Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Mirovahiya kole

Mirovahî dendikek bêhempa yê azadiyê ye. Mirov ne ji bo bibin kole ji bo azad bijîn ji dayik dibin. Lê di asteke gelek kêm de kes hene ku azad dijîn. Jixwe tu gel niha ji ber sîstema dewletî nikarin azad bijîn. Weke dewletek azad xuya dikin lê mirovên tê de hemû kole ne. Jiyan ji bo pêşketin, bûyîn û kulîlk vekirinê bingeheke. Di hundirê xwe de jiyan vale ye, ger xuluqkariya xwe nedî pêş, jiyanê bi cewherê xwe tijî nekî wê kêfxweşî ji holê rabe, cihê xwe ji êşek bêwate re bihêle.

Di rastiya xwe de heyîna me ya li ser rûyê vê cîhanê ew e em li xwe digerin, li rastiya xwe, dilê xwe, aqlê xwe lê vêya hemûyê bê zanabûn em dikin. Bi zanista heyî re çavkorî em li tiştan digerin û li çi digerîn ji nizanîn. Em hemû mirov di heman hewzê dene û heman rewşê weke mecborin jiyan dikin û mantiqê me jî vê rast dibîne. Wekî keriyê pez me daye peyhev û gotina ku ma ji evqes mirovan ez tenê rastim, ger evqas mirov dikevin peyhev û diçin wêdemê ez jî rastim divê wisa biçim nêz dibin. Bi vî mantiqî êdî em bingehê jiyana heyî qebul dikin. Ger hinek şaştiyan bibînin jî ji xwe çêkirinê zêdetir em kes yan tiştên din sucdar dibînin û sedemê wan ewin nêz dibin; xweda, malbat, civak, dewlet, dîn… Ger tu melevanî nekî di wê hewzê de tê serkaniya avê nebînî, xweşiktiya kulîlkekê, dengê çûkan, stêrkekê nebînî.

Zarokek ji dayik dibe û ew tê şêwedan. Malek jêre hatiye avakirin û ew jî divê li gorî wê malê tevger bike, ji derveyî wê nefikire, hîs neke, nezane û neaxive. Hertişt jêre hatiye destnîşan kirin, ger xwesteka ji wê rewşê derketinê hebe tê sûcdarkirin, serê wî dikeve belayê. Bedelê wê çi dibe bila bibe divê li gorî wan qanûnan tevger bike. Aqlek heye, pergalek heye, şêweyek heye û divê ji wê xetê dernekeve. Ji bo jiyana xwe bide berdewam kirin hemû tiştên vala, bêsûd, baweriyên sexte, jiyana sexte, kesayeta sexte neçar dimîne û qebul dike. Her çendî bikeve ferqa şaştiyên heyî, ne rastiyên heyî de jî dîsan dest jî qalibî naberde.

Mirovên niha hertim dixwazin tiştên bi dest bixin û her kêliya wan di nava nerehetî yê de ye. Her armanca ku datîne pêşiya xwe dibe sedemê armancek din xuluqandinê. Gelek civakên ku di asta madî de pir zengîn bûne hene. Perê wan zehf, xwarina wan heye, malên wan, erebeyên wan, telefonên wan û hîna jî armancên wan berdewame, li şûna vê malê malek din, li şûna vê erebeyê erebeyek din li şûna vê telefonê yeka din, li şûna vê zewacê zewacek din û wisa dewam dike. Armanc çi dibe bila bibe wê were bi destxistin lê sedê 98’ê wê civakê ne rehet û xwedî zêhneke bi êş ya hertişt bi destxistinê ye. Tevahî jiyana wan êdî li ser pileyan maye, armancên pileyên wan jortir ji bo tiştekê bi dest bixî divê xwe bigihijînî wê pileyê. Ew jî pey wê dibezin ji ber armancek a wan heye û divê dest bixin. Zêhna wan ne li vir e hertim di pêşerojê de ye. Zêhna me bi perwerda heyî hatiye xirab kirin; ger armanca te ya tiştekê nebe bi cih kirina di aqlê me de bêfêde ye. Ger tu bimrî jî zengîn bimire. Tevahî mirovên zengîn jiyana xwe li kel û pelan guhertiye.

Civakek çiqas hatibe perwerdekirin ewqasî rêjeya dîntiyê zêdetir kiriye. Di civakên em niha weke pêşketî dibînin de di asta herî jor de mirov dîntiyê jiyan dikin. Ji pêncan du kesên wan aqlê wan ber bi dînbûnê ve diçe. Her roj asta pîskologên wan ji dixtoran zêdetir dibe, nexweşiyên wan yên bedenî danin aliyekê êdî nexweşiyên zêhna wan ya hatî şêwedan bi pîskologan dixwazin derbaz bikin. Aqlê me êdî nexweşe. Ji ber ku mirovan jî weke amûrekê dibînin, divê bi hêz bî teknolojiyek xortir, mekineyek xortir, erbeyek xortir divê biafirînî, çêlekek bi berhemtir, seyek zîrketir û heman demê de mirovek bi aqiltir.

Pêwîstiya mirovahiyê bi cewherê wan ê rast heye, jiyanekî ji derveyî reqabet û hêzê jiyanek bi heskirin. Zengîntiya herî mezin heskirin e. Bi peran kêfxweşî û heskirin nikare were kirîn yan bi destxistin. Pere pêwîstiyeke ew ne armancek a jiyanê ye. Pergala heyî niha hemû li ser hertiştê dikî bi hêz, reqabet û ya herî baş bikeye; ger tu mirovekê bikujî jî bi awayek herî baş bikuje, bikare herkesê. Hemû şerên niha têne kirin jî bi vî şêwazî ne.

Bi hezaran sale ev yek ji mirovan re tê gotin, emê we xwedî bikin, emê we perwerde bikin, emê kar bidin we, em ê jiyanê ji we re biafirînin, em ê edalet, keyfxweşî, demokrasiyê bidin we û heya roja îro weke koleyan mirov pey van dikevin. Ji xwe ji destpêkê ve hêza jirtiya mirov, baweriya bi xwe û heskirin jê hatiye standin. Ji ber ku ew ji dervede li me mirovan hatiye barkirin em dikarin dest ji vana berdin. Dibe zor were weke çermê ser rûyê xwe rakirinê be lê ew bi çavdêriyek xort, heskirin û jîrtiya xwe em dikarin wê derbaz bikin. Em niha qurbanê demboriyê ne lê em ê vê dubare nekin. Niha dest bi çêkirina xwe bikin, bi vê re jiyana xwe, malbata xwe, derdorê xwe û civaka xwe çêkin.

 

Nûçeyên Têkildar