Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Mirovahî danydarê gelê kurd e’

Di komxebatê de panelîstan bal kişand ser xeteriya li ser çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêmê û taybet Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê û gotin: “Çeteyên DAÎŞ’ê ji bo hemû herêm û cîhanê metirsîdar e. Di vê mijarê de divê Rojava bi tenê neyê hiştin.”

Komxebata ‘Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ bi panelan didome. Di rûniştina panelê de mijara esasî DAÎŞ û malbatên DAÎŞ’ê, kiryar û terora DAÎŞ’ê bû.”

Panela Yekem bi moderetoriya Zehya El Reşî ve bi rê ve diçe.

Di vê panelê de Nûnerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Mûnzûr Mihemed li ser mijara ‘Li ser DAÎŞ’ê û tevgera wê ya li herêmê’ axivî.

Alîkarê hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd bi mijara ‘Nasandina Rêveberiya Xweser rola wê ya di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de’,

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Sozdar Dêrik bi mijara ‘Stratejiya şerê li dijî DAÎŞ’ê û berpirsyariya hêzên navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê’ nirxandin kirin.

Nûnerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Mûnzûr Ehmed bal kişand ser metirisiya DAÎŞ’ê û wiha got: “DAÎŞ aramiyê dixe metirsiyê. Ji bo parastina aramiya li Iraq û Sûriye divê kar bê kirin. Navend pir girîngiyê dide van komxebatan. Daxwaz ji hêzên navneteweyî dike ku aramiyê li herêmê peyda bike. Di vê komxebatê de em metirsiyê didin nîşandan. Divê DAÎŞ û malbatên heyî bûye mijareke cîhanî, ji bo pêkanîn navendek ji bo çareseriyeke peyda bike ji bo vê mijarê girîng e. Ew kêrhatiya xweseriyê ya heyî ya pêşiya DAÎŞ’ê girtî û pêwîstî bi alîkariya wê heye ku bikare pêşiya DAÎŞ’ê bigire.

Divê hemû saziyên mafê mirovan, Xaça Sor û gelek saziyên din alîkariyê bikin. Alîkariyek pêwîst di vê mijarê de nehatiye kirin. Bar li ser milê rêveberiya xweser maye. Pêwîst bû bênavber alîkarî bê kirin, bi taybet di mijara DAÎŞ’ê de alîkarî bihata kirin. Rêveberiya Xweser ji ber vê mijarê, gelek tişt ji dest da.”

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Sozdar Dêrik destpêkê spasiyên xwe pêşkêş kir. Dêrik diyar kir ku erkek pir dijwar li ber DAÎŞ’ê kirine, di berxwedana li Girtîgeha Sînaa de 121 şehîd dane wiha got: “Mijara me teror e, stratejiya şerê li hemberî terorê ye. Ji bo li dijî terorê şer bikin, divê baş nas bikin û rast binasin. Ji 2012 heta niha weke hêzên YPG/YPJ û herî dawî weke HSD li ber xwe didin.

5 hezar jin li Şengalê hatin dîlgirtin, qismek hatibe azadkirin jî, lê tişta li wir bû, teror e. Mixabin hê me nekariya jinên şengalî rizgar bikin. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û êrîşên dagirkeriyê hatin kirin, talan, dizî û wêranî teror e. Ziman, çand û baweriya wan tê tunekirin. Qetilkirina jinên kurd û ereb û tehşîrkirina şervanên YPJ’ê ev teroreke herî mezin e. Talan û qirkirina xwezayê û qûtkirina avê teror e.

Mijara herî esasî DAÎŞ e. Bi salan em li gel El Nûsre, Cehş El Hur û çeteyên tirk yên weke Cehş el Wetenî û taybet li dijî DAÎŞ’ê şereke mezin hat kirin. Bi stratejiya parastina rewa li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî mezin hat kirin.

Herî dawî bi pîlan êrîşên li ser girtîgehê tên kirin. Herî dawî 20’ê çileyê li ser girtîgeha Sînaa êrîşeke mezin hat kirin. Eger bi ser biketina wê cara duyemîn xîlafet îlan bikira. Lê bi saya berxwedana gelê me û hêzên me yên leşkerî ev yek têk çû. Lehengî û berdêlên mezin tên dîtin, dîtina vê ya ji raya giştî kêm dimîne. Hêzeke weke HSD û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir berdêl dan û divê ev tişt were zanîn.

Di mijara girtî û çeteyan de bi hêviya rêveberiya xweser û HSD’ê ve tenê hatiye hiştin. Divê hê zêdetir alîkarî bê kirin û ev fedekarî bê dîtin. Zêdetirî 12 hezar çete hene li destê HSD’ê de ne, ji sedî biyanî ne û ji sedî 20 jî iraqî û yên din jî welatiyên Sûriyeyê ne. Her wiha ji dewletên cuda jî hene.

Daxwaza me weke hêzên leşkerî, divê hemû dewletên berpirsyar bikarin girtiyên xwe bibin, dadgeh bikin an jî dadgehek navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin û bên dadgehkirin. Ev wê alîkariya herî baş a ji bo Rojava be. Welatiyên li kampan dijîn divê li ber wan berpirsyar bin û alîkar bin.”

Alîkarê hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd di panelê de axivî û wiha got: “Ev komxebat divê bibin rêyên çareseriyê û xebatên baş bên kirin. Rast e koalîsyonek heye, lê di gelek warê din de alîkarî û hevkarî nehat kirin. Tenê di warê leşkerî de alîkarî hat kirin. Ev jî têra serketineke mayînde nake. Terora heyî bi rengê fikir, çand û leşkerî xwe rêxistin kiriye. Divê di warê siyasî, aborî, çand û îdeolojî de ku hev temam bike, li dijî DAÎŞ’ê bê kirin.

Ev valatiya heyî kir ku DAÎŞ xwe careke din rêxistin bike. Ji 57 welatan çeteyên DAÎŞ’ê li gel me girtî hene. Me tim got ev ne pirsgirêka Rojava û HSD’ê ye ya navneteweyî ye, divê piştevanî bi Rêveberiya Xweser û HSD’ê re bêkirin ku çareseriyek mayînde bê dîtin. Me tim bang kir ku her kes bên çeteyên xwe bibin, lê ji bo vê tu bersivek nema, hemû kar li ser Rêveberiya Xweser ma. Ev tehdîdek pir mezin li ser Rojava çêdike, taybet li kampan û girtîgehan heye. Dema êrîş dibin, ev hêzên cîhadîst ji vê sûdê dibîne.

Dema Tirkiye êrîş dike, çete jî dikevin nav tevgerê. Êrîşên Tirkiye sûdê dide DAÎŞ’ê û DAÎŞ ji vê hêz û moral digire.

Divê hêzên navneteweyî û koalisyon di mijara DAÎŞ’ê de zelal be. Carekî din bang dikin, hêzên li pişta DAÎŞ û destekê didinê, ew jî rejîma Tirkiye ye. Ev hatiye îspatkirin û belgeya vê hene. Zêdetirî 100 hezar çete derbasî Rojava kiriye. Li herêmên dewleta tirk dagir kirine, ji bo DAÎŞ’ê bûne cihên ewle û xwe li wir rêxistin dike. Rayedarên DAÎŞ’ê li wir in. DAÎŞ li herêmên Tirkiye xwe bi cih dikin û dijîn. Armanca Tirkiye û DAÎŞ’ê ya li dijî gelê me yek e. Ew jî tunekirina gelê kurd e. Tirkiye DAÎŞ’ê weke hêzekê li dijî me û gelê me bi kar anî. Xwestin bi vê yekê destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike.

Gelê kurd pêşengtiya demokrasî û azadiyê dike. Ji bo vê dibe hedefa van hêzên dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê. Yên pêşengtî li dijî DAÎŞ’ê kir û fedekarî kir, gelê kurd bû. Bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriye bi hemû pêkhateyan ve tekoşîn kir û di astekê de teror têk bir. Mirovahî deyndarê gelê kurd, HSD, YPG/YPJ’ê ne. Cîhan tev deyndar e. Divê erka xwe ya li ber Rêveberiya Xweser û HSD’ê pêk bînin. Hemû aliyê divê erk û berpirsyariyên xwe yên li dijî DAÎŞ’ê pêk bîne û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava bike.

Ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û dîsa herêmên din hên ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve hatine kirin, teror e, talan e.

Em dîsa bang dikin û peyama xwe didin hemû cîhanê, erka xwe pêk bînin û berpirsyariya xwe ya li gel DAÎŞ’ê pêk bînin. Divê dadgehek adil ji bo van çeteyan bê avakirin. Yan li Rêveberiya Xweser a Rojava dadgeh vekirin an jî çeteyên xwe bigirin û li gel xwe darezînin. Divê dawî li neqebûlkirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dawî bikin, ji ber DAÎŞ ji vê sûdê digire û dagirker sûdê ji vê digre. Mezinkirina terorê, Tirkiye dike. Li gelek deveran Tirkiye piştgiriya terorê dike. Tirkiye divê bê cezakirin û hesab jê bê xwestin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar