Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Mîlîtanê fikir zikir çalakiyê: Kemal Pîr

Ji pêşengê rêya serkeftinê û mîlîtanê Tevgera Azadiya Kurdistanê ê enternasyonalîst Kemal Pîr, 41 sal berê bi têkoşîn û rêbaza xwe darbeya herî mezin li rejîma faşîst xist, îro jî rêya serkeftinê nîşan dide. 

Di sala 1982`an de li hemberî polîtîka û êrîşên qirkirine yên dewleta tirk a faşîst bi pêşengtiya PKK`ê de li zindanan berxwedaneke dîrokî ku piştre rêya têkoşînê jî diyar kir hat meşandin. Yek ji van berxwedanan çalakiya Rojiya Mirinê ya 14 Tîrmehê ye.

Roja 14 Tîrmeha 1982`an pêşeng û kadroyên PKK`ê li dadgeha dewleta faşîst biryara çalakiyê aşkere kirin. Yek ji damezrînerê PKK`ê Mehmet Hayrî Durmuş li salona dadgehê got ku ew li hemberî her cûre îşkence, zext û pêkanînên xirab çalakiya rojiya mirinê didin destpêkirin. Piştre jî komek hevalên wî jî mafê axaftinê girtin û gotin ku ew jî wê tevlî çalakiyê bibin. Ji pêşengên PKK`ê Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jî di nav koma çalakiyê de cih girtin.

Li gel hemû êrîş, îşkence û şerê taybet yê dewleta faşîst ku dixwast çalakiyê vala derxînê jî bi beşdariya gelek girtiyên azadiyê çalakî her çû mezin bû. Pêşengên çalakiyê Kemal Pîr roja 7`ê Îlonê, Mehmet Hayrî Durmuş 12`ê Îlonê, Akîf Yilmaz 15`ê Îlonê û Alî Çîçek jî 17`ê Îlonê şehîd bûn.

Rojiya mezin a mirine li zindan, Kurdistan û derveyî welat dengekî mezin veda, bi taybetî gelê kurd hişyar kir û di têkoşîna azadiyê de rûpelek nû vekir. Taybetmendiyên her çar şehîdên pêşeng ji bo têkoşîna ku îro gihîştiya mîlyonan kesan bûye rê û rêbaza heqîqatê.

Bi mûnasebeta şahadeta 41. salvegera wî de em jî kurte jiyan û têkoşîna Kemal Pîr parve dikin.

Kemal Pîr sala 1952`an li gundê Guzeloluk ê navçeya Torul a bajarê Gumuşhane yê Tirkiyeyê di nava malbateke xizan de jidayîkbûye. Dibistana serêtayî û navîn li warê xwe, ya amadehî jî li bajarê Ordu yê Tirkiyeyê diqedîne. Salên ku Kemal Pîr di dibisatana amedahî dixwîne ew salin ku pêla şoreşgerî ya 1968`an li tevahî cihanê belavbûye. Kemal Pîr yek ji pêşengên din yên PKK`ê Hakî Karêr li Ordu yê nas dike û hevaltiya wan li Enqereyê li zaningehê berdewam dike.

Piştî axaftina nîv saetê dayîna temenê xwe

Her dû di heman malê de dimînin. Sala 1970 li fakulteya ziman, dîrok û cografya ya zaningeha Enqereyê qeyda xwe çê dike. Di van salan de nêzî fikre Marksîst û Lenînîst dibe. Di wan salan de bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan Koma Şoreşgerên Kurdistanê xwe birêxistin dike. Kemal Pîr û Hakî Karêr jî li mala ku dimînin Rêber Abdullah Ocalan nas dikin. Di navbera Kemal Pîr û Rêber Abdullah Ocalan de axaftinek nîv saetê çê dibe. Piştî vê axaftinê jî Kemal Pîr biryar dide ku tevlî vê komê bibe.

Vegera Kurdistanê

Koma Şoreşgerên Kurdistanê di nîviya salên 1970`an de biryara ji Enqereyê vegerin Kurdistanê dide. Kemal Pîr ku bi feraseta enternasyonalîst nêzî dibe di çarçoveya vê biryarê de li Dêrsîm, Dîlok, Hîlvan, Sîwerek û Amedê pêşengiya xebatên rêxistinkirinê dike. Di van xebatan de li ser her kesekî ku pê re axiviye bandoreke mayînde ava dike. Kemal Pîr têkildarî wan salan ji hevalên xwe yên komê re gotibû; “Me hewlda însanan îkna bikin, eger 3 saet pêwîst bikin 3 saet, eger 300 saet pêwîst bikin em 300 saetan mijûl bûn.”

Bandora Kemal Pîr ya li ser dijmin

Kemal Pîr di sala 1976`an de dema ji bo tevlîbûna civîna Tuzluçayir a li Enqereyê derdikeve rê de tê girtin û wî destpêkê dibin girtîgeha Kizilcihemam piştre jî dibin girtîgeha Ulubey ya Enqere yê. Li vê derê di nava hefteyekê de bandorê li ser gardiyanan dike û xwe ji girtîgehê xilas dike. Di sala 1978`an de vê carê li Riha yê tê girtin, di sala 1979`an de di nava girtiyên adlî de rêxistineke çê dike û dîsa xwe ji girtîgehê xilas dike.

Dîlketina destê dijmin

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan di sala 1979`an de derket qada Rojhilata Navîn û dest bi perwerdekirina kadroyên PKK`ê kir, Kemal Pîr jî di van salan de derbasî kampên li Filîst-Lubnan dibe. Li vir tevlî xebatên perwerdekirina mîlîtanan ya siyasî û leşkerî dibe. Di çarçoveya amadekariyên têkoşîna çekdarî de dîsa vedigerê Kurdistanê. Lê di payîza 1980`an de li ser rêya Elih û Sason ê dikevê kemîna artêşa dewleta tirk dîl tê girtin û wî dibin zindana Amedê.

“PKK teslîmiyet na berxwedan fêrî me kiriye”

Dîlketina Kemal Pîr ew dem bû ku li Tirkiyeyê artêşê dest danîbû ser desthiladariyê, li gelek deveran komkujî pêk anîbûn, bi dehhezaran însan hatibûn girtin, li zindanan îşkence û hovîtî derketibû asta herî jor. Di vê demê de hêza ku herî zêde xwe birêxistin kiriye û li ser piyan mayî jî PKK bû. Lewma dewleta faşîst bi hezaran kadro, milîtan û sempatîzanên PKK girtin û dixwastin li zindanan de îradeyê bişkînin. Li hemberî vê hovîtiyê Kemal Pîr li gel Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di sala 1982`an de rojiya mezin a mirinê dide destpêkirin. Piştî ku Hayrî Durmuş li salona dadgehê çalakî ragihand Kemal Pîr jî mafê axaftinê girt û got: “Ez jî tevlî rojiya mirinê dibim. Wekî hevalê Alî Çîçek jî gotiye; PKK teslîmiyet na berxwedan fêrî me kiriye.”

“Em qasî ji jiyanê hêz dikin ku di oxira wê de bimirin”

Di roja 50`emîn a berxwedanê de rayadarên faşîst yên dewleta tirk dibêjin; “Kemal dev ji rojiya mirinê berde. Binêr te çavên xwe windakirin, sibe tê felç bibe, rojek din tê bimire. Li ber vê nakeve, tevî hemû tiştî jî pêwîste bijî.” Kemal Pîr li hemberî van gotinên faşîstan bersiva ku di rûpelên dîrokê de cih girt û rêbazê têkoşînê nîşan dide da; “Em qasî ji jiyanê hêz dikin ku di oxira wê de bimirin.”

“Dema difikirê dike dema dike jî difikirê”

Kemal Pîr, girêdan û hevaltiya xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re bi gotinên wekî “Ruhê Rêber Apo ruhê me hemûyan e” aniye ziman. Di aliyê îdeolojîk, rêxistinî û çalakiyê de wekî pêşeng û pêkanîner derketiye pêş. Yanî bi gotina Rêber Abdullah Ocalan, “Dema difikirê dike dema dike jî difikirê.” Lewma di têkoşîna azadiya Kurdistanê de wekî mînaka yekîtiya fikir-zikir-çalakî tê nîşandan û tarzê wî wekî rêbaza serkeftin, azadiyê tê zanîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar