Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Mirov çiqasî Ocalan fêm bike ewqasî hembêz dike’

Ji tevgera Gemeîrsam Kampfenê Rûa Fîtko diyar kir ku paradîgmaya Abdullah Ocalan îlhamê dide wan û wiha got: “Mirov çiqasî Ocalan fêm bike, ewqasî hembêz dike û azadiya wî dixwaze. Min heta niha kampanyayeke wiha mezin a azadiyê nebihîstiye. Divê ev kampanya heta ku encam bistîne hîn zêdetir were hembêzkirin û berfirehtir bibe.”

Dostên gelê kurd li seranserê cihanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku nêzî 3 sal in agahî jê nayê girtin pêngava Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dan destpêkirin. Di çarçoveya pêngava azadiyê de paradîgmaya Rêber Apo li her derê cihanê tê xwendin.Piştgiriya ji bo vê pêngavê ji beşên civakî yên cuda yên cîhanê berdewam dike. Dema ku qeyranên Modernîteya Kapîtalîst roj bi roj mezin dibin, beşên civakî yên li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan weke rêya derketina ji van qeyranan gav bi gav mezin dibin. Abdullah Ocalan û fikrên wî ji bo kesên di qadên cuda de têdikoşin çavkaniya îlhamê ye. Endama Tevgera Gemeîrsam Kampfenê ya li Almanyayê, Rûa Fîtko têkildarî pêngava azadiyê de axivî.

Rûa Fîtko diyar kir ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan ji bo fêmkirina krîzên li cîhanê û sedemên wan girîng e û wiha axivî: “Tevî ku paradîgmaya Ocalan li Rojhilata Navîn û Mezra Botan pêşketibe jî, ev paradîgma ne tenê bi pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê re têkîldar e, lê ji bo qeyrana ku cîhan tê de ye jî çareseriyê pêşkêş dike. Mînak ev paradîgma ji bo welatê min Elmanya jî çareserî û perspektîfekê pêşkêş dike. Di heman demê de rêyek alternatîf ji krîzên ku ji hêla gelên Almanyayê ve tê jiyîn pêşkêş dike.”

Fîtko got ku, “Paradîgmaya Ocalan di heman demê de rê dide me ku em xwe weke kesayet fam bikin” û wiha domand: “Bi saya fikrên Ocalan em dikarin xwe ji nû ve pênase bikin. Ew Rêberek girîng e.”

‘Paradîgamaya Ocalan têgihîtina rastiyê ye’

Rûa Fîtko destnîşan kir ku Abdullah Ocalan li hemberî pergalên serdest alternatîfeke girîng pêşkêşî civakan dike û wiha got: “Em tenê nikarin bi îdeolojiyên netew-dewlet ên îro serdest in ve girêdayî bin. Ya rast rêyeke duyemîn jî heye, Ocalan di pirtûkên xwe de behsa vê rêya duyemîn dike. Bi gotineke din, rêyekê dide me ku civakên xwedî nirxên demokratîk dikarin bijîn. Ocalan pêşkeş dike ku pergaleke bêdewlet, bêdesthilatdar çawa dikare bê avakirin. Paradîgmayên Ocalan ne tenê rêbazek ji bo têgihiştina rastiya pergalên ku em tê de dijîn, di heman demê de ji bo ku di nava civakan de têkiliyek xurt were avêtin derfetek e. Ocalan balê dikişîne ser girîngiya rêxistinbûna civakî ya li derveyî dewletê. Dewletên netewe her tim me bi nasname, zayendperestî, yanî cudahiyên me ji hev vediqetînin. Li hemberî van divê em hevpariyên xwe xurt bikin. Weke tevgerên li deverên cuda yên cîhanê, divê em têkiliyên di navbera xwe de xurt bikin û bi hev re têbikoşin.”

‘Paradîgmayên Ocalan ji bo jinan xwedî cihekî pir taybet e’

Rûa Fîtko bal kişand ser girîngiya fikrên Abdullah Ocalan ên ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Jinan û wiha pêde çû: “Li gorî min tişta ku nêrînên Ocalan ji bo tevgerên jinan girîng dike ew e ku ne tenê pêşniyaran dike, di pratîkê de jî bersivê dibîne. Ocalan tenê nabêje divê jin xwe birêxistin bike, bi qasî ku ez ji Ocalan fêm dikim hewl dide jinan fêm bike û çawa ku jinan fêm dike daxwazên jinan şênber dibe. Ew pêdiviyên jinan baş dibîne û di vê xalê de li ser rêxistina wan perspektîfên girîng pêşkêş dike. Em van tiştan li deverên cuda yên cihanê nabînin. Di vê wateyê de paradîgmayên Ocalan ji bo jinan xwedî cihekî pir taybet e. Di salên dawî de têkoşîna jinan li cîhanê gelekî zêde bûye. Lê di heman demê de bihêzbûna pergalên faşîst û baviksalarî jî heye. Li aliyê din bi paradîgmayên Ocalan em dikarin li hember her cure polîtîkayên li dijî jinê tê pêşxistin bibin bersiv.”

‘Mirov çiqasî Ocalan fêm bike, ewqasî hembêz dike’

Rûa Fîtko jî destnîşan kir ku şert û mercên giran ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji bo wan nayên qebûlkirin û destnîşan kir ku pêngava “Ji Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” divê ji aliyê hemû beşên civakî ve bê qebûlkirin. Rûa Fîtko got, “Ev kampanyaya ji bo azadiya Ocalan ne tenê bi pêşniyara tevgera Kurd destpê kir. Ev kampanya di encama têkiliyên dawî yên ku bi beşên cuda yên civakî re hatin avakirin û pêş ket. Ji ber ku van beşên cuda yên civakî Ocalan fêm kirin, pêşniyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan kampanya bê meşandin. Ev kampanya beriya her tiştî di encama bersivdayîna paradîgmaya Ocalan a di nava gel de derket holê. Mirov çiqasî Ocalan fêm bike, ewqasî hembêz dike û azadiya wî dixwaze. Min heta niha kampanyayeke wiha mezin a azadiyê nebihîstiye. Divê ev kampanya heta ku encam bistîne hîn zêdetir were hembêzkirin û berfirehtir bibe.”

‘Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe’

Rûa Fîtko bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan a ji bo jinan û got, “Divê azadiya Ocalan ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin be. Bi taybetî em jinên li Ewropayê divê baş bifikirin ka şert û mercên tecrîda li ser Ocalan ji bo me tê çi wateyê. Divê em qebûl nekin ku ramangerekî girîng ê azadiya jinê di girtîgehê de ye. Azadiya Ocalan û azadiya jinan bi hev ve girêdayî ne. Heta ku Ocalan azad nebe, civakên mexdûrên pergala ku em tê de dijîn nikarin azad bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar