Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Mirovên kedî

Kêliya em ji dayîk dibin bi cewherê xwe yê heqîqî re çavê xwe li gerdûnê vedikin. Hebûnekî bê hempa û xwedî hêzekî pir xort. Ji bo hebûnê û jiyanê hertişt di hindirê me de bi cihkiriye. Her hucreya laşê me xwedî aqlek, hêzek, dilek û enerjiyekê ye. Tu xwe çawa pênase bikî bike yan kesên derdor te çawa pênase dikin bila bikin tu her bi cewherekî heqîqî re jiyan dikî. Tu çiyî, çawanî, kîyî, ji çi hesdikî û hesnakî. Tişta jê hesdikî pêktînî ya hesnakî jî jê dordikevî. Pêhesên me me keyfxweş dike, zewq ji jiyanê digre, dide lîstin, dide heskirin û hemû pêwîstiyên me bi cîh tîne. Gelo piştre çi dibe û çi bi me tê, yê me berbi êşê, kuştinê, aciziyê, xirabiyê, nefretê… ve dibe çiye?

Herku laşê me berfirehtir dibe û zêhna me vedibe em cudatir dibin. Pêwîstiya ku em tiştekê hilberînin nabînin, ji xwe yên berî me hertişt ji me re destnîşan kirine, çawa baxivin, çawa tevger bikin, çawa hesbikin, çawa şer bikin… hemû zanista xwe ya heyîn li ser me didin barkirin. Di civakbûna xwe de, malbatbûn, ol, çand, ziman û edetên xwe de xwedî zanistin. Me digrin, zanista xwe li me bardikin û me wekî xwe lê dikin. Emê bibin jinek û zilamek çawan li gorî civaka têde jiyan dikin, têne mezinkirin. Di rastiyê de weke lawirên em di mala xwe de xwedî dikin û me kedî kirine em jî hatine kedî kirin, bi ceza û xelatan ji aliyê malbata xwe, civaka xwe, sîstema xwe, perwerda xwe… dema em ya wan dikin û li gorî wan tevger dikin têne xelatkirin, dema em ne li gorî wan tevger dikin jî têne ceza kirin. Bi tirsa ceza û xelatan em memnunê hev dibin. Em hewil didin başbin ji ber ku yên xirab wê ceza bixwin. Bi kedî kirinê hemû nirxên xwe li me bar dikin. Mafê baweriya xwe hilbijartinê tune, emê ji çi bawer bikin û nekin li me barkirine. Mirovên em li kêleka wane ji me re başî û şaştiyê, xirabî û qenciyê, exlaq û bêexlaqiyê didin diyarkirin. Weke mejiyê me filaşek be hemûyê lê bardikin. Em saf û paqijin lê hemû gotinên dayîk û babê xwe û yên derdora xwe em jê bawer dikin, em wana qebul dikin û li zanista xwe zêde dikin. Her tişta em fêr dibin di encama li hevkirinek ticarî de em qebul dikin. Tişta em dîqata xwe didinê digrin û ya dîqata me lê nebe jî li hewa dimîne. Bi vê dîqatê mezinên me hertiştî li me bardikin. Hertim dengê dayîka me, babê me, derdora me, hevalên me, heskiriyên me li ber guhên me ne, em wan dengan dibihîsin û wan dengan jiyan dikin. Dengên ne rast û çêkerî. Her yek ji wana di derheqê me de xwedî nêrînin, em çine û emê bibin çi, ew ji me re didin destnîşankirin. Hertim li ber neynikê em rûyê dayîka xwe, babê xwe, heskiriyê xwe, hevalê xwe, dîndarên xwe, mamostayên xwe dibînin ku ji me re dibêjin tu evî, tê bibî ev… Em wisa bawer dikin û ev dibe parçeyek ji jiyana me, hêdî hêdî tevahî nêzîkatiyên xwe li gorî wan didin rêvebirin. Ez xweşikim, na nexweşikim, bi aqilim, jîrim, zîrekim, weke şêrame, şirînim… emê çawa bin, divê çawabin, çawa tevger bikin hemûyê ew didin diyarkirin. Carna em dikevin ferqa vê de û dixwazin li xwe vegerin ku tiştên ew dibêjin û tişta ez bi xwe ewim gelek ji hev cudaye û êdî em xwe lêpirsîn dikin.

Beriya em werin kedî kirin ji me re ne xeme em çawanin, divê çawabin, divê çawa werim xuyakirin, çawa tevgerbikim… di zarokatiya xwe de em azadin û serbixwene.  Bêyî em ji xwe şermbikin hertiştî dikin. Rast taxivin, ji ber ku em di rastiyê de jiyan dikin. Kêliyê jiyan dikin, ji ber ku ji paşerojê xweziyan naxwazin û ji pêşerojê jî natirsin. Dema em tên kedî kirin êdî ji bo herkesekê em hewla başbûnê didin lê êdî em bi xwe baş namînin. Hemû meyla meya mirovatiyê bi vê re tune dibin û tişta me winda kirî êdî dikevin nava lêgerîna wê de. Êdî li azadiyê digerin ji ber me ew rewşa xwe ya azad ji dest da. Li keyfxweşiyê digerin ji ber em ne keyfxweşin, li xweşiktiyê digerin ji ber ku em êdî wisa dizanin ku nexweşikin… em dixwazin bibin xwe lê gelek ditirsin. Ji malbatê bigre heya, civak, dîn, pergal û hertiştî ditirsin. Em li heskirinê jî digerin ji ber em wê tiştekî ji dervede dibînin, li edalet, wekhevî, demoqrasî, mafê xwe jî digerin. Di encamê de tişta em lê digerin heqîqeta me ye lê em wê nabînin, nizanin û ji derve de temaşe dikin.

Di dibistanan de em dibin xwedî gelek zanist lê di encamê de ya em dizanin çiye? Me bi vê xwe gihandiye cewherê xwe? Na, berevajî wê em jê dorketîne û tenê fêrî axaftinê bûne. Em fêrî dîn, civak, gel, dewlet, pergal û gelek tiştên din yên cuda dibin. Vana hemû em didin avakirin, gelo vana rastin? Hertiştê heyî rastiyeke; tevahî gerdûn, stêrk, asîman… heqîqeta rast, xuluqkariya jiyanê ye, ev ji bo herkesekê derbazdare. Ji bo em vê bizanin pêwîstî bi tu perwerdeyan tune. Em mirov bi hişmendî û ferqkirinê ji dayîk dibin, em heqîqetê bi xwe re tînin, bi zanista heyî ev ji me tê sitandin û reşkirin. Em vêya li beramberî hev, beramberî jiyan û xwebûnê dikin. Ketina ferqa vê de rastî keşifkirine. Dema em rastiyê bibînin emê ne weke daxwazên xwe, bendewariyên xwe, xwestekên xwe, lê weke heyî emê bibînin. Heqîqet yeke û yê me li xweşiktî, jîrtî, heskirin, keyfxweşî, azadî û xwezaya xwe vegerîne ewe.

Bi hezaran sala em dixwazin xwe fambikin, xwezaya xwe, gerdûna xwe û jiyana xwe. Tişta me bi dest xistî rastî berovajî kirin û ya şaş dana pêşe. Dînên cuda, xwedayên cuda, baweriyên cuda, felsefên cuda dan avakirin. Em wana didin avakirin. Ji bo jiyana xwe, netewa xwe, olê xwe û hertiştî em çîrokekê amade dikin. Em yekin lê cudahî me xist navbera xwe de ji ber ku me cudahî xist navbera kesayeta xwe de, kesayeta heqîqî û kesayeta hatî avakirin. Di aqlê we de hertim dengek heye, gelo yê guhdar dike kiye? Yek hûn bi xwe ne yek jî yê dixwazin hûn ewbin ku bi zanista wan hatiye tejî kirin. Beriya hûn tiştna bizanin baweriya we bi we, cewherê we dihat, weke kesek din tevger nedikir, heskirina we tam bû. Fikrên di derheqê we de tişta ku li we hatî aşîkirine. Baş, xirab, şîşko, gunehbar, dîn, bi hêz, zeîf, qirêj, xweşik… hûn ji çi bawer bikin dê bibin ew. Wêdemê hûn ji çi bawer dikin? Ji çi bawer bikin dê jiyana we li gorî wê were dizayn kirin. Heskirina we, hestên we, pêhesên we û hertiştê din. Lê cewherê we yê rast bê şêweye û ji tevahî zanistên we cudatire. Dilê we rastiyeke. Lê aqlê we hûn fêrî rolên gelek cudakirine. Li beramberî dayîka xwe maskeyek cuda, li beramberî hevalê xwe maskeyek cuda, li beramberî heskiriyê xwe maskeyek cuda û herwiha li beramberî hertiştî. Ne xwe fam dikin ne jî derdorê xwe. Wisa dizanin ku derdorê we we baş nasdike lê tiştekî wisa tune. Ji ber vêye di navbera mirovan de ewqasê lihev nekirin heye. Hertim direw li holê xuya dikin. Direw dema em wan diafirînin li holê ne û dema em ji wan bawer dikin xwe didin jiyan kirin. Di zêhna me mirovan de rastî bi rêya wê tê berovajî kirin. Direw ne rastiyeke ew çêkera aqlê meye. Yê wê weke tiştekî rast dide nîşandan jî aqlê meye. Bi direwan şeran didin avakirin, mirovan didin kuştin, zarokan didin xapandin… rastî; me dibe keyfxweşî, rehetî, xweşî, ji dilbûyînê, direw; me dibe êş, nerehetî, nexweşî, kuştin û dilmayînê. Rastî buheşteke, direw jî cehnemeke. Mirov direwan didin avakirin û ew direw jî şêwe dide jiyana mirov û wana kontrol dike. Mirov ne di ferqa vê dene û bi hezaran direw re jiyan dikin. Kêliya em hatîn kedî kirin re bi hezaran zanistên şaş li me barkirin û perdeyek li beramberî rastiyê hatiye danîn. Ya dixwazin bibînin em dibînin ya dixwazin em bibihîsin, dibihîsin ya dixwazin em bawer bikin, didin bawer kirin. Em jî ne bi cewherê xwe yê rast re jiyana wan jiyan dikin. Gelo heqîqeta we eve?

Nûçeyên Têkildar