Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

MÎT û ENKS amadekariya komkujiyan dike!

Li gor çavkaniyekê bi ewle diyar kirin ku li Efrînê MÎT bi endamên ENKS’ê re civînek lidarxistiye û di civînê de hatiye diyarkirin ku ji bo çalakiyên serkeftî yên di Efrînê de bên qelskirin pêwîste di rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî di heremên serbixwe de bûyerên teqînê bên rûdan û valatiyekê ewlekariyê bê derxistin. Hat destnîşankirin ku ger ev plan bi ser bikeve mimkûne dewleta tirk operasyonek giştî jî pêk bîne

Li gorî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Altan ku parvekirinên xwe dispêre çavkaniyeke bi ewle, MÎT’a tirk û hevkarên wê ENKS li Efrînê civînek pêk anîne. MÎT û ENKS xwe amade dikin ku li dijî kurdên serbixwe û yên xwedî bi rûmet hin êrîş û komkujiyan bikin.  Hat diyarkirin ku ji ber komên girêdayî TSK’ê yên di Efrînê de ji ber çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên serkeftî tengav bûne, serî li riyên cur bi cur didin. Li gor çavkaniyekê bi ewle diyar kirin, di 12.07.2019’an de di seatên piştî nîvro de MÎT û ENKS’ê li avahiya Navenda Meclisa Heremê ya li Efrînê civînek awarte lidarxistine. Civîna ku di pêşengtiya endameke payabilind ê MÎT’ê yê bi navê qod Kevser de zêdetirê 2 seat dom kiriye pêk hatiye. Bi endamên ENKS’ê yên ku wek e ekîba Îbrahîm Biro, Evdilhekîm Beşar, Fûad Elîko tên zanîn re hatiye çêkirin.

Çavkaniya bi ewle, destnîşan kir ku madeyên rojeva civînê ya sereke li ser çalakiyên ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê tên kirin bû. Çavkanî, ragihand ku endamê MÎT’ê yê bi qodê Kevser ku civînê birêve dibir, diyar kiriye ku van çalakiyan heman komên çekdar ên girêdayên wan û hem jî ewlehiya bajêr bêzar kiriye û ji bo vê jî divê plansaziyek xûrt bê derxistin. Hat diyarkirin ku di civînê de biryara ji bo pêşî li çalakiyên di Efrînê de pêk tên bê girtin divê yekîneyên van hêzan yek bi yek îmha bikin ger nebe jî wan bixin bin qontrola xwe. Di civînê de hatiye destnîşankirin ku divê ENKS bi awayek fermî di asta navneteweyî de pêlekî zextê (dîplomasî bê meşandin) bide destpêkirin da ku çalakiyên ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve tên kirin bidin rawestandin.

Dê talîmatê ji MÎT’ê bigirin û teqîan bikin

Çavkanî, ragihand ku dê endamên ENKS’ê yên ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerde kirin ji Efrînê bişînin Rojhilatê Firatê û aktîv bikin, ji bo di hêla ewlekariyê de valatî bê derxistin hin teqînên ku di nava civakan de deng derbixe pêk bînin û li hemberê rêveberiya PYD’ê bê bawerî ava bikin. Hat destnîşan kirin ku ev endamên ENKS’ê dê bi taybetî li Minbic, Hesekê, Tebqa û hin bajarên herêma Cizîrê bên belav kirin û ev kesên bên şandin dê li gor talîmatên MÎT’ê tevbigerin.  Di civînê de hatiye gotin ku ji bo bê bawerî li hemberê Asayîş, Rêveberiya Xweser an jî tevahî HSD’ê çêbibe, pêwîst bike dê wek e hêzên dewleta tirk an jî MÎT teqînên bên kirin bigire serxwe.

Amadekariya êrîşekê dikin

Çavkanî diyar kir ku di civînê de nîqaş hatiye kirin ku ger ev plan bi ser bikeve mimkûne leşkerên dewleta tirk operasyoneke êrîşê ya giştî li ser rojhilatê Firatê pêk bînin. Di nava hefteya dawî de TSK’ê gelek leşker û amûrên leşkerî sewqî sînorên Rojava û Bakûrê Kurdistanê kirin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar