Mirin ji vegera tiştekdin ne wêdetire. Laşê me hêdî hêdî bêhnê digre û êdî dest ji hîskirina êş, keyfxweşiyê diberde. Laş êdî dikeve ferqê de li xweda vedivegere. Em di wê baweriyê dene ku piştî mirina laş jî emê dîsan jiyan bikin. Ev cîhana he tenê rêyeke û li cîhana din emê dewam bikin. Her çendî em nikarin zelal bikin jî lê wisa dizanin ku piştî mirinê jî jiyan dikin. Gelek tiştên em jê bawer dikin nikarin zelal bikin, lê em dizanin ew hene. Ji bo laşê me xwe bide jiyanî kirin pêwîstiya wê bi av, hewa, xwarin heye ango tiştên heyberî. Lê xewn, hest, hîs, zêhn evane pêwîstiya wan bi madeyên heyberî tune ne, wêdemê çima tune bibin? Zêhna me zindiye û ji enerjiya ruhî pêktê. Em ne bi aqlê xwe bi zêhna xwe difikirin. Mejiyê me amurekî yê girtinê ye. Bi rêya wê deng, reng, ronahiyê digrin. Hertiştê digre xwedî pêkhateyek ya hestane. Ev hestên he, xewn û xeyalan diafirîne. Erkê sereke yê mejî enerjiya heyberî vegerandina enerjiya hestane. Ev rewşa heya bê hempa, tiştên em dixwin, vedixwin û dikêşin, vedigerîne hestan. Ji ber vê xwarina ku hûn dixwin dîqat bikin çiye, çawane û çawa tê çêkirine. Em gotina Îbnî Sîna jî danin vir dê ne xirab be; “em çi bixwin em ewin.” Wêdemê em çi dixwin û em çine?
Laşê me ji tiştên em dixwin pêktê. Em çi bixin hindirê xwe wê laşê me wê bide ji derve de. Divê destpêkê em laşê xwe bidin guherandin, ger ew guherî wê bêhn girtina me jî were guhertin, ev were guhertin wê fikrê me jî were guhertin, dema fikrê me jî hat guhertin bi vê re em jî dê werin guhertin. Qesta min ji gûhertinê ewe ku laşê me yê sexte, fikrê me, em bi xwe yên sixte ji holê rakirin û ya cewherî bi destxistine. Bi tiştên em dixwin, bi hêrs, aciz, bê dîqat, westiyayî, êrîşker û di nava stresê dene, sedem jî tiştê ne li gorî xwezaya xwe em dixwin û bi tiştên pakêtkirî yên hatîn xirabkirin û guhertin em dixwinin.
Gotinekî ya Albert Einstein heye dibêje; ” Welatê ku çandiniyê paşguh dike, xwe întîhar dike. Ya girîng ne ewe ku li welatên pêşketî çiqas firoke difirin ya girîng ewe çiqas mêşên hingivî difirine. Ger ew mêş bimirin di salên pişt wan de mirina mirovane.” Bi dermanên ji bo berhemek zêde destxistinê tê karanin hem ax tune dibe hem jî zindiyên li ser wê axê tîmar dibin dimirin. Dema wisa dibe êdî xweza gişt tê tune kirin û jiyan berbi xirabbûnê ve diçe. Xwarin û vexwartekên dixwin ger ne aydê we be, wê fikrê we, hestên we, hîsên we, pêhesên we û ruhê we jî ne aydê we be. Bikevin ferqa vêde ku hûnê nekarin cîhanê bidin guherandin, xwe biguherînin wê ew bi xwe di xwezaya xwe de tevger bike. Ji bo em aştiyekê bi dest bixin em wisa difikirin ku divê kesê beramberî xwe pasîf bikin yan ji holê rakin û serî li tundiyê didin. Ji bo aştiyê şerkirin, weke ji bo bêdengiyê qîrkirin û dengê xwe bilindkirinê ye. Ya ku nayê xwestin hîn bi hêztirkirine. Di van salan de li beramberî hertiştî şerek heye; li beramberî terorê, li beramberî nexweşî, vîrus, li beramberî birsîtî, li beramberî malbat, li beramberî pergal, li beramberî dewlet, fikir, îdeolojî, dîn… her şerê em didin destpêkrin li beramberî me bi xwe ye. Em aştiyê dixwazin lê serkêşên ji bo şer xwe amade dikin em dihilbijêrin. Di bin navê em pişt mafê mirovan dene, em direwan li xwe dikin û li cihên ku mirovan lê didin karanîn û bişaftin em berheman dikirin. Em dixwazin hewayek paqij bistînin lê di kargehên wan de kardikin û hewayê qirêj dikin. Em wisa difikirin ku wê zanist û teknolojiya wan me ji nexweşiyan biparêzê lê tiştên em fêrkirine dest jê naberdin û bi nexweşiyên ji wan tê re jiyan dikin. Aliyê me yê êş, nexweşî, kuştin û talankirinê em naxwazin bibînin, aliyê êş, nexweşî, kuştin û talankirina kesê beramber dibînin û hev tune dikin. Şoreşa bingehîn şoreşa hindirîne. Bi aqlê xwe me gelek kaos dane avakirin û bi wan kaosan re jiyan dikin. Aqil xwe çiqas tevlî jiyana we bike wê ewqasê parçebûn çêbe, parçebûna ji mirov bigre heya dewlet, ol, netew, qewm… bi hemû hewildana aqil nexweşî zêdetir dibe, rêjeya koçberî, birsitîyê zêdetir dibe, şerên navxweyî û ji derve de zêdetir dibe. Wêdemê em di çi de şaştiyê dikin? Ji bilî nûçeyên êş em çi dibînin? Em xwedî hêzekî pir xortin lê di karanîna wê de em cahêlin. Ya pirsgirêk ewe ev hêza di destê me de em nizanin bidin karanîne, hêza rast karanîna aqlê xwe û dilê xwe de em cahêlin. Bi fikrê xwe yê teng, girtî û hatî şêwedan re em dixwazin wate bidin jiyana xwe. Aqlê me yê ezez em ji rastiya cewherê xwe dan dorxistin û ji enerjiya xwe dane mehrum kirin. Em tucaran evqasê nebûne xwedî zanist di derheqê hertiştî de, lê li kêleka vê me zanîna xwe winda kir û pir ji rêzê, ketî, bê hal xwe hîs dikin û xwe aydê kesên din dibînin. Em qutiya êşê, kuştinê, hesudiyê, şer, îxanetê bi xwe re digerînin. Em kengê tiştekê weke baş yan xirab pênase bikin, yan jî di aqlê xwe de hilbijartinekê bikin ev ezeztiya xwe xortkirine. Ya min ya te, yê me yê we, yê wan yê wana, ferq xistina navbera xwe, xweza, lawir û mirovên din deye. Ezeztî corek yê wehşîbûnê ye. Ji bo xwe bide nîşandan yê din sînorkirin, tunekirin, ji nedîtîve hatine. Ger ew nebe li beramberî tu tiştî şer kirin namîne holê. Xwe dana pêş, xweza talankirin, kesêndin xapandin, kuştin namîne. Ev kaosên ji derve de di hindirê me de pêktên; em nizanin em kî ne yan çi ne. Em tenê bi nasnameya xwe ya ezez re jiyan dikin niha. Bi tirsê, têne terbiyekirin û ji xwezaya xwe dorketîne. Olên me, netewên me, welatên me, îdeolojiyên me, fikrên me, grubên me evane hemû nasnameya me ya ezez xortir dikin. Evane hûmû xwedî wî fikrîne ku olê wan, zimanê wan, welatê wan, li ser hertiştî reye û ev di kes de jî heman rewşê dide xuluqandin.
Aqlê me xizmetkarek baş yê dile lê dema bû efendî, efendiyek xirab yê dil û tevahî gerdûnêye. Niha me ew kiriye efendî. Gelek ji me wisa dizanin ku azad, rehet û şiyarin, lê beriya wisa hîsbikin temaşeyî direwên li xwe dikin bikin. Hûnê jiyana xwe ya weke robotan tê dobare kirin bibînin. Dikarin dest jî lêgerîn, êş û zewqê berdin? Dikarin dest ji xwe û kesên din lêpirsînkirinê berdin? Dikarin dest ji xwarina bûne girêyek pêve berdin? Dikarin dest ji kesên din sucdarkirin û êşandinê berdin? Ji bêdengiya hindirê xwe hesdikin yan bertim bi gengeşeyên xwe re di nava fikaran de ne? Fikrê kesên din di derheqê we de çawa digrin dest? Qebuldikin, red dikin, rast dibînin, şaş dibînin? Vana çavdêrî bikin hûnê xwe baştir nasbikin. Kuraniya pirsgirêkê baştir bibînin. Hûn niha di xewnek û xeyalekê de jiyan dikin. Ji bo bi rastiya xwe re jiyan nekin kî ev wê gelek qalibên heyî bidin guherandin wisa dixwazin ku serê xwe bixin nava qumê de û tu tiştî ne bibînin ne bibihîsin. Em li berin şoreşgerek were me xilas bike lê em bi xwe naxwazin bibin şoreşgerek. Ji bo em azad bibin tu qalibên xwe yên li me barkirîn feda nakîn, canê xwe, ruhê xwe, laşê xwe, dilê xwe, hebûna xwe feda dikin û qalibên şaş diparêzin. Ji xwe destpêbikin wê bi we re hertişt were cihê xwe. Dendikê nû yê jiyanê biçînin li ser kesayeta xwe ya hatî şêwedan. Maskeya ser rûyê xwe danin û guhdariya dengê dilê xwe bikin, ji bo hûn dengê gerdûnê bibîhîsin. Rastî li kêleka we ye, bes bi aqlê xwe hatîne mezaxtin û tunekirin, ne keyfxweşiya ew dide dewamiye, ne heskirina ew dide dewamiye. Ew hebûna we ji holê radike û kesayetek barkirî datîne cihê wê. Xwe bi vê kesayetê pênasekirin nexweşiyeke, hûn çi dikin di çavdêriya wêdebin. Goşt, hestî, çav, dil, mejî di herkesekê de heye ji derveyî van hûn çine? Ji mirina xwe ya fîzîkî netirsin, ji mirina xwe ya ruhî bitirsin. Ji ber ew niha ne aydê we ye, ji we hatiye standin.