Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 19492’an de li gundê Amarayê ya Xelfetiya Rihayê hat dinyayê. Rêber Apo derbarê 4’ê Nîsanê de ev nirxand kir: “Ji bo rojbûna min pîrozbahî çêbûne. Ya rast mesele ne rojbûna min e jî. Gel wek rojbûna xwe dibîne. Mesele ne ew e ku ez li wî bajarî, li wî gundî, li wê axê ji dayik bûme. Gel wek rojbûna xwe dibîne, wek ronesansa xwe dibîne û wek rojbûna xwe pîroz dike. Kesên ku çûne wir, kesên ku pîroz kirine û kesên ku ji bo wê ked daye, spasî û hurmeta xwe pêşkêşî wan dikim. Lê belê divê naveroka vê neyê valakirin.”
Rêber Apo di parêznamaye ‘Parastina Gelekî’ de dibêje; “Mirov dikare jiyana min a ferdî û rêxistinî dabeşî sê deman bike.”
Dema Yekem
Dema yekemîn bi îdîaya ezê civakîbûyîna xwe û ya diya xwe bi xwe damezrînim, dest pê kir û berê ji ber nerazîbûna li dijî gund û malbatê bi çûyîna dibistana seretayî re dewam kir.
Bi destpêkirina dibistana seretayî re gava yekemîn a ciddî ber bi dewletbûyînê ve hat avêtin. Kesayet ji ber civaka komîn ber bi civaka dewletparêz ve gaveke veguherînê diavêje. Bi bajarîbûyînê re dimeşe. Nirxên bajêr di ser nirxên komîn ên çolterê re têne hesibandin. Xwendina dibistana navîn, lîse, karmendî û heta pola dawîn a zanîngehê amadekariyên pêş ji bo zilamtiya dewletê ne. Di vî temenî de li cem her kesî bi awayekî hişk kesayeteke bajêr-dewletê serdest dibe. Rewşa paşve mayînê û netewê bindest dibe sedema nerazîbûnê li dijî dewletê.
Ya rastî, sempatîzaniya ji bo çepgiriyê ji têgihîştina adil, wekhevtîxwaz û pêşdebirinê ya lêgerîna dewletê zêdetir ti maneyek wê nîne. Kesayet di vê demê de bi giranî ji tayên civakê yê kevneşopiyê hatiye qetandin. Civaka ezbet û çolter a komîn û dayikî bi giranî li înkarê hatiye qewimandin, li dewsa wê, kesayeteke marjînal a jixweçûyî, rabirdûya xwe înkar dike, piçûk dibîne, çavgirtî ber bi nîzama fermî ve baz dide, ji meznahî bajêr û dewletê re serê ditewîne, cih digire. Komkujiyeke kesayetê ya trajîk qewimî ye.
Kesayeteke ‘dîn nizane bûye çi. Civaka xwe ya kevin, bav û diya xwe, xwişk û birayên xwe, cîranên xwe, gundê xwe, xizmên xwe, kal û pîrên xwe, zarokan, jinan, nijad û zurriyeta xwe û çîna xwe piçûk û heqîr dibîne, li welatên hindik pêşketî bûye mîna belayan. Bi moderntiyeke naveroka wê pûç li hemberî nirxên bingehîn ên civakî pir zêde xerîb ketiye. Ev kesayeta di bin serdestiyeke xurt a sîstema kapîtalîst de mezin dibe, wexta bi nerazîbûneke sexte ya çepgiriyê dike dîsa jî marjînal e. Dûrketina wê ya ji civakê her ku diçe kûr dibe û dewam dike. Dibistanê, li bajêr karkertî û karmendiya dewletê, ev kesayet ji dîrok û kevneşopiyê dûr xistiye û kiriye kesayeteke ‘teneke.’ Her tiştê ji vê kesayeta xemsar, înkarker, bi mûçeyan ve hatiye girêdan û bi pey fahîşetiya bajêr ketiye, neçar e li dijî nirxên kapîtalîzmê û civaka li pêş asteng e, îflas bike.
Sosyalîzma reel, sosyal demokrasî û rizgariya netewî veguherîneke rastîn a civakî pêk neanîn, ev yek ji nêz ve bi vê kesayetê têkildar e. Di serdema me de bingehê civakê yê her cure ji rê derketin, îdeolojiyên totalîter ên faşîst û pratîkên wan xwe dispêrin avabûna vê kesayetê. Vê kesayeta bi Şoreşa Fransayê re gav avêt di salên 1990’î de balkêşiya xwe ya berê wenda kir û car din bi ketina pêvajoyeke normalîzasyonê bi encam bû.
Dema duyemîn, vê carê bi veqetîna ji civaka bûrjûwa û dewletê dest pê dike û bi armanca avakirina sîstema xwe ya siyasî û civakî ya hemdem bi ceribandina damezrandina komeke îdeolojîk û serbixwe dewam dike. Tevî ku civakîbûyîna destpêkê bi zarokan bi duayên dînî û çûyîna dibistana seretayî dest pê dike, civakîbûyîna duyemîn bi xwendekarên zanîngehê re li ser hîmê çepgirî û îdeolojiya netewî pêş dikeve.
Her çend li dijî şovenîzma netewa serdest û nirxên kapîtalîzmê yên belav dikirin hewldaneke lêgerînê ya ji nû ve li civaka xwe hebû jî ekolên netewî û yên çepgir ên heyî di wê hêzê de nebûn ku normên jiyana kapîtalîst li dawiyê bihêlin û bikaribin bigihîjin hedefa xwe ya rastîn.
Ev pêvajoya ku em dikarin wê weke qonaxa yekemîn a PKK’yî bûyînê destnîşan bikin, di cîhana bi firtûneya salên 1970’î de mîna pelekî ber bi bayê ketibe. Bi qasî ku ji cîhana kevneşop qetiyaye, ew çend bi nirxên cewherî yên kapîtalîzmê re jî nebûye yek. Pêvajoyeke asayî ya marjînalbûyînê û mezhebbûyînê diqewime. Gelek kom têne avakirin û bi heman lezê jî dihelin û diqedin. Li dijî dewletê derdikevin û li hemberî wê mîna moriyek xwe li fîl radikişîne dimînin. Bi lêgerînên teorîk û pratîk dixwazin welat û civakê ji nû ve keşif bikin. Ya esas, çepgiriya li gelemperiya cîhanê ya mode tê şopandin. Civaka kevin ji nû ve tê tamandin. Mîna ku bibêjin eger bibe mala xwedê ava, bi vî rengî li benda serketinê ne. Li gorî me êdî fikrek me jî heye.Kom ji aliyê hejmarê ve jî mezin dibe. Em xwe tiştekî cuda dihesibînin. Îhtimaleke mezin heye civak bitamije.
Piştî ku mîna tirtûl ji qozayê derbikeve, me gav avêt derveyî welat, em di dema xwe de ne, jixwe piştrast in û xwîna me germ e. Utopya ji bo bi cih were hêvî dide. Piştî ku em xwe ji desteka komê digihînin desteka girseyên gel baweriya me zêdetir dibe. Me êdî hêza sîlehan nas kiriye. Koma gerîlla ya ji bo tevgereke rizgariya netewî ya hemdem hatiye perwerdekirin û bi sîlehkirin, hatine gîhandin baniyên asê yên welat. Êdî dor hatiye pêngava nû ya dîrokî.
Ev dema ku salên jiyana min ên di navbera 1972-1984’ de zevt dike, beşên destpêkê hêja ye ji gelek aliyan ve were nirxandin. Mirov dikare weke hişyarbûna pêngava gelê kurd ê xizan li serdemê, bi nav bike. Mirov dikare weke serhildana destpêkê, yan jî yekem guleya li çarenûsê hat xistin jî bi nav bike. Dîsa mirov dikare weke qîrîna namûs û rûmetê binirxîne. Dikare wek yekemîn çalakiya serkeftî ya Hz. Dawût li dijî Golyat jî were bi manekirin. Dikare weke yekemîn gava cesaretkirina ji bo ramana azad jî were hesibandin. Dikare weke pêngava qutbûna ji normên koletiya bi hezar salan jî were dîtin. Demek welê ye, bi mane ye, hinekî şensê xwe jî heye, mîna hilatina duyemîn hinekî jî ked û baweriyê dixwaze û mirov dikare weke demek xwe jinûve gîhandina paradigmayê bibîne.
Dema Duyemîn
Di jiyana min de beşa duyemîn a dema duyemîn di navbera 15’ê Tebaxa 1984-15’ê Sibata 1999’ê de diqewime.
Ev pêvajoya bi qasî 15 salan demekê digire nava xwe wek pêngava duyemîn a PKK’yî bûyînê bi giranî bi têkoşîna çekdarî derbas dibe. Pêvajoyeke dijwar e. Di dîroka Rojhilata Navîn de mirov dikare bişibîne komên mîna Babek, Xaricî, Karmatî û Hesen Sebah. Di beşê yekemîn de zêdetir Îsewiyet li pêş e, lê di beşê duyemîn de Mûsewiyet û Muhammediyet têkel giraniya xwe li pêş e. Ji bo koma muhacirîn a bi zehmetî dimeşe were gîhandin erdên soza wan hatiye dayîn hewldan û qabîliyeteke mezin tê xwestin. Wezîfeya gîhandinê Hz. Mûsa bi bîr dixîne, çalakiyên şer jî Hz. Muhammedê li Medîneyê bi bîr tîne.
Atmosfereke bawerî û îmanê ya rûhî wer serdest e, xwe fedakirina ji bo vê yekê tam mumînwarî, bawermendî ye. Sosyalîzma zanist bi hêza baweriyê tê meşandin. Şer tam çalakiyeke pîroz e. Her ku diçû ferd dibû ne tiştek, lê armanc dibû her tişt. Pir zehmet e ku mirov hayil bibe nexweşiyeke asayî ya îqtîdarê heye. Kesayeta lawaz a bi salan li naverasta dewlet û bajar hatiye bombardûmankirin, qabîliyeta wê nîne ji bilî îqtîdarê û yan jî ji meşa bi ser lingekî zêdetir nizane. Kesayeta kapîtalîzmê bi dijwarî tenê hîştiye, dema bi sîstematîkeke malê xwe ve were girêdan, bi meyleke berovajî dikare bi dijwarî bibe civakî. Bi taybetiyeke herî asayî dikare bi baweriya çalakî pîroze rabe û her tiştê xwe feda bike.
Dema Sêyemîn
Dema sêyemîn a jiyana min, eger wê jê re û cewherê wê re jiyan were gotin, em dikarin ji 15 Sibata 1999’ê heta qonaxa dawî ya bigihîjê, veqetînin. Taybetiya vê demê ew e ku bi giştî navend dewlet e, lê bi taybetî bi veqetîna ji jiyana hemdem dest pê dike. Ez dîsa li jiyana kovî venagerim. Ezê neçim hezar sal berê. Lê aşkere ye, hin nirxên bingehîn ên mirovatiyê di wan deman de veşartî ne. Ew dema mirovatiyê ku bi hezar dekûdolab û zordestiya şaristaniyê hat qutkirin, heta bi asta zanistî-teknîk negihîje hevdu, wê azadî û rizgariya rastîn a mirov nebe.
Veqetîna ji jiyana navend dewlet û şaristaniyê paşveçûyîn nîne. Berovajî, eger mirov ji xwezayê bibe û ji kesayeta îqtîdarê ya bi derew û xwînê werimiye, negere belkî jî ti car negihîje jiyaneke têkûz. Berê mirovatiyê ji civaka nexweş ber bi civaka bi tendurustiyê, ji civaka tengavkirî, obez û ji hawîrdorê qutbûyî ya mîna kanserî bibe zêde bûye bajarî ber bi civaka ekolojîk, ji civaka dewletdar a ji serî heta binî totalîter û otorîter, ber bi civaka komîn a demokratîk û civaka azad-wekhev e. Eger mirov karibe xwe ji çanda nêçîrvaniyê ya rê li ber komkujiya heywanan vekir, şaristaniya rê li ber komkujiya mirovan vekir û bi awayekî zincîrwarî rê li ber felaketa xwezayê vekir xilas bike, dibe ku mirovatî ji bo jiyaneke nû çirkînî bi derî bixîne. Kesayeteke bi exlaq û polîtîk a bi heywan re bûye dost, bi xwezayê re li hev hatiye, bi jinan re jiyaneke xwe dispêre mêzîna hêzê ya bi aştî, azad-wekhev û eşqê parve dike, hêza zanist û teknîkê ji lîstoka şer û îqtîdarê derdixîne, bi qasî hêza Enkîdo dikişand bajêr û bi dewletê ve girê dida, min jî dikişîne û bi mane dibînim. Ji sedî sed ez behsa hesreteke bi sedema girtîhê hatiye afirandin nakim. Ez behsa raman û paradigmayeke mezin a rûhî dikim. Ez ji helwesta kategorîk, ji perestbûna hêza mezin, ji serdem û jiyanên di bin lekeyên xwînê yên şaristaniyê de mîna stêrkan dibiriqin, bi rastî ez hem bêzar bûm û hem jî nefret dikim.
Min di dema zaroktiyê de ji ber çanda nêçîrê ya ketibû genên min jî min serên çivîkan bêperwa qut dikir û bi qurnazî ew zevt dikirin. Ez bi lêborîna xwe ya ji wan heywanên min li wan daye, dixwazim dest bi dema nû ya jiyana xwe bikim.Bi bîrûbaweriya min, şahî û bexteweriya mezin ne li qesir û bircên mezin, li bin mekanên mîna holikan ên bi keskayî hatine xemilandin dibe. Ez bawer dikim ku mirov li hemû reng, deng û maneyên xwezayê guhdarî bike û pê re bibe yek, wê karibe xwe bigihîne dilpakî û fezîletê. Ez bawer dikim, pêşketina rastîn bi avakirina bajar û otorîteya îqtîdarên mezin nîne, berovajî, ew çavkaniyên nexweşiyên mezin in; tevî vê yekê ne gundê berê û ne jî bajarê nû, bi agahiyên herî dawî yên teknîk û zanistê cihûwarê ekolojîk avakirin û lê jiyan şoreşeke rastîn e. Ez bawer dikim ku şaristaniyên mezin ên di navberê de jî goristanên mirovatiyê ne. Ez bawer dikim ku eger meşek ji bo paşerojê bibe, li ser hîmê rastiyan be, wê watedar û hêjayî meşê be.
Eger mirov xwe ji şaristaniya çînî ya dewletparêz û hîyarerşîk qut bike, ev xwerexnekirineke mezin e. Ez bawer dikim ku ez ê di vî warî de bi ser bikevim. Ez pir dixwazim, ez tevlî zarokatiya mirovatiyê, dîroka gelan û kedkaran a dane ji bîrkirin, cîhana wekhev-azad a utopyayên jin, zarok û pîrên zarok bibim û serketinê li wir bi dest bixim.
Ev hemû utopya ne. Lê carnan utopya di nav avahiyên mîna goristanan de bexteweriya bi tenêne ji bo rizgarkirina jiyanê. Bêguman di roja me ya îro de ji nav avahiyên ji goristanan jî wêdetir beriya her tiştî gavavêtinê bi utopyayan bibe. Rewşa min naşibe ya ti mirovan. Ez naxwazim bişibe jî. Li gorî ku ez baş fêm dikim û his dikim, ez li ser rêya rast im. Mirovekî his û mane wî bide jiyîn ew mirovê herî bi hêz e. Ji sedî sed ezê wî gunehê xwe şibandina mezinan nekim. Jixwe min pir nexwest bişibim û ji min jî nehat. Rabirdûya mirovatiyê hînê rastîn e. Ezvê jê re bi hurmet bim û ezê li wir li jiyanê bigerim bibînim û ji nû ve bidim destpêkirin. Paşerojê ji kar anîna van hewldanan zêdetir tiştekî din nebe.
Gelo, ez timî xwe difikirim? Na. Parêznameya min ji bo hemû mirovatiyê dikare hin tiştan bide hînkirin. PKK’yeke ji nû ve hatiye avakirin, dikare hemû hevalên min ên esîl, hêza maneyê û hevalên min ên îradeya wan heye, bigihîne hevdu. Koma Gel dikare hemû gelê Kurdistanê û dostên wan li bin banekî demokratîk bîne cem hevdu. Li dijî yên êrîşê sererast bînin ser jiyana me, welat û civaka me, HPG dikare şerekî parastinê bimeşîne; dikare ji bêhurmetan, zalim û neheqan hesab bipirse. Jinên me yên herî esîl bi têgihîştina xwedawendên hemû deman, dikarin bi nasnameya PAJK’ê ya bi rûmet, sadetî û xwerûtiya melek û ezîzeyan û bedewtiya Afrodîtê dide, bigihîjin hevdu.”