PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

MÎT’ê bi piştgiriya Parastinê Tûrelî qetil kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku: “ PDK bûye darê destê kûjerên kurdan. MÎT’ê bi piştgiriya Parastina PDK’ê, wek her welatparêz û pêşengê kurdan welatparêzê kurd Huseyîn Tûrelî jî qetil kirin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Eger PDK û Parastin piştgiriyê nedin, MÎT nikare pêyê xwe biavêje başûrê Kurdistanê û ne jî li nava bajaran li ber sedan kamerayan wê nikaribe welatparêzan qetil bike.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Huseyîn Turelî yê ku di raya giştî de wek welatparêzekî ji Êlihê dihat naskirin, li Dihokê di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. Gelek saziyên welatparêz ev êrîş bi tundî şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Wek ku ji van agahiyan tê fêmkirin Huseyîn Turelî jî wek gelek welatparêzên Bakur ji ber sedemên siyasî çûye başurê Kurdistanê û di encama êrîşê de hate qetilkirin.

Huseyîn Tûrelî berê jî li Duhokê rastî êrîşa çekdarî hatibû. Ji ber ku cara duyemîn rastî êrîşan hat û êrîşa nîşan dide ku qetilkirina Huseyîn Tûrelî biryara dawî ya dewleta tirk û MÎT’ê ye û ev êrîş bi piştgiriya Parastinê pêk hatiye. Hevkarî û piştgiriya Parastin di hemû sûîqest û qetlîamên ku MÎT’ê li başûre Kurdistanê pêk tîne, bi awayekî aşkere tê dîtin. Her çiqas tê zanîn Huseyîn Tûrelî di hedefa dewleta tirk û MÎT’ê de ye jî, tedbîr nehat girtin û cara duyemîn bû hedef û hat qetilkirin. Qetilkirina wî vê rastiyê derdixe holê. Di rastiyê de PDK li hemberî van êrîşan tu bertek nîşan neda û rêxistina Parastinê welatparêzên ku ji ber sedemên siyasî diçin başurê Kurdistanê destgîr dike û gefan li wan dixwe, dixwaze wan bike sîxur û bi awayekî aşkere dibêje heke hûn dev ji welatparêziya xwe bernedin, hûn ê nikaribin bijîn. PDK bi vî rengî nêzî welatparêzên ku ji zilma AKP-MHP’ê rizgar bûne û li başurê Kurdistanê bi cih bûne, dibe, ji bo ku MÎT van welatparêzan qetil bike jî piştgiriyê dide. Heke ne ji piştgiriya PDK û Parastinê be, MÎT nikare pêyê xwe biavêje başûrê Kurdistanê û ne jî li nava bajaran li ber sedan kamerayan wê nikaribe welatparêzan qetil bike.

PDK ne tenê di kuştina welatparêzan de ya li bajaran, her wiha li her derê hevkariyê bi polîtîkayên dewleta tirk ên qirkirina kurdan re hevkariyê dike. Di dagirkirina başûrê Kurdistanê de û li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê dijî gerîla de bi dewleta tirk re tevdigere, li Şengal û Mexmûrê piştgiriyê dide êrîşan, li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî li gel çeteyan cih digire. Li Efrîn a dagirkirî demografya hatiye guhertin, kurd ji Efrînê hatine dûrxistin, yên mayî jî her roj bi îşkence û gefa komkujiyê re rû bi rû hatine hiştin û her roj êrîş li wan tê kirin. Di rewşeke bi vî rengî de PDK bi navê saziya xêrê li Efrînê deverên fermî vedike. Gelo ev çawa dibe? Gelo ev ne hevkarî ye bi dagirkeran û qirkerên kurdan re ye? Bêguman raya giştî û gelê kurd zane û dibîne ku PDK li ku derê disekine û çi dike.

PDK li bakurê Kurdistanê jî ji bo kontrayên tetîkkêş ên dewleta tirk a mêtinger qirker ên AKP-MHP’ê di hilbijartinan de bi ser bikevin dixebite, bang li hin kesên ji bakurê Kurdistanê dike, bi wan re hevdîtinê dike, ji wan dixwaze ku di hilbijartinan de piştgiriyê bidin AKP-MHP’ê, piştgiriyê bidin şefê faşîst ê dijminê kurdan Tayyîp Erdogan. Bi medya û çapemeniya xwe vê piştgiriyê bi şênberî nîşan dide, her roj kujerên bi hezaran welatparêzên kurd derdixîne televîzyonan. Gelê kurd ê welatparêz van kiryarên PDK’ê baş zane û dişopîne.

Em, êrîşa li ser Huseyîn Turelî şermezar dikin. Ev êrîş mîna êrîşên beriya niha ji aliyê MÎT’ê ve bi piştgiriya Parastinê hatiye kirin. Bi rêya van êrîşan dixwazin welatparêzan bitepisînin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz û saziyên welatparêz demokratîk divê xwedî li Huseyîn Turelî derkevin û li dijî yên êrîş kirine û hevkarên wan bi rengekî xurt nerazîbûnê nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar