Navenda Nûçeyan
Hevdîtin û civînin ji bo tespîtkirina mûçeyên kêmtirîn didomin. Ev hevdîtin di navbera hikûmet, karkêr û sendîkayên karkeran de tên kirin. Her wiha partiyên siyasî û sendîkayên karkeran jî hejmara mûçeyên kêmtirîn bilêv dikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar dike ku divê meaşê kêm 4 hezar TL be, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) divê 3 hezar û 800 TL be û CHP jî dibêje bila 3 hezar û 100 TL be.
Lê belê karker û kedkarên li Amedê diyar dikin ku divê mûçeyên kêmtirîn herî kêm di navbera 3.500-5000 TL’yî de be. Karkeran, diyar kir ku ew baş dizanin dê îqtidar tiştekî wiha neke, lewma tu hêviya wan ji vê yekê tune ye.
‘Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha bikin’
Karkerê fabrîkeyekê Abdulrezak Memîş ê 32 salî, anî ziman ku piştî krîza aborî kûr bûye dewlet hejmarên enflasyonê kêm nîşan dide, lê belê welatî perîşan bûne. Memîş, destnîşan kir ku meaşê kêm herî kêm divê 4-4.500 TL be û got: “Ez dipirsim; 5 kes dê çawa karibin bi 2 hezar û 300 TL’yî debara xwe bikin? Ez ji rayedarên dewletê dipirsim. Bawer nakim îqtidar mûçeyên kêmtirîn li gor dilê me zêde bike. Bila mûçeyên kêmtirîn kêm bikin 2 hezar TL, lê bila enflasyonê jî daxînin sifirê. Wê çaxê ne hewce ye mûçe zêde jî bikin. Di sala 2013’an de gava min dest bi kar kir mûçeyên kêmtirîn 813 TL bû û min bi vî mûçeyê debara 5 kesan dikir. Wê çaxê ew pere têra min dikir. Lê niha 2 hezar û 300 TL’yî digirim û tim ji karta krediyê dikişînim. Bila hikûmet destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Çawa yê xwe zêde dikin bila yê me jî wiha zêde bikin.”
Mûcize
Mûstafa Okçû, anî ziman ku zanîngehê qedandiye lê belê betal e. Okçû, destnîşan kir ku di van şert û mercan de jiyana mirovan bûye tiştekî mûcizeyî. Okçû, bilêv kir ku mûçeyên kêmtirîn divê bibe 5 hezar TL û got: “Heger şert û merc baş nebin wê mirov tim bedbext û bêaram bin. Wê tahdeya navmlabtî zêde bibe.”
Okçû, destnîşan kir ku mûçeyên kêmtirîn her sal zêde dibe, lê belê mirovên bi mûçeyên kêmtirîn debara xwe dikin ji vê zêdebûnê nerazî ne.
‘Ma ew dikarin pê debara xwe bikin?’
Esnaf Cûmalî Yildirim jî anî ziman ku mûçeyên kêmtirîn yê niha têra fatûreyên ceryan, av, gaza xwezayî, mesrefên malê û heqê kirê nake Yildirim bang li rayedaran kir: “Bila ew werin, bê bi 3 hezar TL’yî dikarin debara xwe bikin an na.”
Nanê tisî
Seyîthan Çapan ku karê boyaxê dike, anî ziman ku tu qîmeta pere nemaye û ji ber ku her tişt buha bûye mûçeyên kêmtirîn jî herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL. Çapan got: “Mirov êdî nikarin nan bibin malê. Pakêtek cixare bûye 20 TL. Bawer nakim, bikin 3 hezar û 500 TL. Heyfa van mirovan. Jixwe em hîn bûne, em nanê tisî û pîvazê dixwin. Êdî dilê me naçe xwarinên taybet. Nikarim heqê ceryan û avê bidim. Ma em rabin li orta kolanê xwe perçe bikin, benzînê li xwe bikin, xwe bişewitînin?”
‘Kes nikare debara xwe bike’
Bariç Çetîn ku di şîrketeke taybet de dixebite destnîşan kir ku mûçeyên kêmtirîn herî kêm divê 3 hezar û 500 TL be. Çetîn, anî ziman ku her tişt du qat bûha bûye û di demên dawî de êdî pereyê ku berê dabûne ser hev du xerc dikin. Çetîn got: “Zewicandîme û 2 zarokên min hene, lê nikarim debara xwe bikim. Em ji derdorê deyn dikin. Em bi vî awayî debara xwe dikin. Wekî din debare me ne mimkun e.” AMED