Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Mînakek li cihanê tune ye: Îmrali’

Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul diyar kir ku cezayê dîsîplîna nû li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn tu zemîna wê ya qanûnî tune ye û got: “Divê hemû mûxalefet, parêzvanên mafê jiyanê, li dijî vê tecrîdê sekna xwe nîşan bidin. Divê rakirina tecrîd bikeve rojevê û bê dîtin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ye li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Tecrîd û komploya li hember Abdullah Ocalan 24 sal in didome. Ji 25’ê Adara 2021’ê de ye tu agahî jê nayê girtin. Di van 27 mehan de parêzer, hiqûqnas, saziyên navneteweyî, siyasetmedar û gelek aliyan ji bo bidawîbûna tecdîrê hewl dan û bang kirin.

Qedexeyên nû û bêdengiya CPT

Serlêdanên ji bo hevdîtinê bi awayekî sistematîk bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ tên astengkirin. Parêzeran di 27’ê nîsanê de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê dan. Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê biryar tebligê parêzeran kir û got 6 meh qedexeya hevîtinê ya nû hatiye dayîn. Parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan. Dîsa parêzeran di 6’ê nîsana 2023’yan de serî li serdozgeriya komarê ya Bursayê û îdareya girtîgehê ya Îmraliyê dabûn. Lê ev jî di 12’ê nîsanê de hatin redkirin. Dadgeriyê got Girtîgeha Îmraliyê di 15’ê adarê de qedexeyek hevdîtinê ya din daye û ev di 30’yê adarê de teqez bûye.

CPT’yê anîbû ziman di 20-29’ê îlona 2022’yan de çûye serdana Îmraliyê. Tevî hewldanan jî CPT’yê derbarê vê de tu daxûyanî neda. Li dijî vê tecrîda mutlak li gelek cihên cihanê dengê daxwaza fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat bilindkirin.

Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul der barê CPT ku daxûyaniyekê nade, cezayên dîsîplînê yên nû û geşedanên tên jiyîn de axivî.

‘Cezayên dîsîplînê rêbaza îşkenceyê ye’

Ergul da zanîn ku tu zemînek rewa yan jî qanûnî ya qedexeyên hevdîtinên malbat û parêzeran tune ye û got: “Ne li Tirkiyeyê ne jî li gorî peymanên ku Tirkiye girêdayê wan e, zemînek qanûnî ya astengkirina hevdîtinan tune ye. Bi taybet di dema AKP’ê de ev fikriyat li gorî xwe di zemîna qanûnî de dane rûniştandin. Lê ev biryarên tên girtin li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê astengkirina hevdîtinên bi cezayên dîsîplînê pêk tên wek rêbaza îşkenceyê dibîne. DMME vê wek di nav ceza de cezakirin dibîne. Ji ber vê tişta niha Tirkiye dike pratîka di cezayê muebetê de cezakirinê ye.”

 ‘Mekanîzmayan li dijî Tirkiyeyê naxin dewrê’

Ergul daxûyakirin ku cezayê dîsîplînê yê dawî li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn nehatiye teblîgkirin û wiha domand: “Ji parêzeran re neyê teblîgkirin jî em nebînin jî biryarek heye. Lê ev biryar ne li gorî qanûnên heyî ne qanûnî ye. Jixwe di asta hiqûqa navneteweyî de tu zemîna rewa tune ye. Li aliyê din jî CPT ne mekanîzmaya darazê ye. Di bin sîwana Konseya Ewropayê de wek mekanîzmaya darazê DMME heye.  Komîteya Wezîran a van biryaran kontrol dike ya DMME’ê heye. Mîsyonek CPT ya ku van biryaran kontrol dike heye. Di peymanê de jî hatiye gotin. CPT di vê nokteyê de dikare bi dewletan re hevdîtinê bike. Ev di peymanê de jî rayeyek hatiye girtinê ye. CPT dikare rayeya xwe ya aşkerakirina raporê bi kar bîne. Lê mixabin CPT di vê nokteyê de tevî ku rayeya wê heye, bi kar nayne. Em rayagiştî 28 meh in agahiyê ji Abdullah Ocalan nagirin û em bi fikar in. Me bi OHD û saziyên navneteweyî re ji bo CPT rapora xwe aşkera bike serlêdan kir. Lê CPT di vê nokteyê de ne girêdayê serlêdanên me ye. Me tenê rêgez û xalên peymanê bi CPT da bibîrxistin.”

‘Divê rakirina tecrîd bikeve rojevê û bê dîtin’

Ergul daxûyakirin ku li Îmraliyê rewşek awarte mijara gotinê ye û wiha ev tişt bi lêv kir: “Îmrali mînakek ku li cihanê pêk nayê ye.  Girtiyekî siyasî ku 28 meh in tu agahî jê nayê girtin mijara gotinê ye. Di vê mijarê de divê CPT, rayagiştî û hiqûqnas bi kurtasî her kes peywira xwe bîne cih. Qutkirina têkiliyê ya bi cihana derve re ne baş e. Ya li Îmraliyê pêk tê bi hiqûqî şaş e, pêkanînek ne baş e. Bang li hemû rayagiştî dikim. Divê hemû mûxalefet, parêzvanên mafê jiyanê, li dijî vê tecrîdê sekna xwe nîşan bidin. Divê rakirina tecrîd bikeve rojevê û bê dîtin. Divê herkes di vê mijarê de berteka xwe nîşan bide û tecrîdê bidin nîşandan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar