Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mirovên Aqilmend serdana Guven kirin

Endamên heyeta mirovên akilmend a dema pêvajoya çareseriya berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û rojnameger Alî Bayramoglû serdana Leyla Guven kirin û piştevaniya xwe ya ji bo Guven anîn ziman

Piştevaniya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ku beriya 3 mehan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, zêde dibe. Di vê çarçoveyê de berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û rojnameger Alî Bayramoglû ku di heyeta mirovên akilmend a dema pêvajoya çareseriya demokratîk hatibû avakirin de cih digirtin, hatine Amedê û serdana Leyla Guven kirin.

Heyetê piştî ku bi Guven re hevdîtin pêk anî û li ber derê mala Guven bi keça Guven Sabîha Temîzkan û paralementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran re daxuyaniyek da çapameniyê. Destpêkê hevserokê ÎHD’ê Turkdogan axivî û got ku tu daxwaza wek daxwaza pêkanîna qanûnê înfazê ya ji bo Îmraliyê qanûnî nabe û wiha got: “Divê ku pêkanîna qanûna ji bo herkesî wek hev bin.” Turkdogan di berdewamê de da zanîn ku ku ew li aiyê jiyanê ne û ji bo nîqaşkirina dixwazin bi serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk bînin.

Piştî Turkdogan rojjnameger Bayramoglû axivî û diyar kir ku ji ber hurmet ji çalakiyê re digire hatiye serdana Guven û wiha got: “Ji bo dengê Guven hinek din bê bihîstin tişta ji destê min bê ez ê bikim.” Piştî Bayramoglû jî Celalettîn Can axivî û ev tişt anîn ziman: “Divê daxwazên vê çalakiyê bên bersivandin û mirin çênebin. Tirkiye nikare encamên vê yekê rake. Dê encamên xerabtir derkevin holê.”

Her wiha Prof. Dr. Baskın Oran ku dihat payîn ew jî di heyetê de cih bigire, ji ber pirsgirêk li Balafirgeha  Ataturkê derket, serdana Guven nekir û bi endamên heyetê yên din re peyamên xwe yên piştgiriyê ji Guven re şand. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar