PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Mirinên bi guman ên jinan her diçe zêde dibe

Tundî û mirinên bi guman ên jinan her diçe zêde dibe. Li Stewrê ya Mêrdînê di meha tebaxê de 4 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan û mirina van jinan wek ‘întîxar’ derbasî qeydan bû. Her wiha derbarê kuştina jinan de jî tu pêşketin çê nebûne  

Li Tirkiyeyê kuştinên jinan û şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe û li gorî daneyên dawî di meha tebaxê de 50 jin hatin qetilkirin û li gel mirinên bi guman jî piranî kuştinên jinan ji aliyên kesên nasênwan ve pêk tê. Yek ji bajarên ku şîdet û mirinên jinan lê tên jiyîn Mêrdîn e. Herî dawî li Mîdyatê, jina bi navê Saîme ku ji aliyê hevjînê xwe yê cerdevan ve rastî şîdetê hatibû, rakirin beşa lezgîn. Ji bilî vê bûyera ku gumanbarê wê aşkera bû, li Stewrê di meha dawî de 4 mirinên bi guman ên jinan wek ‘întîxar’ derbasî qeydan bûn. Jinek jî bi birîndarî hat xilaskirin.

Li Stewrê rêjeya zewicandina di temenê biçûk de pir zêde ye. Piranî mirinên biguman li gundan tên jiyîn û sedemên vê jî bi hev re pevnekirin, şîdet û zewicandina bi darê zorê ye. Di hemû mirinên ku wek ‘întîxar’ derbasî qeydên dewletê dibin de ne binçavkirinek ne jî girtinek heye.

Dayika 3 zarokan Esma Demîrtaş di meha tîrmehê de bi awayekî bi guman li mala xwe mirî hat dîtin. Li gorî agahiyên ji gundiyan hatine girtin, li cihê ku Esma jiyana xwe ji dest daye, kêr hebûye û di qirika wê şopa birînê hebûye. Malbatê rapora otopsiyê parve nekir û gotin tu pirsgirêk tune ye û sedema întîxarê jî nizanin. Hat diyarkirin ku Esma û hevjînê xwe di telefonê de der barê rewşa aborî de şer kirine û Esma ji hevjînê xwe yê li derveyî bajêr pere xwestiye lê ji ber qebûl nekiriye, nîqaş derketiye û Esma dawî li jiyana xwe aniye.

Ayşe T. (29) li gundê Cîlîn a Stewrê dijiya. Hat gotin ku malbatê xwestiye wê bi zorê bizewicîne û wê jî di meha tîrmehê de bi tifingê dawî li jiyana xwe aniye. Piştî mirina wê di lêpirsîna hat destpêkirin de tu pêşketin çênebû. Me der barê bûyerê de xwest bi malbat û şêniyên gund re axivin lê tu kes neaxivî.

Yek ji bûyera bi guman a Selma Akgul e. Hat îdiakirin ku Selma bi malbata xwe re pirsgirêkan jiyaye û xwestiye bi tifingê dawî li jiyana xwe bîne. Piştî bûyera ku hat jiyîn Selma rakirin nexweşxaneyê û bi birîndî xelas dibe.

Ji bilî vê li Stewrê 2 jinên din jî ku navê wan nehat zanîn, hat îdiakirin ku dawî li jiyana xwe anîne. Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê der barê bûyerê de daxuyanî da û got ku dê demek nêz de biçin navçeyê û bibin şopdarên van bûyeran. MÊRDÎN / JINNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar