Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

MÎT û PDK îşkenceyê li kurdan hatine binçavkirin dikin

Der barê bûyera li Hewlêrê ku wezîfedarê Serkonsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê Osman Kose û du kes hatin kuştin, gelek kes hatibûn binçavkirin. Tê gotin ku PDK û MÎT bi hev re îşkenceyê li kesên hatine binçavkirin dikin

Li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê di 17’ê tîrmehê de li restoranteke bi navê Huqqabaz a li Emapir Tower wezîfedarê Balyozxaneya Tirk a li Hewlêrê Osman Kose û du kes hatibûn kuştin. Der barê bûyerê de kesên bi navê Mazlûm Dag, Mûhammed Beşîksîz ên ji bakurê Kurdistanê û kesekî din hatin binçavkirin. Hat ragihandin, ji bo Dag, Beşîksîz û kesê sêyemîn îfadeya ku berê hatiye amadekirin îmze bikin îşkence li wan tê kirin.

Li gorî agahiyan Kose Berpirsyarê Maseya Îranê yê MÎT’ê bû û piştre ew li Maseya Başûrê Kurdistanê hatiye wezîfedarkirin. Tê gotin, heyeteke ji MÎT’ê ku alîkarê musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî di nav de bû tevî endamên ‘Parastinê’ îşkence li Dag û Beşîksîz kirine.

Bi hev re îşkence kirin

Endamekî Asayîşê ku nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku hewl hatiye dayin ku Kose weke wezîfedarekî ji rêzê bê nîşandan lê belê ew Berpirsyarê Maseya Başûrê Kurdistanê yê MÎT’ê bû. Endamê Asayîşê diyar kir ku îşkenceyeke giran li Dag, Beşîksîz û kesê bi wan re hatiye binçavkirin hatiye kirin û got ku MÎT û ‘Parastinê’ bi hev re lêpirsîn kirine.

Dibe ku radestî tirkiyeyê bên kirin

Heman çavkanî ragihand, hewl tê dayin ku bi rêya îşkenceyê îfadeya beriya niha hatiye amadekirin bi wan bidin îmzekirin û diyar kir ku Dag û yên pê re heta niha sûcdariyên ku li wan tên kirin qebûl nekirine.

Di 17’ê tîrmehê de dîmenekî Dag nîne

Tevî ku li restoranta bi navê Huqqabaz a ku bûyer lê qewimî û derdora wê gelek kamera hene, balkêş e ku heta niha dîmenekî Dag û Beşîksîz nîne. Heta niha tenê wêneyekî Dag ê nediyar tê weşandin ku nediyar e li ku hatiye kişandin.

Leşkerên tirk bi kincên pêşmergeyan kontrolê dikin

Komeke ji 18 kesan a MÎT’ê ku alîkarê Hakan Fîdan jî di nav de ye û tîmên taybet ên tirk ji bo lêpirsîna bûyerê Hewlêr kirine mîna baregeheke tirk. Efserên tirk li gelek tax û kolanên Hewlêrê bi kincên Pêşmerge û Asayîşa Hewlêrê kontrolê dikin. HEWLÊR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar