Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Mîtînga Colemêrgê: Em ê hemû bajarên xwe biparêzin

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di mîtînga Colemêrgê de ev tişt anî zimanÎ “Tu kes nikare me bisekinîne. Îro li çar aliyê cîhanê bi mîlyonan rêhevalên me hene. Em ê hemû bajarên xwe biparêzin. Em ê teqez bi ser bikevin."

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tifaqa Ked û Azadiyê û pêkhateyên wê û Rêxistinên Sivîl ên Civakî li dijî desteserkirina vîna gelê Colemêrgê, bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” tê lidarxistin. Mitîng, li Qada Otogarê ya li Taxa Tekserê tê lidarxistin.

Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes di saetên serê sibehê de bi otobûsan hatin Colemêrgê. Di ketina bajar de destûr nehat dayîn otobûs derbas bibin lewma welatiyan bi meşê xwe gihandin qada mitîngê. Welatî ji ewil çûn avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar. Bi sedan kesên li vir hatin ba hev, heta demekî dirêj govend gerandin. Her ku saeta mitîngê nêz bû, qelebalix jî zêdetir bû. Bi hezaran kesan bi dirûşmên “Colemêrg a me ye”, “Bijî berwxedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zindanan” dest bi meşê kirin. Her ku meş domiya, girse jî mezintir bû. Welatiyên li derdorê jî tev li meşê bûn.
Mîtînga ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, li qada otogara otobusan a li taxa Tekserê tê lidarxistin. Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir bi axaftinan dewam dike.

Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Kadîr Şahîn axaftina spasdariyê kir, Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe, silav ji Hevşaredar Siddik Akiş ê ku 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatin birîn, û girtiyan re şand. Tekçe anî ziman ku bi destê qeyûman hiqûqa dijminatiyê li ser gelê Kurd tê meşandin û got, “Ev biryar ne li avahiya edliyeyê, li Navenda Giştî ya AKP’ê hat dayîn. Waliyê ku wek qeyûm hat tayînkirin dê li vî bajarî bibe deqek reş. Ev gel careke din nîşan da ku we naxwaze. Gelê me wê heta dawiyê li dijî desteserkirina vînê li ber xwe bide. Em ê vî bajarî ji we bistînin. Em ti vîna li ser vîna gel nas nakin.”

Di mitîngê de peyama Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê hate girtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin hate xwendin. Akiş di peyama xwe de wiha got: “Gelê Colemêrgê yê birûmet, ji bo sekna we ya bibiryarî ya ji bo vîna we bi rêzdarî silav dikim. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Piştre nûnerên partiyan di mîtîngê axaftin kirin.

Endama MYK’ê ya Halkevlerî Sevînç Hocaogûllari jî ev tişt got: “Ev darbe ne tenê li dijî Colemêrgê, li dijî ked, aştî û demokrasiyê ye. Em kesên ku ev der veguherandine cihê hevdîtinên Tikiyeyê silav dikin. Gelê Kurd gelê ku pêşeroja xwe û têkoşîna xwe diyar dike ye. Gelê Kurd polîtîkaya qeyûmê bêbandor kiriye. Divê hemû gelê me ji bo berfirehkirina têkoşîna li dijî qeyûman bên cem hev. Ji vîna gelê me ditirsin û baş dizanin ku gelê me wê desthilatdariya wan a qirêj hilweşîne. Têkoşîna me wê bidome. Bijî biratiya gelan.”

Nûnerê EMEP’ê yê Herêmê Ergîn Tekîn jî got, “Hilbijartin çêbû û hikûmetê yekser got em ê vîna xwe nas bikin, lê di heman rojê de hewl dan ku qeyûm tayîn bikin. Lê li hemberî berxwedanê neçar ma bi paş ve gav bavêje. Behsa asayîbûnê û nermbûnê kirin, lê ev polîtîkayên wan in. Kurd li ku derê hilbijartinan bikin û daxwaza wekheviyê bikin, li dijî wan derdikevin. Çi bikin bila bikin, ew ê têk biçin, dê dîsa têk biçin. Çavkaniya pirsgirêka ewlehiya vî welatî polîtîkayên AKP’ê ne. Yekane tişta ku divê em bikin berxwedan e.”

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger Enes Ûgûrtekîn jî got, “Bi tayînkirina qeyûm re bila AKP biçe li cihekî din çîrokên xwe yên nermbûnê bêje. Ev polîtîkaya qeyûmê li pêşberî têkoşîna gel mehkûmî windakirinê ye.”

Endamê Lijneya Rêvebiriya Navendî ya Partiya Karkerên Tirkiyê Firat Çoban jî got, “Li her derê welat bi bêqanûniyê tije ye. Diz li derve ne, lê yên vî welatî diparêzin li hundir in. Yên ku rê didin DAÊŞ’ê li derve ne, yên dibêjin jin, jiyan û azadî li hundir in. Li Wanê nekarîn, li vir jî wê nikaribin. Di bin siya çek û qeyûman de nermbûn çênabe, dê têkoşîn hebe. Hewl didin bi tundiyê gelê me bitepisînin. Em ê nehûlin ku hûn li Colemêrgê binivîsînin, em ê we di dîrokê de veşêrin.

Endama MYK’ê ya Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Evrîm Konak got, “Ev sed sal in hewl tê dayîn ku mafê jiyanê ji gelê Kurd bê standin. Lê têkoşîna gelê Kurd ji sînoran derket û li cîhanê belav bû. Îro jî bi rêya qeyûman hewl didin vîna gelê Kurd têk bikin. Van gel li ser sindoqan nîşanî wan da ku 8 sal in ew qeyûman naxwazin. Hûn nikarin bi komkirina hêzên ewlehiyê yên li ber avahiya şaredariyê û di bin siya faşîzmê de xizmeta vî gelî bikin.”

Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen jî ev tişt got: “Zilm bi dawî nebû, qeyûm bi dawî nebû, girtina mirovan bi dawî nebû. Em jî neqediyane. Me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin. Hûn ê sindoqekê deynin pêşiya me, lê hûn ê encamê wê qebûl nekin. Ma ev qanûn e? Li vir qanûn nîne. Çawa ku me li ber xwe da û bi ser ket, em ê dîsa werin cem hev û bi ser bikevin. Em ê teqez komara demokratîk û destûra bingehîn bînin vî welatî. Li hemberî van parastina vîna gelê Kurd a li hemberî karmendên mêtinger ên fermî erka her kesî ye.”

Berdevka Partiya Sosyalîst Sosyalîst (SODAP) û parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû wiha axivî: “Gelê Kurd dersa têkoşînê dide her kesî. Kurd moralê didin hemû Tirkiyeyê û hêviyên xwe zindî dikin. Vîna gelê Kurd û nanê kedkaran sedema me ya têkoşînê ye. Em ê bi yekitiya têkoşînê hesabê i van diz û wêrankeran bipirsin.”

Sînan Çfîtyurk ku li ser navê KKP’ê axivî anî ziman ku desthilat vîna gelê kurd nas nake û got ku qeyûm deriyên şaredraiyan li gel digirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir: “Em ne qels in û 100 sal in em li dijî wan têdikoşin. Bi milyonan hevalên me hene. Em bi gelê xwe bawer in û em ê heta hetayê li ber xwe bidin. Ew di tengasiyê de ne. Niha ne em gelê me li her qadê têkoşîna xwe zêde dike. Tu kes nikare me bisekinîne. Îro li çar aliyê cîhanê bi mîlyonan rêhevalên me hene. Em ê hemû bajarên xwe biparêzin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçakê jî destnîşan kir ku mafê her kesî tê xespkirin.

Hevberdevka Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) Esengül Demir got: “Em ê ji nû ve dîrokê binivîsin û em ê rê nedin xespê. Bijî berwxedana Colemêrgê.”

Nûnera Partîzanê Nurgül Ucî got: “Qethiyen em ê serî li ber polîtîkayên qeyûman netewînin. Em ê bi têkoşîna yekbûyî li qadan bin.”

Aktivîsta TJA’yê Adalet Fîdanê jî destnîşan kir ku wê jin destkeftiyên xwe biparêzin.

Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmezê jî destnîşan kir ku ew qeyûmên rejîmê qebûl nakin.

Endamê PM’ê yê Partiya Çepên Kesk Ahmet Şimşek jî kesên li dijî zilmê rabûne silav kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar