Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Mîtanî: Bi saya YPG û YPJ’ê navê kurdan li hemû cîhanê belav bû

Nivîskar û lêkolînerê kurd Biradost Mîtanî diyar kir ku hemû gelên ne xwedî pergala parastinê, bi tunebûnê re rû bi rû mane. Mîtanî wiha got: “Piştî Mîtaniyan kurd di dîrokê de hatin paşguhkirin. Ev pêvajo bi derketina YPG û YPJ’ê re ji holê rabû. Bi saya YPG û YPJ’ê navê kurdan li cîhanê belav bû.”

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi destpêkirina şoreşa Rojava û bi taybet jî bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ’ê re bûn hêzên navneteweyî. Vê yekê jî bi xwe re nasnameya kurd bi hemû cîhanê da nasîn. Têkildarî mijarê nivîskar û lêkolînerê kurd Biradost Mîtanî ji ANHA’yê re axivî.

Biradost Mîtanî anî ziman ku gelên ku pergala xweparastina pêşnexistin her tim bi xetereya tunebûnê re rû bi rû mane û wiha got: “Gelê kurd di dîrokê de pergaleke civakî ava kir. Kurdan şerê herî mezin di dîrokê de bi navê ‘Oman Menda’ li dijî Împaratoriya Akadiyan kir. Bi vî şerî re akadî ji Mezopotamyayê hatin derxistin.”

‘Piştî Mîtaniyan kurd di dîrokê de hatin paşguhkirin’

Bi berdewamî jî Mîtanî diyar kir ku ji ber ku Mîtanî di şer de xurt bûn, careke din xwe birêxistin kirin û artêşeke bi navê ‘Mîrtan’ an jî ku bi navê ‘Şovalye’ ava kirin. Mîtanî wiha pê de çû: “Lê ev împaratorî rastî gelek şikestinan hat. Di encamê de bi destê farisan hate hilweşandin û ji wê demê ve kurd di dîrokê de hatin paşguhkirin. Ev pêvajo heta derketina YPG û YPJ’ê dom kir.”

‘YPG û YPJ’ê dengê kurdan li cîhanê belav kir’

Mîtanî got ku YPG û YPJ’ê têkoşîna kurdan di qada navneteweyî de belav kir û wiha bi dawî kir: “Ji Efrînê heta Girkê Legê, Hesekê û Serêkaniyê, YPG û YPJ’ê hemû êrîşên komên girêdayî El Qaîde, DAIŞ û El Nusrayê şikandin. Ev kom ji xaka me derxistin. Tevahiya serkeftinên dîplomasî yên kurdên li Sûriyeyê, bi saya berxwedana van yekîneyan pêk hatin. Her wiha navê kurdan li tevahiya cîhanê belav bû. YPG  û YPJ ji bo hemû gelên azadîxwaz bûne sembol.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar