Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Min zarokên xwe hînî berxwedanê kir’

Meryem Erbey ku 3 zarokên wê li girtîgehê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye wiha got: “Ez bi zarokên xwe serbilind im ku li ber xwe didin. Min zarokên xwe hînî berxwedanê kir.”

3 zarokên Meryem Erbey, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên cuda di grevên birçîbûnê de ne. Kurê wê Mehmet Erbey ji 26’ê kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, keça wê Maşallah Erbey ji 5’ê çileyê ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê, kurê wê Serhat Erbey ê 22 salî jî li Girtîgeha Denîzliyê di greva birçîbûnê de ne.

Dayik Meryem Erbey a 65 salî qala serpêhatiya xwe kir û ev tişt anî ziman: “3 ji 7 zarokên min derketin serê çiyê. Yek jê şehîd bû. 3 zarokên min jî ketin girtîgehê. Kurekî min ma, ew jî ji ber zext û zordariyê neçar ma biçe Swîsreyê. Dewletê dest ji me berneda, nehişt bêhn bê ber me. Hefteyê herî kêm carekê tên ber deriyê min û me bêzar dikin. Timî li zarokên min ên li çiyê dipirsin, ez jî ji wan re dibêjim ‘ger hûn cihê wan zanibin min jî bibe cem wan’. Li malê tenê ez û hevserê min hene. Ji bilî du extiyaran kes nemaye. Dewletê rêyeke din ji me re nehişt.”

Dayik Erbey diyar kir ku ew ji halê xwe şukir dike û wiha got: “Di her şert û mercî de ez bi zarokên xwe serbilind im ku bi rengekî bedew li ber xwe didin. Heta ku halê me kurdan ev be, zarokên min jî wê her li ber xwe bidin. Ez ê jî heta dawiyê piştgiriyê bidim wan. Kurê min Mehmet ji ber ku di greva birçîbûnê de ye, li wî dane. Ji ber lêdana giran çend rojan nekarî bimeşe. Heta ku Rêberê vî gelî tecrîdkirî be, heta ku zext û zordariya li vî gelî tê kirin bidome, daxwaza min a ji ewladên min ew e ku berxwedana xwe mezin bikin. Min zarokên xwe hînî berxwedanê kir.” EDENE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar