PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Mirina AKP-MHP’ê nêz dibe

Bi mirina mezin a DAIŞ’ê ya Baxozê re, mirin û nemana faşîzma Receb û Devlet jî ne dûr e, êdî gav bi gav ber bi hilweşandinê ve diçe. Ji ber ku li dijî Tevgera Azadiyê çeka wan a herî mezin DAIŞ bû, lewma bi ketina vê organizasyona terorîst re fermandarên wan jî dikevin.

Helbet şikestin û hilweşandina vê faşîzmê bi tevahî, dê ne jixweber be, ew ê di encama têkoşîna lehengî ya hêzên HSD û bi giştî berxwedana gelê me ya demdirêj be.

Bi taybetî jî çalakiyên van mehên dawî yên bi pêşengtiya Leyla Guven û Nasir Yagiz û 14 çalakvanên Strasbourgê ve dimeşe û her roj berfirehtir dibe û bi hişyariya gel û dostên gelê me ve xurtir dibe, di warê navnetewayî de jî faşîzma Receb-Devlet dorpêç dike û tengav dike.

Çawa armanca wan têkoşîna me bişikîne û li gel Rêberê me şoreşa me bi giştî; hem ji hundur û hem jî ji derve ve tecrid bike, lê berovajî êdî gav bi gav ew ji cîhanê tecrîd dibin û ew ê di demek nêz de bişikên.

Di serî de, her çendî çawa weke AKP-MHP bûn yek, an jî bi navekî din Receb bi Ergenekonê re bû yek, lê niha êdî gav bi gav ew û îslama siyasî tên dijberî hev. Bi gotinek din, nîşanên aşkera hene ku AKP, piştî hilbijartinên 31’ê Adarê perçe dibe yan tên parçekirin. Di vê navberê de tehdîda Mehmet Agar a li ser Gul, Babacan û Davudoglû jî, dijwarbûna nakokiyên wan nîşan dide.

Bi rêya lihevhatina Ergenekonê peywendiyên germ li gel Rûsyayê çêkirin. Lê niha ev ‘dostanî’ jî diheje. Nîşaneyên vê li Idlibê tê xuyakirin. Her wiha di têkiliyên Rûsyayê de; yên li gel Îranê û Sûriyêyê jî tên diyarkirin û niha weke mînaka civîna 9 roj berê li Tehranê ya 4 qolî ya Rûsya-Îran-Çîn-Almanyayê pêkanîn jî, hat xuyakirin ku êdî Tirkiyeyê ji nava senaryoyên xwe yên siyasî dûr dixe. Di bazara Sûriyeyê de ji derve dihêle.

Lavrov, di vê navbera germ de, ji nişka ve çûna xwe ya Tirkiyeyê da rawestandin, ev jî balkêş bû!

Dostaniya wan li gel Almanyayê jî diheje. Li ser axaftinên Soylu, wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas, gelekî xwe aciz kir û bi tundî rexne li Tirkiyeyê kir û ji bo geştiyarên alman neçe Tirkiyeyê gelê xwe hişyar kir. Çapemeniya alman bi tundî nûçe û gotarên dijberî siyaseta Tirkiyeyê diweşînin. Mînak, li gorî anketa rojnameya Tagesspiegelê ji sedî 80 gelê alman dibêjin ‘ji ber ku şerd û mercên ewle baş nîne, em ji bo geştiyariyê naçin Tirkiyeyê!’

Koma Dostanî ya navbera parlemanên tirk-alman, hikûmeta alman hişyar kir ji bo ku li parêzer Eren Keskîn xwedî derkevin, ji ber ku jiyana wê li Tirkiyeyê di bin xetereyê de ye!

Rapora raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê Kati Piri ya ku gotibû ‘bila danûstandina li gel Tirkiyeyê were rawestandin’, bi hijmarek mezin hate pejirandin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, li ser doza rojnameya Ozgur Gundemê Tirkiyeyê gunehkar kir.

DYA, gotiye ‘ji bo ewlekariya Tirkiyeyê, pêdivî bi operasyonekê li ser bakurê Sûriyeyê nîne!’

Li gel vê nûçeyê DYA’yê di mûçeya xwe de 550 milyon dolar alîkarî ji bo HSD’ê veqetandiye! Weke tê zanîn li ser kirîna S-400’an ji Rûsyayê, bi tundî nerazîbûna xwe diyar kiribûn.

Prof. Dr. Osman Can ê ku berê raportorê Dadgeha Makezagonê û endamê MKYK a AKP’ê bû, niha li ser saziyên makezagonî yên Tirkiyeyê dibêje ‘sîstem bi tevahî hilweşiya ye!’ Di vê navberê de wêneyê Burhan Kuzu bi Zîndaştî yê baronê madeyê hişbirinê re hat weşandin!

Di encamê de diyar dibe ku hilweşandina bi giştî ya rejima faşîst jî nêzik dibe!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar