Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Mîtînga Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo gelekî girîng e

Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut anî ziman ku mîtînga 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo gelekî girîng e û got, "Gelê me wê bi dirûşma ji Rêber Apo re azadî qadê tijî bike."

Gelê kurd û dostên wan ê li Ewropayê dijîn bi pêşengiya KCDK-E’yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê di 16’ê mijdarê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê meş û mîtîngê li dar bixin. Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut derbarê mîtîngê de axivî. Zumrut bal kişand ser girîngiya meş û mîtîngê ya di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ were lirdarxistin û wiha got, “Ji bo meş û mîtînga 16’ê mijdarê ya li Kolnê em di nava karekî berfireh de ne. Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye. Bi rêya vê tecrîdê dixwazin têkiliya Rêber Apo ya bi gel re bê birîn. Li hemberî vê yekê jî bi salan e em têdikoşin û têkoşîna me gihîştiye astekê. Armanca vê pêngavê şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye.”

Zubeyde Zumrut ragihand ku sîstema Îmraliyê sîstemeke êşkenceyê ya bê hiqûqî ye, dewam dike û got, “Li hemberî vê yekê li her qadê em di nava têkoşînê de ne. Em vê têkoşînê li gel dostên xwe yên li qada navneteweyî dimeşînin ku fikrên Rêber Apo dipejirînin û daxwaza azadiya wî dikin. Em dixwazin vê pêngavê li tevahiya cîhanê belav bikin û bi ser bixînin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya pêvajoya ber bi çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya gelê me.”

Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku têkoşîn li ser bingeha dîplomasî, hiqûq û civakî tê meşandin û got, “Li hemberî vê bêhiqûqiyê girîng e ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û saziyên navneteweyî bikevin dewrê û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger em bi xurtî tevlî vê pêngavê bibin û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin, hingî em ê karibin van saziyan bixin nava liv û tevgerê. Biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî Rêber Apo wergirt, encameke vê têkoşînê ye. Ewropa ji bo kurdan qadeke girîng a têkoşînê ye. Gelê me li vir dijî û navendên saziyên navneteweyî li Ewropayê ne. Eger ev sazî hiqûqê bimeşînin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin wê dawî li tecrîdê bê.

Ji ber vê yekê jî mîtînga navendî ya 16’ê mijdarê li Kolnê bê lidarxistin gelekî girîng e. Ji bo karên beşdariya li vê mîtîngê gelek komîsyon hatin avakirin. Xebat hat birêxistinkirin. Mal bi mal, kolan bi kolan em digerin. Armanca me ew e ku bi sed hezaran kesî li Kolnê li hev kom bikin û fikrên Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bikin. Em li bendê ne ku gelê me bi têgihiştina berpirsyariyê hem xwe hem jî derdora xwe tevlî vê têkoşînê bike. Baweriya me tam e; gelê me wê li Kolnê li hev kom bibe û em ê vê qadê bi dirûşma azadî ji Rêber Apo re tijî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar