Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

MÎT li herêmên dagirkirî di nava lîstikên qirêj de ye

Dewleta tirk a dagirker ku li herêmên Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablûs, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî nekarî li ber xwe bide, bi alîkariya MÎT’ê dîsa dest bi çalakiyan kir.

Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam dikin û di heman demê de nakokiyên navxweyî yên di navbera komên çete yên dewleta tirk a dagirker li herêmên dagirkirî bi taybetî li navenda Efrînê kûrtir dibin. Dewleta tirk a dagirker ku bi salan e nikare li ser çeteyan serweriyê bike, bi alîkariya MÎT’ê dîsa li herêmê çalakî pêk anîn.

Me berê jî gotibû ku piştî qonaxa dawî ya civîna 20’emîn a Astana ya li Qazaxistanê hat lidarxistin, çeteyên dewleta tirk a dagirker bi taybetî çeteyên HTŞ’ê dest bi xurtkirina çeperên xwe yên li gundewarên bakurê Helebê û li rojava jî cihên ku têkiliya wan bi hêzên hikûmeta Sûriyeyê re hene, kir.

Li gorî agahiyên ku Lekolin.org bi dest xistine, di navbera 1’emîn û 2’emîn fermandarên payebilind ên çeteyên HTŞ’ê ku li herêmên dagirkirî qada xwe berfireh dikin û di nava wan de parçebûna navxweyî rû didin, di 20’ê meha borî de li bajarokê Binêş ê Idlibê civînek li dar xistin.

Hate hînbûn ku civîn bi armanca yekitiya partiyên 1’emîn û 2’yemîn li dijî serokê HTŞ’ê Ebû Mihemed El Colanî hatiye lidarxistin. Lê belê piştî hevdîtinê serçeteyên ku civîn li dar xistine, di nav de Ebû Mariya El Qehtanîn jî heye ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve hatine girtin. Hate ragihandin ku biryara girtina van serçeteyan ji aliyê MÎT’ê ve hatiye dayîn.

Dewleta tirk a dagirker dema ku li herêmên dagirkirî hewl dide pêşiya nakokiyên navxweyî yên di nava çeteyên HTŞ’ê de bigire, bi alîkariya MÎT’ê bi komên din ên çeteyên ku ji bo wan xeternak in re jî li hev dike.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatiye bidestxistin, di 30’ê kanûna 2023’yan de ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên li Serêkaniyê civînek di nav de çeteyên Eniya El-Şamiye Ebo Iz, Ebo Yasîn, Ebo Arif, Ebo Bekir pêk hatiye. Di çarçoveya perspektîfên MÎT’ê de di navbera çeteyên Eniya El-Şamiye û 3’yemîn Feylaqê de civînek hat lidarxistin.

Şert û mercên lihevkirinê yên ji aliyê MÎT’ê ve hatine diyarkirin wiha ne:

– Divê serçeteyên komên çete Ebo Emîn û Ebo Leyis ku di nav yekîneya asayîşê de cih digirin ji herêmê bên derxistin û hemû navend radestî komên çete yên Eniya El-Şamiyê bên kirin.

– Sereteyê bi navê Ebo Yasîn di bin sîwana Nibih Silam de (ku navê rêxistina sîwanê ye ku piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê komên çete di bin vê sîwanê de bûn) di 3’yemîn Feylaqê de tu mafê wî yê biryardayînê tuneye, lê wê peywira xwe bidomîne.

– Hemû herêm, navend û milkên çeteyan wê radestî çeteyên Cebhet El-Şamiye bên kirin.

– Hemû mafên serçete Ebo Haris li herêmê bê bidawîkirin.

– Ji koma çete ya Cebhet El-Şamiye dê serçeteyekî nû û fermandarekî ewlekariya leşkerî were hilbijartin.

– Di nava 3’yemîn Feylaqê de li şûna Ebû Selam serçeteyekî nû were hilbijartin.

– Di rojên pêş de derbarê ewlekarî û birêvebirina deriyên bazirganiyê de dê bi koma çeteyên Eniya El-Şamiyê re lihevkirinek bê kirin.

– Serçete Ebo Yasîn û Ebo Emîn pereyên ku di destê wan de bûn radestî koma çete ya Eniya El-Şamiyê bikin.

– Feylaqa Mecîd wê ji hemû noqteyên bi destxistiye paşde vekişe.

-Di dawiya civînê de hat hînbûn ku MÎT’ê soz daye komên çete ku dê van biryaran di bin serwerî û hikmê tirkan de pêk bînin.

Çavkanî: Lêkolîn.org

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar