Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Mirov bi komî dimirin lê Erdogan qala qesra li Xelatê dike’

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Kûbîlay di destpêkê de bal kişand ser komkujiya li Cizîrê û wiha got: “Çar sal berê îro li jêrzemînên Cizîrê 189 mirov hatin şewitandin û qetilkirin. Bêguman gelek gotin hene ku der barê hovîtiya li Cizîrê bên gotin. Bawer im dê dîrok bûyerên li Cizîrê qewimîn binivîsîne. Navên Mehmet Tunç, Dayika Taybet dê li gel zarok û neviyên me bên bîranîn. Em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin. Bila kes gumanan neke em ê hesabê vê komkujiyê zû yan jî dereng bipirsin.”

Bi domdarî jî Kubîlay bal kişand ser bobelatên xwezayî yên di van rojên dawî de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî erdheja li Xarpêt û Meletiyê, du roj berê jî li navçeya Miksê ya Wanê heta niha 41 mirovan ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de bûyereke xemgîn a qezaya balafirê jî li Stenbolê rû da. Em ji malbatên van kesên di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.”

‘Tê îdiakirin ku aşûta duyemîn ji ber qelebaxiya Orhan hatiye’

Kubîlay got ku dewleta tirk li hemberî bobelatên xwezayî erdhej, aşût û qezayan bêtedbîr û bêamadehiye û wiha dom kir: “Wezîrekî karê hundir heye. Di destê wî de qamçî heye û digere. Erdhej pêk hatiye û mirov mirin e. Mirov li bacên ji bo erdhejê tên dayîn dipirse. Wezîr jî ji van mirovan re qamçiyê xwe nîşan dide. Ji ber ku dixwaze civakê bêdeng bike û naxwazin kes kêmasiyên wan rexne bike. Li welatên biyanî erdhejên mezintir diqewimin, pozê kesekî/ê xwîn nabe. Lê li Tirkiyeyê erdheja bi pileya 6.8 pêk tê 41 mirov jiyana xwe ji dest didin. Dema bersivên qanihkirinê tune bin, di dawiyê de mirovan bi darê zorê bêdeng dikin. Mirov, partî, sendîka, komele diçin hewarê û alîkariyê dibin lê wezîr asteng û qedexe dike. Nahêlin ku alîkarî bigihîje mexdûran. Tê îdiakirin ku aşûta duyemîn ji ber qerebalixiya parlamentera AKP’ê ya berê û şêwirmenda serokomar Gulşen Orhan pêk hatiye. Divê ev îdia werin zelalkirin.”

‘Li Miksê bobelat çêbîye lê Erdogan qala qesra xwe dike’

Di bedewamê de jî Kubîlay bi lêv kir ku li ber çavê desthilatdariyê û civakê mirov bi komî dimirin lê serokomar Erdogan û îktîdara wî ketiye derdê berjwendî û kêfa xwe. Kubîlay wiha pê de çû: “Li aliyekî li Miksê mirov bi komî jiyan xwe ji dest didin lê Erdogan ketiye derdê qesra li Xelatê çê bike. Gotinên wan û berjewendiyên wan şerma mirovahiyê ye. Em wek koma HDP’ê ya li meclisê dibêjin; li şûna hûn qesrê li Xelatê çê bikin, li cihên wek Miksê tedbîran bigirin û ji bo xelkê xizmetê bikin.”

Rewşa Idlibê

Têkildarî qewimînên li Idlibê jî Kubîlay ev tişt anîn ziman: “Li Idlibê rîska şer roj bi roj zêde dibe. Rewşa ku derketiye holê ji bo desthilatdariya AKP-MHP’ê rewşeke tirsnak e. Li aliyekî artêşa Sûriyeyê heye ku piştgiriyê ji Rûsya û Îranê werdigire, li aliyê din jî leşkerên Tirkiyeyê hene ku ji bo parastina HTŞ û OSO’yê ferman wergirtine. Artêşa Sûriyeyê hewl dide xaka xwe ji bermahiyên El Qaîdeyê ji çeteyên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) paqij bike. Tirkiye li wir çi dike? Çi karê leşkerên Tirkiyeyê li Idlibê heye? Beriya çend rojan 8 leşker li Idlibê mirin. Divê Erdogan aşkera bike ku ew leşker ji bo çi li Idlibê mirin, çima Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Sûriyeyê venakişîne. Em careke din bang dikin; divê Tirkiye bêşert û merc ji xaka Sûriyeyê vekişe.Divê pêşî li pêvajoyeke siyasî ya demokratîk bê vekirin û hurmetê nîşanî mafê gelên Sûriyeyê yên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bide.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar