Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Mirovek dikare çend carî bimre û vejîn bibe!

Gelo mirovek dikare çend carî bimre û ji nû ve vejîn bibe. Carek, du car, sê car an deh car? Ev ne bû carek û ne jî deh car, mirin, kuştin, qetilkirin û vejiyan. Tine nebûn, tine jî nabin. Heta nifşê mirovatiyê li ser rûyê vê erdê be, ji bo bijî, wê bide kuştin û wê hinek jî vejîn bibin.

Ev têgîn ji bo me kurdan xwedî wateyeke dine, em hem dimirin û hem vejîn dibin. Di heman kêliyê de. Di heman ruh û bedenê de. Yek tê yek diçe, heman kes, heman herêm tê qikirin û dîsa vedijene. Binêrin li dîrokê binêrin, hûnê bibînin; ji heman bedenê ji heman kokê qir bû û hilat. Dersim, Mereş, Geliyê Zîlan, Newala Qesaba, Helebçe û bi dehan cihên din, dîrokên din; eynî qirkirin û eynî vejîn. Tine nebû, tine nabe.

Kok saxlem û qehîme, xwe ragirê vê axê ye. Koka wê digihêje heft tebeqên erdê. Beton jî bikî, bişewitînî, kîmya bikî jî ew ê hilê, ew namîne bin axê. An wê axê ji kokê tine bikî, ew jî nemimkûn e; nexwe weke din çare tine. Hezar carî jî tine bikî, wê hilê û serî rake. Ax saxleme, hêvên ax e. Ax wî/ê ji nava xwe zîl dide. Bikî hezar parçe, ew ê bibe yek. Bi dehan cûre kîmye lê bibarînî wê ax wê pak bike û hilîne. Ji bo wê yekê, mirin ji bo me Kurdan ti wate nade. Fîzîk dibe biçe birize, lê ruh naçe, hest naçe. Girêdan qût nabe, nabe.

Îro jî di erdhejê de li bakurê Kurdistan û Rojava de bi sedan malbat ocaxa wan kor bûn, tune bûn. Hinek yek hinek jî du, sê jê man. Hinek jî bi temamî mal lê mîrat bûn. A li vir girîng ew bû ku destê dirêjî bin wan xirbeyan dihate kirin, kêliyek berî kêliyekê ruhek, nefesek vejîne bû. Dîsa hinek li bin xirbe û kavilan û hinek jî li ser xirbeyan nefes didan hev. Mala dijmin û xêrnexwazan kor bibe. Mala bê wefa û zalimî wêran be.

Ev yek wê nemîne wisa, elbet wê çerx vegere û vedigere jî. Weke her carê gelê kurd bi sazî û dezgehên xwe ve bi hewara xelkê mexdûr bê ferq û cudahî beziyan. Mîna bibin ferîşteh bask dan û çûn Mereş, Semsûr, Riha, Amed, Dîlok û hwd. ketin bin kavil û xirbeyan ji bo wan bûn ruh û nefes. Ji bo yên derve jî bûn sebir û keser. Bûn çavên bi hêvî, bûn dilê li benda yarê, zarok, hevjîn, heskirin, bav û hwd… bûn jiyan û vejîn.

Ji bo dayikan bûn keser, ji bo bavikan bûn ewlad, ji bo zarokan bû dê-bav, ji bo heskiriyan bûn evîn hêvî, ji bo kesûkaran bûn xizim, bûn her tişt. Ji bo yên tî bûn av, ji bo yên birçî bûn nan. Bûn ew ên ku çavê wan li bendê, bûn ew ên hêvî jê dikirin.

Wan careke din bi rengeke din, yên di bin kavilan de vejandin. Dibe fîzîkî ne li gel wan bin, bi ruh û hest ew bûn yên zindî li ser kavilan li gel dayik, xwuşk, bira, bav, keç, bapîr, dapîr, nevî û bi hezaran kesî.

Erê mirinê ji kerîniyê ve xwe li bajaran pêçabû, lê jiyanê jî xwe gihandibû hewarê. Ji her derê dinê bigire, bûbûn hewarî û hewara xwe gihandibû wan. Li wir şerê jiyînê dihate kirin. Bajar bûbûn kavil, li ser û bin hewara jiyînê bû. Her çendî dibe yên di bin kavilan de hejmar zêde be, vîna yên li ser kavilan jî ne kêmî wan bû. Destê diketin bin kavil û dirêjî mexdûran dibû jî zêde bûn. Erê gelek ji wan xatir xwestin di vê sir û seqemê de, bi bedenek cemidî, lê hewariyan nehêla ruh biçe. Beden çû, ruh hiştin. Ruh hiştin ku yên din bijî, vejîn bibin. Wisa jî dibe.

Beden pir parçe û diêşe, derdek bê derman e; lê dem û dewran hest û soz û qewlê hesabê wê birînan bicebirîne. Wê bikewîne û ji berê qehîmtir bike. Wê ev bibe, sedema ku qewl bên bicihanîn û hesab bê xwestin, zû direng wê teqez ev yek wiha nemîne.

Çawa ku her carê me ji tinebûnê destpêkir û serxist, îro jî em ê bi heman rengî bi yekîtî û destê alîkarî û hevretiyê xwe nû bikin, vejîn bibin û serbixin. Ev kavilên xirbe wê bibin cihê vejînek nûjen û nû. Wê bibe war û jiyan. Wê bibe merqebên heskirî, evînî, bedewî û hêviyên jiyîneke nû. Ji bo wê ye ku em hezar car jî bên qirkirin, em xwediyê vê xakê ne, ji vê xakên û ji vê xakê diweldin. Eslê me ev xak e. Dê-bavê me ev xak e. Ji bo wê welidîna me ya nû jî wê li ser vê xakê be…

Nûçeyên Têkildar