Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

MÎT û Muxabarat, çima li Bexdayê?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li gorî çapemeniyê, weke nûçeyek girîng tê gotin ku serokê îstîxbarata Tirkiyeyê MÎT’ê Hakan Fîdan û serokê îstîxbarata Sûriyeyê Muxabaratê Elî Memlûk,  di demek kurt de li Bexdayê dicivin!

Her wiha van her  du kesan di çileyê sala 2020’an de, li Moskovê li hev rûniştibûn. Wisa diyar dibe ‘mejiyê jor’ ê ku vê lihevhatinê dixwaze hat guhertin. Berê Rûsya bû, niha DYA ye! Lewma cihê wê jî bêgûman naveroka wê jî tê guhertin.

Qasî girîngiya hevdîtin an lihevhatina van dewletan (Tirkiye û Sûriye), cihê wê çima bû Bexda (?) jî ewqas girîng dibe. Helbet Bexda ne bi tenê ye, li gel wê Hewlêr heye. Jixwe ya ku Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurdistanê bêhtir û yekser eleqedar/têkildar dike ev xal e!

Germbûn û xurtkirina vê mijarê, bi anîna ser rêveberiya Iraqê ya Mustafa Kazimî re destpê kiriye.

Bi taybetî di van herdu mehên dawî de, trafîka siyasî û dîplomasiyê li derdorê Bexda û Hewlêrê geş bû. Bi Konferansa Bexdayê ya bi navê Hevkarî û Hevpariya Bexdayê re, girîngiya armanca vê herêmê (Bexda-Hewlêr) bêhtir derdikeve holê. M.Kazimî bi gotineke weke ‘em dixwazin Iraqê bikin navenda hevdîtinan/têkiliyan’, armanca kar û mîsyona xwe hinekî aşkera kiribû!

Hem beşdarên koferansê û hem jî trafîka piştî konferansê, wate û girîngiyê zêdetir dikin. Di vê mijarê de, rola sereke ya DYA û Macron derdikeve pêş.

Li pey wan bi hefteyekê; di 7’ê îlona 2021’an de, Nûnerê Bilind ê YE’yê Josep Borrell jî daket Bexda û Hewlêrê. Weke ku bixwaze dengê xwe, ji yê Macron bilintir bike, mîna ku ne bi tenê nûnerê YE be, mîna nûnerê NATO’yê jî be axivî. Jixwe, bi dilgermî û kêfxweşiyek mezin piştgiriya xwe ya ji bo herêmê ya piralî diyar kir û bi vêna jî ranewestiya got: “NATO, plan dike ku biryargehek xwe ya 2’an jî li Hewlêrê ava bike.”

Di vê trafika Bexda-Hewlêrê de, gera şandeya CHP’ê jî heye. Tê gotin ku cara yekê ye CHP diçe Hewlêrê û ‘fermî-aşkera’ bi nevê Rêveberiya Kurdan re rûdinê! Helbet li vir bi serokê Eniya Tirkmena re jî rûdinê.

Ji van konferans, civîn û hevdîtinan hinek gûmanên neyînî derdikevin holê. Ji ber ku hem daxuyaniyên nebaş ên dijî Tevgera Azadiyê gelek hatin dayîn û gelek bûyerên di asta êrîşên qirkirinê de pêkhat û pêk tên; li Başûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr, Şingal, Rojava û hwd.

Erê êrîş, bi koordine û piranî ji aliyê dewleta tirkan ve tê kirin, lê van dewletên mijara gotinê ne, hemû piştgiriya dewleta tirkan dikin û dibin hevparên vê siyaseta qirêj a dijî doza Kurdistanê.

Lewma gelek şîrovekar, van hewldanan dişibînin Peymanên/Paktên weke Sadabad, Bagdad, Cento, Seato û hwd.

Bi taybetî Sadabad û Bagdad weke peymanên dewletê mêtingerên Kurdistanê; Tirkiye, Îran, Iraq û hwd. tên zanîn. Jixwe Peymana Sadabadê, berî mirina Ataturk bi salekê; di sala 1937’an de li Tehranê Seraya Sadabad a Pehlewî yê Şahê Îranê hat îmzekirin; di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Afganistanê de. Lê di salên 50’an de hemû vegeriyan nava NATO, Tirkiye jî di sala 1951’ê de beşdarî NATO’ê bû.

Her çendî, di xalên peymanê de mijarên cuda derxistibin pêş jî lê armanca sereke ya vê Paktê/Peymanê, dijberiye doza Kurdistanê bû. Hema mirov dikare bêje ew armanc heta roja îro jî, belê bi giranî di serkêşiya dewleta tirkan de dewam dike.

Di vê serdemê de dibe ku hiş û aqilê ‘jor’, vê carê serkêşiyê bide rêveberiya Bexda û Hewlêrê. Ji ber ku nîşaneyên vê pêşbîniyê gelek in û  hewldanên xurt ên berbiçav û şênber tên dîtin.

Mînak; Macron dibêje, “ger DYA ji vir derkeve jî û ger rêveberiya Iraqê bixwaze, em hêza xwe ji vir venakişîne.” Borrell (YE) dibêje; “em ji bo hemû alîkariyê amade ne û va ye NATO baregeha xwe ya 2’an li Hewlêrê ava dike.” Ji xwe Mustefa Kazimî dibêje; “em ê Iraqê bikin navenda peywendiyan”(ên Rojhilata Navîn).

CHP, bi şandeyek payebilind cara yekem e tê vê herêmê û daxuyaniyên balkêş dide. Serokê wan Kemal Ataturk, li Tehranê Sadabad îmze kir, ma gelo şagirtê wî Kemal Kiliçdaroglu jî dixwaza vê carê li Bexdayê wê peymanê, bi navê “Teşkîlata Aştî û Hevkariya Rojhilata Navîn” nûjen bike? Sadabad, bi pêşengiya Sovyetê bû, lê niha bi pêşengiya DYA’yê birêve diçe. Serokên îstîxbarat û ewlekariya Tirkiye û Sûriyeyê jî diçin li Bexdayê hevdu dibînin û hwd. Tê gotin ku R.Erdogan jî biçe Bexdayê.

Bêguman li vir rola Kurdistan û Tevgera Kurdistanê ew ê çi be yan ew ê ji Tevgera giştî ya Kurdistanê kê yan kîjan, ji xwe re mîna hevalbendê stratejik bibînin?

Li gel ku hinek nîşanên aşkera hene, weke mînak erê rêveberiya Hewlêrê didin diyarkirin lê bi giranî peywendiyên wan bi Malbata Barzanî re ne.

Belê ew pirsa jor, hê jî bi tevahî nebû ye xwedî bersiv!

Helbet, bi giştî hemû hêz û rêxistinên tevgera Kurdistanê jî, vê rewşa heyî dibînin û ew ê li gorî wê tevbiger in û amadekariyên xwe bikin.

Nûçeyên Têkildar