Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mikurhatin dilsozî ye

Xelîl Xemgîn
Xelîl Xemgîn
Asoya hunerê

Di hoyên taristanî yên Rojhilata Navîn de di nava qîlên cîhanek durûtî, berjewendperest û bê edalet de; ji neteweyeke perçe perçe, ji civakek li ber xirqên mirinê ku bi her cureyan pê hatî lîskandin, jinûvevejiyandin û hêvîdarkirin, mîna vegerandina miriyekî li jiyanê ye.

Ne karekî hêsan e. Bi temamî destan û efsûneyek e, bûye û dibe dîroka mirovahiyê. 40 sal e “Destarê vejîna jiyana nû” bi hemû zexmiya xwe bê rawestandin digere û berdewame.

Tu qeyd, bend û kelem nikarin xwe li ber rastiya vê felsefeya ku Rêber Apo afirandî ragirin. 40 sal e ji kîjan qonaxê heya ku derê!

Bi civakî û bi neteweyî êdî me daye ser şopa venegerê!
40 sal e tilsim û şîfreyên Ronesansê di ayetên vê felsefeyê de veşartîne.
Nêrînên ji derve çi dibin bila bibin, a pêwîst cewhera dînamîka hundirîn e.
Giranî û gewhera paradîgmaya Ocalan afirandiye, ji bo hemû gelan û civakan weke hêvî û Ronesansa serdemê tê pejirandin. Rexneya Ocalan ( …hêza we ya têgihîştin û fêmkirinê lewaz e, hûn min seranser fêm nakin, fêm bikin jî êdî derengmayî û fersendan ji dest direvînin) li tevger û civaka kurd dikir, îroj em dibînin ji derve de jî heman rexne ji aliyê rewşenbîr û zanyarên navneteweyî û herêmî ve tê piştrastkirin. Hem bi civakî hem jî bi rêxistinî hin teybetmendiyên me yên hişmendiyê, her demê bûne kelem li ber pêşketin û destkeftiyan.

Bê şik û guman im ku di van 40 salên borî de destkeftî û nirxên vê tevgerê afirandine, hem yekane ne û hem jî mucîzeyên sedsalê ne. Belkî hin kes vê yekê mubalexe bibînin lê mirov dikare mînakên van mucîzeyan bi serfirazî bibêje; di vê serdema ku hemû hêz û dewlet bi polîtîkayên şer û cengê ve mijûl in, bira ketiye pêsîra birayê xwe, ma karê kîjan Egîdan e ku bi çareseriya biratiya gelan bang bikin?

5 hezar sal dîroka koledariya jinê di serdema moderniteya kapîtalist de ku jin kirî xam-madeya sermayeya herî bingehîn. Vejîna jina serbilind û dengvedana berxwedana jina kurd ne mucîze ye ma çî ye! Bi baweriya min di dirêjiya salên tekoşînê de îro êdî zelaliya dihat hêvîkirin ji nava refên şoreşê heta xebatkar û kedkaran, ji dilxwaz û welatparêzan heta dost û alîgiran, du tîpên hişmendiyê derketine holê.

Tîpa yekemîn ji her milî de xwe bi felsefe û bîrdoziya Tevgera Azadiyê têr û tije xwedî dike, xwe mazûvan û xwediyê malê hîs dike û bi berpirsiyarî, wijdanî û exlaqî tevdigere. Tîpa duyemîn jî (Bi teybetî di van salên dawiyê de ev tîp zêde bûye) ji afirandinê bêhtir, çav li tiştên hazir e, gazinc û bendewariyan dike. Her demê dixwaze Tevgera Azadiyê veguhêze ser şêwaza xwe û xwe ji xwediyê malê bêhtir wek mêhvan û hukumdar dibîne.

Bêguman tespîtên me destnîşan kirine di her qadê de tên dîtin. Bê şik e ku para her yekê ji me di van kêmasî û netêrbûnan de heye. Her wiha bi sedema salvegera vejînê ji bo her kesekî wefadarî û erdemî ye ku mirov xwe ji kêmasî û netêrbûnê rizgar bike, hêvî û baweriyên xwe û derdora xwe xurt û qewîm bike. Em weke civak, welatparêz, ciwan, jin û ronakbîr xwe nêzî daxwaz û armancên Rêber Apo bikin û li xwe mikur bên ku ev dilsozî û dilpakî ye.

Nûçeyên Têkildar