Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Mijarên sereke yên hevdîtina rayedarên tirk û Îranê

Serdana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya Tirkiyeyê piştî ku 2 caran hate taloqkirin û betalkirin dawî pêk hat. Her çendî ku di medyayê hin mijarên ku dê di vê serdanê de werin nîqaşkirin bi rengekî hatin rêzkirin. Lê di rastiya xwe de mijarên herî sereke ên ku dê mohra xwe li nîqaşan bidin ji alî medyayê ve neketin rojevê.

Wekî tê zanîn serdana yekem qaşo ji bo nerazîbûna li hemberî bazirganiya dewleta tirk a bi Îsraîlê re hate taloqkirin. Serdana duyemîn jî ji ber teqîna li Îranê pêk hat hatibû taloqkirin.

Li gorî medyayê mijarên sereke ên ku di vê civînê de dê werin nîqaşkirin şerê li Xezayê di navbera Îsraîl û Hemasê de, li aliyê Wanê deriyeke din ê sînor di navbera herdu welatan de were vekirin û 10 peyman di warên aborî û veguhestinê de bên îmzekirin.

Lê dema mirov bala xwe dide tevger û hevdîtinên van rojên dawî ên rayedarên dewleta tirk baş tê xuyakirin ku dewleta tirk a ku di şerê li çiyayên Kurdistanê de tengav bûye, daxwaza alîkariyê ji Iraq û Îranê dike.

Beriya 2 rojan serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin serdana Iraqê kir û bi serokkomarê Iraqê re hevdîtin kir. Di wir de jî mijarên wekî pisgirêkên ava çeman û para Iraqê ya ji avê derketin pêş, lê li pişt perdeyê ew bazarên bi Iraqê re li ser hevkariya di warê şerê bi PKK’ê re hatin kirin.

Her çendî ku behsa gelek mijarên bazirganî û têkliyên herdu welatan were kirin li gorî baweriya min yek ji mijarên herî sereke yên ku dê di van hevdîtinan de derkevin pêş şerê li dijî kurda ye. Dewleta tirk ya ku di çiyayên Kuridistanê de li hemberî têkoşîna gerîlayên PKK’ê bêzar bûye dixwaze Iraq û Îranê di şerê li dijî tevgera gelê kurd de piştgiriya wê bikin.

Lewre mijara sereke ya van hevdîtinên rayedarên Îran û Tirkiyeyê jî dîsa dê mijara hevkariya li dijî gelê kurd be. Dewleta tirk dixwaze Iraq û Îranê jî li dijî gerîlayên Kurdistanê alîkariya artêşa wê bikin.

Her wiha li Sûriyeyê jî nehêlin ku kurdên rojavayê Kurdistanê bibin xwedî statu û destkeftiyên ku di 10 salên dawî de bidest xistine ji holê rabikin.

Mijareke din a sereke ku dibe di van hevdîtina de were nîqaşkirin mijara şerê di navbera alîgirên Îranê û Amerîkayê de ye. Îranê dixwaze ku Amerîkayê xwe ji Sûriye û Iraqê vekişîne û ev yek li hesabê dewleta tirk jî tê. Dewleta tirk jî hebûna Amerîka û koalisyona navdewletî wekî astengî li pêşiya projeya xwe ya serweriya li ser axa Sûriye û Iraqê dibîne.

Di mijara hevkariya li Sûriyeyê her çendî ku herdu dewlet li ser vê mijarê wek hev bifikirin jî gelek nakokî di mijara parvekirina desthilatiya li ser axa Sûriyeyê di navbera wan de heye. Tirkiye û Îranê jî li ser desthilatî û berfirehkirina serweriya xwe ya li ser xaka Sûriyeyê di nava pêşbirkê de ne.

Lê çiqasî lêkolîn û şîroveyên li ser vê serdanê werin kirin dûrî rastiya mijarên sereke be jî ji bo kesên rewşa şerê li çiyayên Kurdistanê û têkoşîna gerîlayan û encamên wê ji nêz ve dişopîne, dikare bi zelalî bibîne ku mijara sereke ya van hevdîtinên dawî bi rayedarên Iraq û Îranê çi ne.

Nûçeyên Têkildar