Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

MÎT li Başûr ji bo sîxûrkirinê di nava hewldanên qirêj de ye

MÎT a tirk ji bo ku li welatiyên Bakur ên ji ber dozên xwe çûne Başûr bike sîxûr, di nava hewldanan de ye. M.S. ê Şirnexî û K.D. ê ji Sêrtê çend ji van welatiyan. S. û D. dan zanîn ku endamên MÎT’ê gefa zirardayîna malbat û hezkiriyên wan li wan xwarine û sîxûrî lê ferz kiriye

Dewleta tirk li ser bi dehan kesên ji bakurê Kurdistanê ji ber cezayên girtîgehê neçar mane ku li başûrê Kurdistanê bi cih bibin, bi gefa li malbatên wan sîxûriyê li wan ferz dikin. MÎT’a tirk a bi rêya telefonê peyam peywendî li gel M.S ê Şirnexî û K.D ê Sêrtî danîn, pêşniyarên xistina dosyayên wan û lêgerînê wan bi dawî bikin kirin. Dema ku ev yek qebûl nekirin jî vê carê bi rêya dê ziyanê bidin malbat û zarokên wan gef li wan xwarin. Tevî hemû pêşniyar û daxwazan herduyan jî sîxûriya dewleta tirk a bêrûmetiyê red kirin. M.S û K.D welatiyên ji Bakur ên li başûrê Kurdistanê dimînin, di mijara lîstikên qirêj ên MÎT’ê de hişyar kirin.

Têkildarî mijarê M.S ê Şirnexî diyar kir ku der barê wî de ji ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin û dema ku xwendekar bû ji dozeke ku der barê wî de hatiye vekirin 15 sal ceza lê hatibû birîn û ji ber vê jî derbasî başûrê Kurdistanê bû. M.S got ku li başûrê Kurdistanê li kafeyekê dest bi kar kiriye û serpêkhatiya xwe wiha vegot: “Di 23’yê mijdara 2019’an de bi rêya telefona bi hejimara 05061154728 nameyek ji bo min hate şandin. Ji bo min got; ‘Ji Enqereyê li gel te me, yek ji rêveberê asta jor ê dewletê me’ û teklîfa sîxûriyê kir. Destpêkê min wer zanî ku yek henek bi min dike lê piştre der barê min û malbata min de agahiyên piştrast dan. Ji bo min gotin ku dê alîkariyên madî û manewî bikin, ger ez li gel wan kar nekim dayik û bavên min nas dikin dê her cûre ziyanê li wan bikin. Gotin ku ger dixwazî tiştek bi malbata te neye divê ez li gel wan kar bikim. Got; ‘Di mijara rêxistinî de û têkildarî xebat, agahî û dîtina kadroyên PKK’ê de çi bibşhîzî ji bo me ragihîne’ lê min ev yek qebûl nekir.”

‘Dixwest biçim gel kadroyên PKK’ê’

Di berdewamê de jî M.S. ev agahî dan: “Ji bo min gotin ku li başûrê Kurdistanê 38 navendên MÎT’ê hene. Ger ku qebûl bikim li gel wan kar bikim dê li gel wan navendan min bidin nasîn. Bi taybet xwest ku biçim gel kadroyên PKK’ê û der barê xebatên wan de agahî bigirim. Ger ku vê bikim dê hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li bakurê Kurdistanê bi min re bibin alîkar. Ji bo min ragihand ku dê ewlekariya te ya runî ji pêşiya her tiştî bê girtin; heta niha gelek kes kiriye sîxûr û perwerde kiriye. Divê ez jî xwînsar tevbigerim. Bi taybet xwestin ku li Silêmaniye, Hewlêr, Zaxo, Dihok û Mexmûrê torên sîxûriyê berfireh bikin. Diyar kir ku her kesên li gel wan kar dikin, bi awayekî rehet û xweş dijîn. Dema ku min bi tu rengî qebûl nekir, gefên ku dê zirarê bidin malbata min û rê nadin ku ez li başûrê Kurdistanê bijîm kirin.”

Gefa malbatê lê xwarin

Bi domdarî jî M.S. da zanîn ku dema wî pirsa ‘Bê ka we çawa xwe gihande min?’ ji endamê MÎT’ê kiriye û wiha pê de çû: “Got ku destê wî dirêj e û xwedî wê rayeyê ye ku dikare xwe bigihîne her dera bixwaze. Bi gotinên; ‘Weke dewlet her cihê bixwazim dikarim xwe bigihînimê, dewlet tiştekî wiha ye.’ Xwestin min qanih bikin. Ji bo jiyana dayik û bavê xwe divê ez li gel wan kar bikim. Got; ‘Biryar a te ye, dê malbat û heskiriyên te xemgîn bibin. Em firsendekê didin te, doza te em ê dabixin.’ Gelek ciwanên kurd mîna min dixwazin bixapînin. Li dijî sîxûrkirinê divê her kurdekî welatparêz baldar û hişyar be.”

Ji ber cezayê bi dehan salan derbasî Başûr bû

Welatiyê bi navê K.D. ê ji Sêrtê jî bavê 5 zarokan e. K.D. di navbera sala 2009-2010’an de 5 caran tê binçavkirin û tevî tu delîlek der barê wî de nîne jî, tenê ji ber ku weke welatparêzekî di nava xebatên DBP’ê de cih girtiye, bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ doz hatiye vekirin. K.D. da zanîn ku di dema binçavkirinê de rastî gef, şantaj û zextan hatiye û ji ber sê dozan, bi dehan salan ceza lê hatiye birîn. D. destnîşan kir ku ji ber vê rewşê jî 4 sal berê derbasî başûrê Kurdistanê bû.

Bi zarokên wî gef lê xwarin

Serpêhatiya xwe ya bi endamên MÎT’ê re jî K.D. wiha parve kir: “Ev demekê dirêj e li kafeyekê dixebitim. Di 10’ê kanûna 2019’an de nameyek ji bo telefona min hat. Ji bo min got ji Enqereyê peyam şandiye û hejmara min jî ji hevalekî min ê li Başûr wergirtiye. Teklîfa sîxurtiyê kir. Min ji ewil cidî ne girt û bawer nekir. Piştre dema bi rêya peyama telefonê hejmara dosyaya doza min şand, min zanî ku MÎT’e. Cardin teklîfa sîxûriyê kirin. Diyar kirin ku dê têkildarî doza lêgerîna ji endamtiya rêxistinê bibin alîkar, ez ê bikarim vegerim gel malbata xwe, dê hemû lêgerînên min bi dawî bikin. Ger ku li gel wan kar bikim, dê wesayît, mal, telefonên taybet û alîkariya madî li gel min bikin. Her wiha dê min bi endamên MÎT’ê yên li başûrê Kurdistanê re jî bidin naskirin. Dema ku min ev yek red kir, gefa ku malbat û zarokên min nas dikin, yek bi yek navên wan gotin û li ku ne dê zirerê bidin wan, kirin. Tevî vê min sîxûrî û hevkarî nepejirand, ji rûmetbûna xwe min gav bi şûn ve neavêt. Bêrûmetî û bêexlaqî min qebûl nekir. Ger ku min bixwesta min ê zarokên xwe bernedabûya. Min ji bo wan got ku bi tu awayî ez vê qebûl nakim û carekî din jî li min negerin. Bi şantaj û sepandinên sîxûriyê dixwestin vîna min teslîm bigirin. Divê tu kurd van sepandinên qirêj qebûl nekin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar