Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

MÎT’ê lez da xebatên xwe yên li Kerkûk û Kifrî

Beriya hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê Hakan Fîdan li Bexda û Hewlêrê, rayedarên herêmê yên MÎT û Parastê bi rayedarên Kerkûk û Kifrî yê eniya tirkmen a Iraqê ya girêdayî MÎT’ê re li hev civiyan.

Piştî ku hêzên Pêşmerge di 16’ê cotmeha 2017’an de vekişiyan sînorên herêma başûrê Kurdistanê, MÎT’ê bi aşkere lez da çalakiyên xwe yên li dijî Kerkûk û Kifrî bi rêya eniya tirkmen a Iraqê (ITC) ya girêdayî komara tirk a faşîst û kolonyalîst. Herêmê, li pey hev hevdîtinên veşartî pêk anîne, ku tê zanîn Parastin jî di nav de ye.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, beriya bi qasî mehekê Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê Hakan Fîdan li Bexda û Hewlêrê bi Barzanîyan re hevdîtin pêk anîbû, kesê bi navê kod Ozgur ku diyar kiribû, bi Barzanîyan re hevdîtin pêk anîbû. Rayedarekî payebilind ê MÎT’ê bi rayedarên Parastin ên herêmê re çibûn Kerkûkê û hate hînbûn ku bi rayedarên payebilind ên ITC’ê re hevdîtin kirine.

Hat diyarkirin ku alîkarê ITC Erşad Salihî, Serokê ITC Hesen Turan, ji ITC Alî Haşim Muhtaroglu û Alî Murat û Şenay Bektaş ku di heman demê de rasterast endamên MÎT’ê ne di bin navê berpirsyariya yekîneyên ewlehiyê yên ITC’ê de jî beşdarî civînê bûne.

Hat ragihandin ku di civîna veşartî de hilbijartina Waliyê ku dê bê tayînkirin û rewşa tirkmenên herêmê hatine axaftin. Di çarçoveya nîqaşan de, di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo ewlehiyê gelê tirkmen bên komkirin û di nav wan de 250 kes bên diyarkirin û ji bo perwerdeya taybet birine Tirkiyeyê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji bo koma ji 250 kesan pêk tê, talîmat hat dayîn ku heta meha îlonê navên wan bên diyarkirin.

Plana Hêzên Taybet ya wê girêdayî TC’yê be

Piştî civîna veşartî ya li Kerkûkê hat kirin, hat zanîn ku di 4’ê tebaxê de berpirsê MÎT’ê yê Tirkiyeyê yê bi navê Arif Boz serdana eniya Kerkûkê kiriye û ji bo ewlehiya vî kesî hêzeke taybet a ji 20 kesan ji aliyê konsolosxaneyê ve hatiye erkdarkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên taybet bi dest xistine, hate hînbûn ku bi rayedarê MÎT’ê Arif Boz, berpirsê îstixbarata navxweyî Amîd Sînan, tirkmenê Kerkûkê Amîd Orhan, îstixbarata Iraqê û bi Waliyê Kerkûkê Raqan Seîd re hevdîtineke veşartî ya 4 saetan pêk hatiye.

Hat ragihandin ku di civînê de ji bo fermîkirina hêzeke taybet a leşkerî ya girêdayî komara Tirkiyeyê ku ji tirkmenên Kerkûkê bê avakirin, nîqaş hatin kirin. Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinê Waliyê Kerkûkê Raqan Seîd ji bo Tirkiyeyê hatiye vexwendin.

MÎT bi destê ITC li Kifriyê tora ajaniyê ava dike

Hate diyarkirin ku endamên ITC’ê yên li Kifrî piştî civînên MÎT’ê yên li Kerkûkê çalakî li dar xistin, li avahiyên xwendekar û ciwanan ên girêdayî ITC’ê yên Kifrî civîn pêk anîn.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatinr bi dest xistin, hate hînbûn ku di civînê de fermana avakirina tora ajantiyê ji bo komkirin û şopandina agahiyên kesên nêzî Tevgera Azadiya Kurd û xebatkarên wan hatiye dayîn.

Hat diyarkirin ku Brahîm Mehmed Usta ku rasterast bi Erşad Salihî ve girêdayî bû û di çapemeniya tirkmen de cih girtibû, ji bo avakirina şebekeya ajantiyê û berhevkirina agahiyan li ser welatparêzên kurd hatiye wezîfedarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar