KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

‘Mirovahî deyndarê vê hebûnê ye’

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji beşên cuda yên civakê ku li parêzgeha Silêmaniyê ne wiha dibêjin: "Rojbûna Serok Apo ji bo tevahî cihanê û jîngehê destkeftiyeke lew ra mirovahî deyndarê vê hebûnê ye." 

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 salin di girtîgeha Îmraliyê de ye zêdetirî 24 mehin tu agahî jê nayê girtin û rê nayê dayîn parêzer û malbata wî pêre hevdîtinê bikin.

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di navbera 20-29’ê îlonê de li Tirkiyeyê hin hevdîtin pêkanî û di vê çarçoveyê de jî serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Komîteya Pêşî Lêgirtina li Îşkenceyê (CPT), rapora xwe ya 32’yemîn a giştî ya 1-31’ê çileya sala 2022’yan weşand. CPT’yê, di raporê de diyar kir ku serdan li Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî neda.

Kesên ku tez û felsefe, xebat û têkoşîn, hewldanên ji bo xizmeta mirovahiyê û fedekariya Rêber Ocalan têgihiştine, dayîkbûna Rêber Ocalan wek destkeftiyek ji bo mirovahiyê dizanin. Ev roj ji aliyê tevahiya mirovahiyê ve tê pîrozkirin. Di derbarê vê rojê de ji beşên cuda yên civakê yên parêzgeha Silêmaniyê ji Rojnews’ê re axivîn.

Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê û Endamê KNK’ê Dr. Şêrko Heme Emîn di derbarê giringiya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha axivî: “Ji dayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya mirovahiyê pîroz dikim. Ji ber ku Rêber Apo bi jiyan, xebat û têkoşîna xwe wateya nû daye hinek têgînên ku li Rojhilata Navîn ber bi tûnebûnê ve diçûn, mînak jiyana hevpar ya gelan e. Di dema borî de jî, niha jî sîstema kapîtalîst û beşek ji netewan ji bo destkeftiyên xwe şer hilberandine. Lê ji hemû deman cudatir, Rêber Ocalan di bin navê berjewendiyên hemû gelan û belavkirina aştiyê, ji bo jiyana hevpar ya gelan têkoşîn kiriye. Berhemê têkoşîna wê jî li rojavayê Kurdistanê xwe nîşan daye.”

Dr. Şêrko Heme Emîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek mijarên din ên wek berxwedan û jîngeh, ji nû ve avakirina kesayet, xwendina dîroka kurd, ji bo Rêber Ocalan mijarên mijûlbûnê bûn û wiha domand: “Ji ber vê yekê erka hemû azadîxwazan û yên ku xeyala cîhanek bê pirsgirêk, demokrasî û jiyana hevbeş dikin, divê ji jiyana Rêber Ocalan wate bigirin. Di roja rojbûna Serok de helwesta wî binirxînin û xebatên wî yên ji bo mirovahiyê şîrove bikin. Tez û manîfestoya ku Ocalan nivîsandiye û berhemên ku afirandiye, ji bo jiyana hevbeş û şermezarkirina şer bû. Ev jî tê vê wateyê ku ev fikir xizmeta aştî û jiyana hevbeş a gelan dike.”

Çalakvanê Siyasî Adil Osman di destpêka axaftina xwe de roja rojbûna Rêber Apo li tevahiya gelê kurd û cîhanê pîroz kir û wiha got: “Rojbûna Serok, hebûn û vejîna gelê kurd ku dihat înkarkirin û dixwestin tûne bikin, vegerand ser dîka dîrokê, hêz û jêhatin da gelê kurd ku di warê siyasî de roleke bibandor bilîzin. Rojbûna Rêber Ocalan ji nû ve avakirina pênase, meqam û zîrekiya mirovî pênase kir. Pênaseya mirovê têgihiştî û azad ji nû ve wate da û li cîhanê bû mînaka mirovek jîr. Rojbûna Rêber Ocalan ne tenê ji bo mirovahî û gelê kurd destkeftiyeke, her wiha ji bo jîngehê jî destkeftiyek e. Têkoşer û azadîxwazên civakan jîngeh û xwezayê ne difikirîn. Lê ev Rêber e, nirxandinek nû da jîngehê û balkişandine li ser hebûnê wek hemû zindiyên din ên di gerdûnê de.”

Adil Osman her wiha da zanîn ku fikrê birêz Ocalan bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê kiriye û wiha pê de çû: “Mirovahî deyndarê vî hebûnê ye. Pêwîste her ferdek gelê kurd erk û berpirsyartiyên xwe yên beramberî ev pêşeng û têkoşer e pêkbînin ku ev 24 salin di bin tecrîdek girankirî de jiyan dike û tevahiya sîstema modern li dijî wî rawestaye. Ji bo pêkanîna vê erkê jî divê di qada fikir û pratîkê ya ji bo azadî û serkeftina gelê xwe têkoşînê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar