Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

MÎT bi plangêrê komkujiyên Pirsûs û Enqereyê Îlhamî Bali re li Enqereyê civiya

Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Nordîc Monîtorê, endamên MÎT’ê bi erêkirina serokê MÎT’ê Hakan Fîdan, li Otêla Anadoluyê bi plansazê komkujiyên Amed, Pirsûs, Gara Enqereyê û Balafirgeha Ataturkê Îlhamî Bali re civîn kirine

Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu demek berê got; ‘Ger em tiştên di bin navê têkoşîna li dijî terorê yên di navbera 7’ê hezîran û 1’ê mijdarê de bibêjin, dê gelek kes nekarin derkevin nava mirovan.’  Di vê navberê de malpera nûçeyan a Nordîc Monîtor îdiayeke girîng parve kir. Di malperê de bi îmzeya Abdullah Bozkurt nûçeyek hate parvekirin û di nûçeyê de hat îdiakirin ku plansazê komkujiyên Gara Enqereyê, Amed, Pirsûs û Balafirgeha Ataturkê Îlhamî Bali ku çeteyê DAIŞ’ê ye, li Enqereyê di Otêla Anadoluyê de bi MÎT’ê re civiyaye.

Li gorî nûçeyê, çeteyê DAIŞ’ê Bali di dîrokên 27-29’ê adara sala 2016’an de li Otêla Anadolu ya li Sogutozu ya Enqereyê ma. Hat gotin ku di mehên gulan û hezîrana heman salê de têkildarî mijarê nîşeyeke îstîxbarî di destê emniyetê de hebû. Li gorî nûçeyê, çete Bali li otêlê du rojan di odeyekî de hatiye girtin û destûr nedane ku ji odeyê derkeve. Hat gotin ku ji Bali re jî peywirdarê Maseya Sûriyeyê yê MÎT’ê yê bi nasnavê Serhan Albayrak û wergêrê Daîreya Iraqê Ahmet Çelîk refeqatî kiriye.

Hejmarên telefonê yên Bali

Derket holê ku Bali li otêlê di heman demê de bi rêveberê Serokatiya Daîreya Operasyonên Taybet ên MÎT’ê Îlhan Kaya re hevdîtin kiriye. Hat destnîşankirin ku Bali ji bo ku balê nekişîne, rihên xwe jê kirine û pantorekî kot û tîşort li xwe kiriye. Di nûçeyê de hejmarên ku Bali bi kar anîn jî hatin parvekirin. Li gorî vê, Bali di sala 2012’an de 05334381040, di sala 2013’an de 05368868289, di sala 2014’an de 05453408482, 05362400135 û 5432235673, di sala 2015’an de 05065555266, 05366877889 û 05456580191 di sala 2016’an de jî hejmarên telefonê yên bi jimar 05375471914 û 905316082380 bi kar anîne.

‘Her tişt ji bo rejîma Erdogan e’

Derketibû holê ku Îlhan Kaya û serokê Daîreya Sûriyeyê Mutlu Tuka beriya niha jî li ser WhatsApp’ê bi Bali re hevdîtin kirine. Têkildarî mijarê Bozkurt jî vê nirxandinê dike: “Ji bo ku rejîma Erdogan li ser pêyan bimîne, serokê MÎT’ê Hakan Fîdan tu tiştên ji destê wî tê dike. Piştgirîdayîna derdorên radîkal ên li derveyî welat jî di nav de ye. Ji bo vê jî MÎT tev li hemû karên qirêjî û bixwîn kiriye. Ev hevdîtin jî yek ji wan e.”

Komkujiyên ku Bali plan kirin

Çend komkujiyên ji hêla çete Bali ve hatine plankirin wiha ne:

“* Teqîna di 5’ê hezîrana 2015’an a di mitînga HDP’ê ya Amedê: 4 kes hatin qetilkirin.

* Di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê komkujî pêk anîn: 33 kes hatin qetilkirin.

*Di 10’ê cotmehê de li Gara Enqereyê komkujî kirin: 103 kes hatin qetilkirin.

*Di 28’ê hezîrana sala 2016’an de li Balafirgeha Ataturkê komkujî kirin: 44 kes hatin qetilkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar