî dikeve ser milê DBP’ê. Em jî xwedî vîneke xurt in ku vê yekê ji gel re, ji navenda siyasetê re nîşan bidin. Ev kongre jî di warê rêxistinî de xaleke werçerxê ya cidî ye.”

Tatli, bal kişand ku di pêvajoyeke ku di erdnîgariya Rojhilata Navîn de geşedanên girîng çêdibin de derbas dibin û îşaret bi şerê Îsraîl û Filistînê kir. Tatli, axaftina xwe wiha domand: “Armanca me ew e ku bi felsefeya xwe ya bi tarzê jiyana demokratîk û komunal ji gengeşiya Rojhilata Navîn re bibin bersiv. Divê em weke gelê kurd di vê pêvajoyê de rêxistinkirina xwe xurttir bikin û di avakirina yekitiya xwe de bikevin nava hewldanên cidî. Konferansa 5’ê mijdarê ji vî aliyî ve girîng û dîrokî ye.”

Tatli, anî ziman ku roleke girîng didin kongre û konferansê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû gelê me vexwendî konferansê ye. Di konferansa me de dê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê destnîşankiri. Di konferansê de dê hin biryarên têkildarî rakirina tecrîdê de jî bên aşkerekirin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar