Her diçe her tişt buhatir dibe û pê re jî krîza aborî kûrtir dibe. Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî welatiyên diçin bazaran ji ber buhabûnê xweşikî nikarin tiştekî bikirin.
Esnaf Abdûllah Ozmen (51) diyar kir ku kesên hêjar nikarin tiştekî jî bikirin û wiha got: “Berê kîloya firingiyan bi 4 lîreyan bû, niha bûye 8 lîre. Gava mişterî dibîne nakire. Destê xwe dixe bêrîka xwe, lê mêze dike pere tuneye. Loma yan nîv kîloyî dikire yan jî dibêje li gor 5 lîreyan bide min.”
Her sal xwezî bi par
Esnafê bazarê Abdûrrahman Kûrtay (50) jî anî ziman ku berê bi lîreyekê difirot niha bûye 2 lîre û wiha domand: “Krîzeke mezin heye. Her diçe kûrtir dibe. Em her sal dibêjin xwezî bi par. Fiyetê mazotê bûye ku kes nikare bikire. Loma tiştên ji nav erdan tên jî pir buha bûne. Di bêrîka feqîran de pere tuneye, lê ne xema zengînan e. Gund hatin valakirin. Ên li wir hatin bajaran. Sewalvanî nema. Gava hilberîn tunebe krîz çê dibe. Niha mirov gişt betal in. Mirovên hêjar ji ber krîzê û neçariyê întixar dikin. Ên li mala wan nan tunene wê çi bikin?”
Fûat Kiliç (65) ku ji bo alvêrê hatiye bazarê jî diyar kir ku lê destvala vedigere malê û got ku meaşê wî yê teqawidbûyînê têra wî nake.
Her wihaFatma Çakir jî ev tişt anî ziman: “Ez bi 100 lîreyî hatime bazarê. Min hinek firingî, hinek jî fêkî kirîn pere nema. Berê bi 50 lîreyî dihatim. Min têra du hefteyan tişt dikirîn. Lê niha min tiştên bi 100 lîreyî kirî ancax têra 5 rojan bike.” ŞIRNEX