Navenda Nûçeyan |
Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî duh bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk hîn bi balafiran bi berdewamî çekan dişîne Misrata û Miêtîqayê yên Lîbyayê.
Mismarî destnîşan kir ku hinek alavên leşker-deryayî yên dewleta tirk li beramberî beravên Lîbyayê yên rojava jî rawestiyayî ne.
Mismarî da zanîn ku hêzên wan perwerdeyeke şer li herêma rojavayê Sêrtê dîtiye û ji bo her êrîşekê amade ne û wiha got: “Hêzên me baş dizanin ku hebûna dewleta tirk li Lîbyayê ne tenê gefê li welêt, lê belê li giştî herêmê dixwe.”
Ji beriya niha Konseya Ewlehiyê ya NY’ê ji bo çek derbasî Lîbya nebin qedexanî danî bû. Her wiha di konferansa Berlînê ya ji bo ragirtina çekan a ji bo hikûmeta Trablûsê de jî, Tirkiyeyê soz dabû. Lê dewleta tirk berdewam çekan dişîne.
Berî çend rojan, YE’yê bang li Tirkiyeyê kiribû ku pabendî biryarên NY’yê bibe û çekan neşîne û êdî destwerdanê li Lîbyayê neke.
Ji aliyê din ve malpera Îtamîl Radar ku çavdêriya firîna balafirên barhilgirt dike, piştrast kir ku du balafirên leşkerî yên corê C-130E ji Stenbolê çûne Misrata ya Lîbyayê.