Her gerekstêrkek yek jî lebetên bingehîn yê sîstema rojê ne. Roj û tevahî gerekstêrkên din hebûnekê diafirînin. Her yekîneya ji elektironekê diçe galeksiyan, bi tevahiya hebûnên din re di nava ahengekê de ye. Gerdûna me ji hebûneke hîn biçûktir ya ku tevahî sîsteman digre nava xwe pêktê. Çend gerdûn hene û evane hemû tên gel hev û hebûnekî hîn mezintir dide avakirin. Elektironên ku di atomên laş de xuya dikin weke gerekstêrkane. Gerdûn, hebûna ji xwe biçûktir mirovan de xwe dide xuya kirin. Mirov û tevahî hebûn ji heman heyberê pêktên. Enerjiya ji bo tevahî hebûnan roj dişîne. Organizmayên zindî di zincîra jiyanê de bi tîrêjên rojê xwe tîmar dike. Zindî ji zad û oksîjenê enerjî digrin. Tîrêjên ku yek ji zadê sereke yê mirovane, bi rêya lawir û zindiyan vegeraye xwarinekê. Mejiyê mirovan vê enerjiya heyberî vedigerîne enerjiya ruhî. Dil hestan diafirîne û hest jî corek yê enerjiyê ye. Êdî hest ne heybereke, enerjiyeke. Enerjiya heyberî bi çav tê dîtin û dikare were îspat kirin. Enerjiya ruhî bi vê rêbazê nayê îspatkirin. Em nikarin heskirin û kînê, îspat bikin lê em bandoriyên wê jiyan dikin. Enerjiya hestyarî enerjiya ruhî ye. Roj, tîrêj û germahiyê dide axê. Ax jî jiyan, hebûna mirov û zêhna mirov dixuluqîne. Roj zanînan ji navenda galaksiyan digre, ji derveyî rojê ji gelek stêrkên din jî ev zanîn tê girtin û parve kirin, gerdûn ragihandina xwe bi rêya tîrêjan dişîne. Weke sîstemek di nava duzenekî bi hev ve girêdayî ji her cihî re dişîne. Tîrêj rolê ragihandinê dilîze. Bedena me jî yek ji wane ku rolê tîrêj belavkirinê dilîze. Nasnama me ya rast xwedî van tîrêjane. Em hebûnekî bi tîrêjên xwedî zanîn hatîne ser rûyê axê. Lê çi bi zanîna me hat û kê zanist xist para me?
Tevahiya zanînan di navenda gerdûnê de ye. Li derdora me roj heye û bi tîrêjên xwe zanînekî bê deng dişîne. Sira vê zanînê weke jiyanekî hertim xwe nû dikeye. Ax xwedî taybetmendiyekî bi tîrên rojê re hevpar tevger dike. Tîrêj wê her kêliyê vedigerîne jiyanekê. Zanîna bêdeng di hûcreyan de bi cih dike û bi rêya dil ji wan re dişîne. Dilê me depoya van zanînane. Lê kê çi bi dilê me kir û em çima guhdariya wê nakin?
Ax, xwedî metebolizmayek û lebetekê ye. Tîrêjên rojê bi rêya van lebetan zanîna xwe radigihîne. Ev lebetên he ji lawir, dar, av û gelek tiştên din pêktê. Em mirov jî lebetekî ji axê ne. Çêkera lebeta me heyberê vedigerîne ruh û herî dawî jî ruh vedigerîne heyberan. Her lebetek ya me xwedaye. Lê kê çi bi xweda kir û kê kîjan xweda bi me da nasandin?
Xweda di zêhna mirovan de tê afirandin. Wateya xweda çiye? Xweda hebûnekî ser mirov û hertiştî re tê girtina deste? Em bi xwe xwedane û me xwedabûna xwe winda kiriye û ne di ferqa vê dene jî. Divê em li mala xwe bizivirin. Erkê me yê yekem jî divê em bizanin em çine, ne kî lê çi. Ev jî sireke were keşifkirine, ji xwe destpê bikin. Dibe hûn navê xwe karbînin, jiyan dikim û wê bimirim. Jinekim yan zilamekim. Dixtorek, mamostayek, mundizek, zanyarek, rewşenbîrekim. Hûn çi hîs dikin wisa difikirin ku hûn ewin. Gelo ev raste, rastî jî hûn evin? Xweda çiye, gerdûn çiye, mirin çiye, heyber çiye, tîrêj çiye, ronahî çiye? Em xwedî hinek zanistin lê gelo li pişt elektironan çi heye? Li pişt ruh çi heye? Dema em dimirin çi dibe? Beriya em ji dayîk bibin em hebûn? Em dibêjin ez lê ez di rastiyê de tê çi wateyê?
Ez bedenekim di mirov de hatîme xuluqandinim. Xwedî atom, noron, hucra me… ya ku dihêle ev pêk were çiye? Mejiyê me çiye? Ya dilê me? Bi zanista heyî û mîkroskopan me gelek hewilda em vê fam bikin û bizanin, tez, sentez û gelek zanist me derheqê wan de kom kir û belavkir lê hîna jî em xwe nasnakin. Emê bimirin lê niha jiyan dikin. Di derheqê tiştekî neyê famkirin de mantiqê xwe dana karanîn hewildanekî valeye. Mantiqê me ji me re dibêje kîjan raste yan şaşe, mantiqê me biryar digre, ez evim, na ne evim, filan kesim yan filan tiştim. Ev jî sînorekin. Ger ez bêjim ez êş dikêşim hûnê fam bikin, ji ber ku di derheqê peyva êş de xwedî zanistin. Ji bo ez êş û keyfxweşiya xwe bînim ziman bi rêya peyvan vê dikim lê ev têgeh û peyv vê hestê pênase nakin. Tirs, kîn, hesudî tenê têgehekin. Hertişt di nav tevgerek û enerjiyekê de ye. Hertişt xwedî atomekê ye, valehiya atomê ji dorpêça wê mezintire. Ya em dibînin tenê tîrêjên objeyane, tîrêjên dibiriqin ji bo bi çav werin dîtin şeklekê diditê. Cîhana xwezayî em dibînin lê di rastiyê de di zêhna xwe de me ew afirandiye. Me zimanek daye avakirin û ji bo tiştan em pênase bikin kartînin. Nav danîna ser tiştekê weke rastiyek pênase kirin em digrin dest. Rastiya me dayî avakirin hestekî baweriyekî sexte dide jiyan kirin. Em li ser axê digerin, temaşeyî asîman dikin, bayê, baranê, befrê hîs dikin. Evane hemû xuluqkariya zêhna me ne. Xewneke ji heyber û çêkerên din pêkhatî. Em di gerdûnê de bi hêzek pir xort di tevgerê de ne û vê bi hevre dikin. Ger di carekê de em rawestin emê bibînin tenê valehiyek heye. Zêhna me enerjiyeke, lê ne heybereke. Difikirin, didin karanîn, xeyal dikin û xewnan dibînin. Lê parçeyek ji xewna xwe em nikarin bibin di labaratuwarê de îspat bikin. Em nikarin hestê heskirinê bibin labaratuwarê de û bêjin ev heskirine, em nikarin hestekê îspat bikin, lê ji ber em hîs dikin em dizanin heskirin heye. Ne heyebereke lê enerjiyeke. Hertiştê heyî enerjiyeke, enerjî nikare were tune kirin, tenê dikare veguherînê jiyan bike. Destpêk û dawî lêhatina enerjiyê tune. Hertişt ji aliyê enerjiyê ve tê hilberandin, xweda û enerjî yeke. Em ne kesekin, zincîrekî hevparin. Bedena me ji milyaran hucre pêktê. Her hucreya di laşê me de di cihek din de jî hebûna xwe dide dewam kirin. Ji derveyî bedena me xwe zêde jî dikin. Em jî ew hucre ne. Em gerdûna cîhanê ne, yek hucre miroveke û mirovek jî gerdûneke. Ruhek, dilek, zêhnek ya cîhanê tevan heye. Enerjiyê digre û belav dike. Em jî weke mêrûyan her kêliya xwe ji bo cìhanê enerjiyekê dixuluqînin. Ji bo gerdûnê hest, hîs û pêhesan em didin afirandin. Em bedenekin, em dilekin, em zêhnekin, em gerdûnin. Xwedî zanînek hevparin. Her hucreyek bi qasî dil bi hêze, her dil bi qasî zêhnê bi hêze, her zêhnek bi qasî bedenê bi hêze, her bedenek bi qasî gerdûnê bi hêze. Meyzandina xwe em hinekê biguherin emê vê zanîna ji dil tê bibînin. Ji mirov heya tevahî gerdûnê yek xebatek hevpar tê meşandin. Em li kuderê dibin bila bibin em yekin. Ji bo ez te bi êşinim tu nedenek tune ye. Ger ez tu bim tu jî ez bim, em jî gerdun bin çima em hev bi êşînin? Ger em gerdun bin çima gerdûna xwe tune dikin? Çima ez gerdunê fam bikim yan te fam bikim?
Dibe em xwe bi navê xwe, bi têkiliyên xwe, cudabûnên xwe, xwe pênase dikin, dema me meyzandina xwe guhert wê ev cudabûn hemû ji holê rabin. Xweda jiyane, jiyan çalakiye, em xwedane û xweda jî emin. Tişta were serê gerdûnê wê were serê mirov jî. Hertişta were serê me jî tê serê gerdunê û em niha gelek tiştan tînin serê xwe. Em mantiqê xwe ewqasê teng dikin û guhdariya dilê xwe nakin êdî hêza xwe em nabînin. Em dikarin hertiştî bidin veguherandin. Em dikarin çêkin û tune bikin, hêza me ji atomekê jî xortire. Hêza me niyeta me, ruhê me ye, ev zanîna me ya bêdenge. Ya em dizanin mantiq nikare bizane û jêre xerîb tê, ji ber ew tenê bi ya tê zanîn û li me hatî barkirin re xerîk dibe. Dil hemû tiştî digre nava xwe û bi hertiştî re girêdayî ye. Freqansên wê dikare bi hertiştî re bibe yek. Bi pêlan her zanînê dikare ragihîne. Zanîna xwe ya gerdûnî bibînin.