Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mîna Kawayê Hesinkar li dijî zilmê serî hilda: Şêladizê

Êvarêkê hêrsa Behdînanê gihîşt lûkteyê. Êdî nekarî li hemberî kuştin û birîndarkirina zarokên xwe, şewitandina bax û gundên xwe çavê xwe bigire. Lewma li dijî li baregehên tirk ên bi tankan dihatin parastin serî hildan

Ji beriya 3 salan serhildana xelkê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk destpê kir. Di 23’yê Çileya 2019’an de li navçeya Şêladiz a dikeve Herêma Behdînanê, ji ber bombebarana artêşa tirk a dagirker 5 welatiyên sivîl şehîd bûn. Bombebarana artêşa tirk a li ser herêmê rastî nerazibûna gel hat.

Êdî hêrsa welatiyan gihîşt lûtkeyê û di êvara 26’ê Çileyê de li Şêladizê, dijî baregehên artêşa tirk a dagirker dest bi serhildanê kir. Xelkê Şêladizê bi ser baregehên artêşa tirk de girtin û şewitandin. Leşkerên tirk raste rast bi guleyan êrîşê welatiyan kirin.

Destpêkê serhildanê li navenda Şêladizê destpê kir. Piştre xelkê Şêladiz bi meşê ketin nava baregehên dewleta tirk a dagirker. Welatiyan baregeh, çek, kel û pelên leşkerên tirk şewitandin. Leşkerên tirk bi guleyan êrîşî welatiyan kir. Di êrîşê de 2 welatî şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.

Serhildana xelkê Şêladiz ne tenê dijî baregehek artêşa tirk bû, di heman demê de ji bo gelê kurd jî peyamek zelal bû û gotin: “Gelê kurd tu carî hebûna hêzek dagirker li ser xaka xwe qebûl nake. Ne jî hevkariya bi dagirkeran re qebûl dike.”

Xelkê Şêladiz bivê helwesta xwe peyam dan desthilata Herêma Kurdistanê da ku êdî hevkariyê bi dagirkeran re neke.

Serhildana Şêladizê ji bo Behdînanê xala werçerxanê bû. Vê serhildanê gelek desthilata Herêma Kurdistanê tirsan. Li Behdînanê zenga, serîrakirina nifşek nû ya li dijî nedadperî, gendelî û dagirkeriyê lê da.

Ji bo kontrolkirina rewşê PDK’ê ji Dihokê hêz sewqî Şêladizê kir. Her wiha di heman demê de balafirên şer ên dewleta tirk li ser Şêladizê bi nizim difiriyan.

28 sal bû xelkê Herêma Kurdistanê ji ber dagirkeriya dewleta tirk a dagirker a li ser xaka başûrê Kurdistanê, bedelên mezin dan. Ji bo vê Raperîna Şêladiz di heman demê de ji bo desthilatên Herêma Kurdistanê jî peyamek zelal bû.

Piştî serhildanê Wezareta Derve ya Iraqê gulebarankirina welatiyên Şêladizê ku leşkerên tirk welatî gulebarankirin, şermezar kir. Bang li balyozê Tirkiyeyê yê li Bexda kir û nameya nerazîbûnê radest kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berevajiya daxwaza xelkê, wê demê şêladiziyan weke ‘provakator’ binav kir. Barzanî di heman demê de rojnamegerên raperîna Şêladizê gihandîn raya giştî jî kir hedefa xwe.

Piştî serhildanê li şûna ku rêveberiya Herêma Kurdistanê xwe li ber çavan re derbas bike, dest bi pêla binçavkirina rojnameger, aktîvîst û welatiyên Behdînanê kir û zextên xwe zêde kir.

Zêdetir 150 rojnameger, aktîvîst û welatî hatin binçavkirin û girtin. Beşek ji wan hatin cezakirin û hîn çarenûsa hinekan nediyar e.

Li gorî agahiyan, ji 240 gundên Şêladizê 144 gund ji ber bombebarana dewleta tirk vala bûne.

Ji sala 1991’an ve nêzî 90 welatiyên Şêladizê ji ber bombebaran û êrîşên dewleta tirk şehîd bûne. Ji van 25 kes di nava 4 salên borî de şehîd bûne.

Hîn dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê didomîne. Ji bo wergirtina encamê her cûrê teknîka pêşketî bi kar tîne. Çekên kîmyawî û qedexe jî di nav de her cûrê çekan bi kar tîne.

Gerîlayên HGP û YJA Starê jî li dijî dagirkeriyê berxwedanek bê hempa dikin û êrîşên dewleta tirk pûç dikin. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar