Ey mirovê ji heman bedenê û rehmê hatî dinê ji te pirs dikim, mirov dikare dayika jê bûyî çend carî qetil bike, çend carî bi zindî bixe gorê û ji gorê rake? carekî, na deh carî; na na hezar carî..!?
Îro dayikên kurd hemû kezeba wan nîvî ye. Dilê wan şikestî û çavê wan tim bi girî ye. Ji derveyî xem û kulê pariyê nanê wan tune. Nizane ji êşa hevjînê xwe bigirî, ne ji êşa kezebê û ne jî ji bê war û welatiyê bigirî.
Her roj tê zindî dixin gorê û radikin. Her roj bedena wê bi tank û topan parçe dike, kezeba wê disojîne. Her roj li kolanê tazî dike, dest diavêje, destdirêjî dike. Li kolanê, li kar û li nava malê tundî li ser tê kirin. Ew çi bedena pola ye ku ewqasî xweragir e. Hezar carî dixin gorê û radikin. Hezar carî kezebê lê parçe parçe dikin û dîsa xwe radigire.
Zalimno heta kengê hûnê destê xwe ji vê dayikê bikişînin. Zarokno, jin û ciwano heta kengê wê bi laş û ramanê we dayika we bixin gorê û axê ser barînin. Li Kurdistanê dayik ji berî zarokên xwe dimirin. Li kolanên Kurdistanê dayik ji ber zarokê xwe li erdê dimînin. Li Kurdistanê ne tenê zarok di jêrzemînan de şewitîn, dayik jî şewitîn. Li kolanan Kurdistanê ne zarok dayik li pey panzeran tên kaşkirin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ne zarokên keç ên nûgihayî dest tên avêtina wan, dayik in. Ne hestiyên zarokên şehîd li bin peyarêyan, dayik bi saxî li bin peyarêhan xistine koliyan û binax kirine. Dayik bi saxî xistine gorê û ax avêtin ser.
Li Kurdistanê ne tenê dar û devî dişewitin, cerg û hinavê dayikan dişewitin. Bombe tenê li çiyan nayê barandin, li bedena dayikê dibarînin. Her newal û banî, her dar û şikeftek sparteka dayikekê ye. Her gerîlayek şervanek şehîd dibe, dayikek jî bi saxî tê veşartin.
Dilê her dayikeke kurd bûye girtîgehek û îşkencexaneyek. Ji ber zarokên xwe girtî û êşê dikişîne. Birçî, sirgûn û îşkenceyê dikişîne. Dilê wê qefeskiriye.
Çawa ku çem û robarên wê bi bendan hatine girtin, rondikên çavê wê yên ji bo oxira dawî li pey kezeba xwe birêjin jî hatiye girtin. Bedena wê mîna Heskîf bi dînamîtan ne carekî hezar carî teqand. Çawa ku şopên dîrokê xwestin di bin avê de bihêlin, êşên dayik jî wisa dixwazin tarûmar bikin.
Îro her der ji bo dayika kurd bûye îşkencexane, mirin, girtin, sirgûn… Tim êşê dikişîne. Ne carekî dixwazin hezar carî parçe parçe bikin û dîsa zindî bikin êşê pê bidin kişandin. Bi saxî dixin gorê û derdixin.
Welat giştî ji bo dayikên kurd bûye goristan. Bi her xirakirina her goristan û şikandina kêla gora şehîdan dilê wê tê parçekkirin û xwînê jê dipijiqînin. Her şehîdgeke tê şewitandin, cerg û hinavê wê tê helandin.
Dema em li vê dinêrin hûn bersiv bidin gelo dayikek çend carî tê qetilkirin? çend carî bi zindî xistine gorê? Çend carî tê tecawîzkirin? Çend carî bedena wê tê bombekirin û parçekirin? Li kolanan çend caran tên tazîkirin? carekî, na deh carî, na na hezar carî…!?